|
Diyarî:
Ji Hêmen Kurdaxî
re
Ji bîhna xêzan
Awazek tijî
şewat
Beşdarî
zemawenda nîgaşê
dibe
Gelo...çendîn
zevî û rûbarên
Kurdaxê şêrîn in
Weha jî taxên
Qamişlo
Û kolanên
Tirbespîka me!
De a...v bide
Fîdanên xwe
Helbestvano.
Em ê
Gulgenimokên xwe
rewa bikin
De...
Berê siwarên xwe
Berbi asoyê ve
bibe
Emê ...berê
Hespên kedî
Berbi jîngeha
Xwedawendên paye
bibin.
Rojekê wê ...
Lêvên asîman
Bilerizin
Li ber westana
me.
Dê rojekê...
Giyakî matmayinê
Ze...r bibe
...çi şêrîn e
Demsalên çinîna
me.
Ji bîhna serûd û
nimêjan
Ta goranî
Lawik
Û sitranên
şîndariya me...
Ji hilma Baba
Tahir
Ta bilindgoya
Xaniyê me.
Berê me li rojê
ye
Li ateşgeha Zara
ye
Li laleşa nûrani
ye
Li xaka
Pêxembera ye
Li buhişta dozê
ye.
Ji mistek axa
sor
Cendekê me
Hatiye afrandin
Çi bi hêz e
Bîhna axa me.
Tijî rehên
jînxwazin
Çi pîroz e
Tovê vejîna me!!
......Erêêêêê..Helbestvano
“Sewlî dihejin ,
hêranî bi pelên
Zeytûnê dikevin
û bi refan
direvin “
Sipîndarên tî
dihejin, hêranî
bi pelên Hinarê
dikevin
Û bi refan
diqurmiçin
Giyan diheje,
hêranî bi hest
dikev e
Û bi refan
tarûmar dibe.
Kurdistan
diheje, hêranî
bi Kurdan dikeve
Û bi refan
serhildanê dikin
“ Xwîna min, ya
ku di her
mirinekê de jî
ez im”
berbi çar aliyan
ve diherike
Erêêêêê xwîna me
“ hîn em dûrin
ji xwîna xwe”
hîn ji devê
barbangê
Zeytûn û Hinar
Pelên xwe
davêjin
Ji lewra
Di rewrewk û
tariyê de dijîn
Fîdan û
Erxewanên me.
Hîn ji devê
barbangê
Em ezber dikin
Sêwîtî
Bê xwedîtî
Û erêêêê
Şeydabûna xwe.
16.04.2008 Bad
Salzuflen
(almaniya)
|