Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 February 2008 16:04

Helbestvan û nivîskar Mûeyid Teyib :

Hebûna pitir ji olekê û neteweyekê di welatekî da dewlemendî ye nek lawazî ye ji bo êketîya niştîmanî


Hevpeyivîna Hejar. M

 

 

 


Helbestvan û nivîskar Mûeyid Teyib : Hebûna pitir ji olekê û neteweyekê di welatekî da dewlemendî ye nek lawazî ye ji bo êketîya niştîmanî  Hevpeyivîna Hejar. M

 

Bi sedên salan şerê êzidiyatiyê hatiye kirin û bi sedan salan xebat lazim e ta ku şaşî bêne rastvekirin

 

Tora laliş /Hevpeyvîn / Hejar. M

 

Mûeyid Teyib sala 1957 li bajarê duhokê ji dayîk bûye, derçûyê kulîja yasayê ye û berpirsê dezgeha sipîrêz a çap û weşanê ye û endamê ekadîmya kurdî ye, ji sala 1976 heye neha wek helbestvan tê naskirn, dîsan jî karê rojnamevaniyê kiriye, karê wî yê serekî neha sernivîserê dezgeha sipîrêz u govara kepir e, kesekî hevaldostê bingehê laliş û ronakbîrên êzidiya ye û xemxurê kilturê resenê kurdî ye, ji lewran me xwe gehandê li baregayê karê wî li duhokê û me ev hevpeyvîna li xwarê li gel amade kir.

 Di bersiva pirsyarekê da ka pêzanînên xelkê berî bingehê laliş were damezirandin derbarey êzidiya u êzidiyatiyê di çawabûn? Teyibî bi peyvên xwe yên wêjey u bi zaravekî zelal bersiva vê pirsê da u got:

 Li ser hindêre Li kurdistanê u îraqê gelek ol u netewe hene lê mixabin pêzanînên dirust derbarey hev u dû nebûn evejî vedgerête sîyaseta hingê ku behis neyête kirn, wan hizrên şaş yên ku pitir ji olekê u neteweyekê di sinurê welatekî lawazîye ji bo êketîya niştîmaniya wî welatî, helbet eva henê dîtineka paşverûye u paşvemaye, belku hebûna pitir ji olekê yan pitir ji neteweyekê di welatekî da dewlemendîyeka kiltorî ye  nek gefeka li ser êketîya  wî welatî,bes li welatên paşketî u bi taybet jî li rojhilata navîn hosa bûye nerît, mixabin sîyaseta giştî ya fermî u ne fermî bawerî bi vê yekê hebûye, ji ber hindê jî ev netewe u olên li kurdfistanê u Iraqê dijîn wekir baş hevdû nasnekin, miletê kurd bisilman u êzidî u hinek Kirstiyan jî hene, sereray ev ola li kurdistanê heyin bes mixabin mejî ji êk u dû nedzanî, wextê mirov baş êk u dû nesneket jî vêce mirov her tiştekî li ser hev bawer diket, eve dê weket ku meselek heye dibêjit: mirov dijminê wî tiştîye yê ku nesneket, vêca eva henê neyaryekê hindek caran li cem xelkê peyda diket, wekir ku hindek gotgotkên ne weyî u ne rast li ser êzidiyan bêne gotin u bisilman bi çavekî kirêt berê xwe bidene êzidiya u êzidî jî bi çavekî tirsê berê xwe bidene bisilmana ,lê her wextê me baş pêzanîn li ser hev zanîn hingê dê karîn dostînyeka dirust jî biken, damezirandina bingehê laliş ku êzidiya destpêkirye u bi taybetî ronakbîrên wan naveroka êzidiyatiyê bi xelkê dane naskirn eva he karek gelek pîroze, dema ku mirov gelek hevnas biket ew goman u hizir u şaşî kêmtir lêdhên u mirov dê biçavekî dê reftarê digel hev ket, ji bo hindê ku ye pêtivî ye birayên me yên kurdên êzidî  pitir derbarey kiltor u baweryên xwe bi xelkê biden naskirn.

