|
Efrîna min, li ser basikên vê sitrana
narîn dilê me dîsa difire nav zîziya
zozanên pêsîra te,
da ku ji nû ve rûpelên zarokatiya dilê
me veke,
da ku xwen û sawirên demên bindest ji
zindanên kujerên xewnan derxe ezmanên
azadiya te.
Li wir li ber qiraxên ew çemê me yî
nemir,
şopên xwe ji demên bedil vedidizîn hêj
bendewar in,
çaverêyên hatina me ne…
kevirên hêj di temenê me yî kulîlkan de
dijîn,
bi me re dibûn alîkar û yariyên xwe ji
pindara me dirêstin, hembêz dikirin.
li ber dilaweriya giyanê wan ku tenê bi
me re digirnijî
bendavên sema û hilperîna gewdeyên me
yên şeşbiharî ava dikirin…
li wir li ser wan çiqilên biçûk, ku
dibûn sîperên bêgunehiya me
çivîkên ku ew jî di temenê me de bûn/e,
ji me re dixwandin awazên firehbûna
xelekên ramînê bi bedewiya te
û kûrbûna asoyên evîna jiyanê di
aramiya rewîşta te de…
Tu dibînî çawa îro şopên me li ser
rûpelên destanên te yên rengîn
diveşêrin?
dimezixînin qiraxên te?
dişkînin vîna giyanê kevirên te?
dirûxînin girên rûmeta te?
diwerînin gupikên hêviyê ji çiqilên te?
dikujin çivîkên bihara jiyanê, bo
bitepisînin vedengiya awazên zarokatiyê
li ser sîngê te…?
13.06.2009 Bern/e
|