 Her di vî biyavî da daku bizanin piştî bingehê laliş hatî damezirandin  eva li serî bas lê hatî kirin çawa tê dîtin ? got:  

Bingehê laliş piştî hatîye damezirandin li duhokê bûye bingehek runahiyê ji bo êzidiya u êzidiyatiyê bi çalakiyên xwe, we kirye ku bibte cihek ku duhok pê bête naskirn her mêvanekî biyanî yê ku bête bajêrê duhokê hez diket seredana baragayê bingehê laliş biket u peristgeha lalişa nûranî jî seredan biket, rolê bingehê laliş divan salên çûyda rolekî gelekî mezin bû xizmeteka gelek baş divî warî da ji bû êzidiya u êzidiyatiyê ji layekî ve u ji layekî dinve derfetek baş bû ku kurdên bisilman pitir birayên xweyên kurdên êzidî jî nesbiken .

 Da biçin di nav rewşenbîrya kurdî da bi giştî, lalişê karîye wê valatiya di nav rewşenbîrya kurdî da heyî pir bike? Mûeyid Teyib bi kurtî bersiv da û got:

 Piştî serhildana pîroz, ew azadiya gelê me pê şad bûy, her kesek bi azadî bîr u bawerên xwe derbibrin, bi taybetî ewên hatîne çewsandin u bi dest bûn , vê azadiyê we kir ku derfetik hate pêş ku êzidî xwe bi xelkê biden naskirn , divî warî da bingehê laliş rolekî erênî u pozitîv gêra, ku ne tinê bû bingehek ji bo êzidiyatiyê belku bû bingehekî rewşenbîrya kurdî ji xwe ji dirşmê wî ( Laliş kaniyeka zelale dihuret di robarê rewşenbîrya kurdî da) ev diruşme wergêra di jiyana rastiyê da, eve nema diruşim belku bû kar u u piraktîk kir, gelek rewşenbîrên kurda ji bisliman u êzidiya çalakiyên xwe anîne divî bingehî da u neha bingehê laliş êk ji bingehên serkeftî u pêşkeftî ye u em kurd u xelkê duhokê şanaziyê pê diken.

 Hivde salên azadiyê rewşenbîrên êzidiya gelo karîn hevrikya rewşenbîr û nivîskarên hevçerix bikin di çarçovê êzidiyatiyê da? Hilbestvanî ev pirs bi rûnî bersiv da û got:

 Gelek pertuk li ser êzidiyan hatîne nivîsandin , ew bîr u bawerên şaş u çewit li ser wan dihatine gotin  we kir ku êzidî di serenc rakêş bin her mirovekî biyanî hatîye vêrê derbarey êzidiyan bihîstîye vîyaye wan nasbiket , gelek pertuk bi zimanê europî tenanet bi zimanê erebî jî hatîne nivîsandin , wek dînek di nav cîhana îslamîde ( kirstîyanet, yehodî u hineka kêm jî zeredeştîyet jî) tê naskirn , lê ev olên dî wek sibî u êzidî ku jimareka kêm xwe dinav bisilmana da parîstîne eve bi xo dîyardeyek bû cihê serenc rakêşana xelkê bû,ev mirovên ji derve hatîne xwestîne bizanin ka êzidî çine, bes moxabin hemi gava kes nebû bo wan baxivit, ji ber hindê jî gelek caran wan bisilmanek yan qeşek yên dîtîn u bo wan  yê axiftî, gelek hizrên çewit li ser êzidiyan hatine vegohastin , ewane ne ji înyeteka xirab belku wesa bû wana dihate gotin, ji encamê wê zilm u sitema li êzidiyan dihate kirin, êzidîya zu bu zu ned axivîn, dema êkî pirsek ji wan kirba yan wan nedzanî bersiv nedan yan ned wêrîn, ji ber vê yekê jî wan nivîsera çi biyanî çi ereb dibêjin hevsarê xîyala xwe diberdan u li dîf dilê xwe tişt bi êzidiyan ve di ristin, nuke bingehê laliş avabûye. Ronakbîrên êzidiya bi xo dinivîsin wextê êkî biyanî têt em dikarin bêjînê bingehê laliş heye li wêderkê pêzanînên dirust derbarey êzidiyatiyê hene, evê çendê wekir divan salên çûyda ew şaşiyên derheqa êzidiyanve hatîne gotin bêne rastvekirn , rewşenbîrên êzidiyan ji wana Dr. Xelîl cindî pertuka wî ( ji perên edebê dînê êzidiya ) mirov dikarit bi naveroka wê bi êzidiyatiyê bigehîjit, ji bo wê jî rolê rewşenbîrên êzidiya rolekî gelek pîroz bû hîvîdarin di berdewam bin ji berku bi sedên sala şerê êzidiyatiyê hatîye kirin ji lewra bi sedên sala xebat u têkuşan lazime taku ew şaş u çewtî bêne rastvekirn .

Her di çarçovê têkuşana bingehê laliş, me xwest ku bizanin ka astê govara laliş çawaye ku nivîsar jî êk ji xwendevanê weşanên lalişê ye?got:

Govara laliş her sê meha carekê derdikevit, govareka vekolînê ye rewşenbîrî ya giştî u gelek giringe, gelek giringe cihek hebit mirov bizanit li vêderkê da tişteka ku potepêdaneka pitir ji govarên dî bi êzidiyatiyê tête kirn, rewşenbîrê êzidiya diviya xwe ji çarçovê govara laliş derbêxin u berhem nivîsînin xwe di govar u rojnamêm dî da jî belafbiken, lê eva henê taybetmendiyên êzidiyatiyê di vêderkê da bêne nivîsîn ji bo wêjî rolê govara laliş rolekî pîroz bûye u hîvîdarin roj bo rojê bêşbikevit u bikarit lêkolînin kurtir u zanistîtir divê govarê da derbarey hemî layenê jiyana êzidiyatiyê.

Kesekî ku nêzîkê xebata bingehê laliş boçon u raspardên wî ji bo pitir xurt kirna kar u bizavên bingehê laliş di pêşerojê da di giringin, di biyavê vê pirsê da berêz teyibî anî ziman:

Erkê bingehê lalişe u erkê ronakbîrên êzidiya ye ku raya giştîye kurdistanî u Iraqî pitir xwe pê biden naskirn, divêt ji bo vê yekê jî li sê çar bereyeka kar bête kirin: 1- dinav kurdên bisilman de pitir rastiya êzidiyatiyê bidene ronkirn evejî bi rêka peywendiya u kor u simînar u weşanên lalişê, 2- gelek hewildan hatine kirin li ser demê rijêma gor be gor ya ji nafçûy ku êzidiya ji kurdan vekin u wek ereb yan neteweyeka dî biden naskirin, mixabin hewlên henê li êketîye sofyetî u li europa jî hatin kirin, eve gelek giringe ku êzidî kurdên resenin, wek cenabê serok barzanî ameja pê kirî e pitirîya kurda îro bawerîyê bi vê çendê tînin , gerek ev hizrên çewit nemînin ku hinek êzidî pê hatîne xapandin, 3-kurdên êzidî pêdivî ye îro hewilbiden xwe veder neken ji her kesekî bila taybetmendîya wan bê parastin wek hebûna ( bingehê laliş , peristgehên pîroz, govar u ... hd), lê bi dîtina min bila ronakbîrin êzidiya pitir biçin dinav xelkê da .

Peyva dawiyê ya berêz muºîd teyib ew bû: ku bila hemî ol u netewe di sinurê kurdistanê u Iraqê da bi azadî bijîn u rêz u hirmet ji bo yek hebin evejî divêt bi piraktîk bê dîtin u çespandin u sopas bo wejî  

 


 


 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de