Sirûşa vê nivîsarê ji gotina
hevalekî ku qaşo zana û mamoste ye hat. Wî camêrî der barê pirsa min, ku folklor
û dabên li gundê xwe hene kom dike lê na, ev bersiv da
“Law de bes e law, Eyb e ji te re, tu çi bi pey van şorên boş
û nezaniya kal û pîran ketiye“
Di mercên danûstandina miletên
ku li paş pêvajoya şaristaniya nivar mane de, di mercên jiyana nerêkûpêk a ku ew
tê de dijîn de, ev milet mîna danûstandina xwe ya geremolî û neliserhev, çemk û
têgeyan jî çewt ji vê şaristaniyê digirin û bi teşeyekî heytûhot dinavînin.
Kurd jî, ger em çiqas bahane, basîn û rondikan derpêş bikin, yek ji van miletên
ku wisa vedilukumin, çemk û hilberîna vê şaristaniyê berevajî li laşê xwe
dikin, li dawiyê kesê ku der dide kurdayetî ye, kurdayetiya îro di bin nîrine
awarte û bivbar de dijî, ji ber ku hemû neyarên wê li hev kirine ku tune bikin,
lê çawa bibe û law û keçên wê kêra xwe di pişta dayîka xwe de venin!!
Yek ji çemkên ku kurd bi çewtî
dinavînin û dihêlin ev navandin xaliyê li serê wan bike, çemkê “Zana û Nezan e“.
Mixabin îro di civaka me Kurdan de ev çemk wisa bi çewtî tê bikaranîn ku
gihîştiye radeyekê mirov vê re mat û sergeşte dimîne. Îro
nezan xwe zana dibînim û zana jî nezan tên hijmartin!! Em giş dizanim, ku ji ber
sedemên dîrokî, ramyarî, xaknîgarî û metîngerî, gelê Kurd ketiye nîrine ku ew ji
şaristaniya nivar ve dûr û bêpar maye. Lê heke em li dîroka Gelê kurd vegerin û
rastiya wî binasin, em ê aşkere bibînin ku ew gelekî tu caran ji zanîn û
şaristaniyê veder nebûye. Wek min di destpêkê de jî aniye ziman ku em giş di
serdema nivar de çemk û îdiyoman çewt bi kar tînin ji ber ku em jiyaneke çewt û
bi hişekî çewt tevdigerin.
Îro di nav me Kurdan de du çîn
derdikevin pêşberî me, yek jê re dibêjin zana û rewşenbîr (ewên ji dezgehên
hînbûnê yên serdestan derdiçin), çîna din jî wek nezan tê binavkirin( ewên ku tu
xwendina fermî bidest nexistine). Ez bixwe li dijî vê navandinê me, ya baş em
bêjin “xwendevan û nexwendevan“ çimkî hew merc e ku çemkê zanînê bi dibistan û
zanîngehan ve bê girêdan. Jixwe her mirovekî hişmend û ponîjbar zana ye, lê me
zimanê xwe wisa teng kiriye ku em nezan û bêhiş dikin heman keştiyê, ev jî nabe,
hem ji bo rûmeta mirovahiyê û hem jî ji bo nirxê mirovê Kurd. Di Îngilîzî de wek
mînak ji ew kesê ku dikare biponije re intelligent tê gotin, ew kesê ku
xwendevan û zana ye jî, jê re intellectual tê gotin an literate û
illeterate. Mebesta min ew e ku em çemk û navandinên xwe sererast bikin,
çimkî bêyî em pirsgirêkê dirust bi nav bikin, hew pêkan e ku em wê çareser
bikin, ne wisa ya?
Ka em ji kesên xwendevan re zana û
xwendebar bêjin û ew kesên ku qaşo me gotiye nezan in, nexwendebar bêjin. Lê ev
yek pirsgirêkê çareser nake, çima? Çimkî divêt em têkevin nav her du bêjeyan û
rêşiyên wan jî derxînin, ka em zanibin xwendebar ta çi radeyê zana an jî nezana
ye û nexwedebar ta çi radeyê zana û nezana ye?
Em herin gundekî nenîşankirî ji
gundên Kurdan û du nimûneyan derxînin û ezmûna xwe li ser van du nimûneyan
çêbikin. Regezê yekemîn ciwanekî zanîngeh kuta kiriye û bûye mamoste, ji vî
camêrî re - li gorî têgeya îroyîn ku di nav civaka me de belav bûye- Zana tê
gotin! Em ê hîmên pîvana zanîna vî camêrî li gorî civaka xwe damezirînin,
têkiliya me bi derve re nîn e, çimkî dema ew zana tê hijmartin, ew li ser civaka
xwe zana tê navandin ne li ser ya derve, jixwe min gotiye civaka me Kurdan bûye
du çîn, ango gotina me li ser Kurdan e. Ev camêr pênûsê baş bi kar tîne, kaxezan
baş dixwîne, lê pênûs û kaxeza xwe biyanî ne, çimkî pênûsa xwe yan bi Erebî û
yan jî bi Farisî û Tirkî digere û kaxeza wî di heman gunehî de ye, nexwe, vî
mamosteyî hîmek wenda kir, ew jî zimanê Kurdî ye! Ez nebêjin, ew bi kurdî
dizane, na ew bi Kurdiya qelpkirî dizane, kurdiya wî ne rasterast e, ew hevok û
gotinan di serê xwe de bi Erebî, Tirkî û Farisî dihûne û li dawiyê li tevneke ku
qaşo Kurdî ye bar dike, di encamê de Kurdiyeke şikestî û seqet, bêjeyine xar û
şermok derdikevin.
Hîmê duyemîn, zanîna gelêrî ye, ku
bingeha zanînê di rewîşta mirov de dafirîne, zana û mamosteyê me teqez di vê
xalê de jî têk diçe, ew tiştekî ji vê zanîna gelêrî nizane ji ber ku ew hew bi
zimanê gelêrî diramine, ew çîrok, metelok, pend û şîretan hew dizane, heke ew
têkeve mijarekê nikare metelokekê, biwêjekê an jî bûyereke gelêrî wek hêmanekî
alîkar di dengeşiya xwe de bi kar bîne. Di qada cot û çandinê de ew biyan e,
jixwe li bajaran xwendin derbas kiriye û bi salan ji van hewayan bi dûr ketiye,
ew cilên gelêrî li xwe nake, nizane tevgera xwezayê çawa dimeşe, dar kengî tên
çandin, rez û zeytûn kengî bêlî dikin, berkol, pîçik, şiv, pincar û hwd. Ev
mirovekî ku jê re zana tê gotin û neheqiyeke mezin pê li beşeke mezin ji civaka
me dibe, lê ya rast ev mirov hew zana ye! Rast e, ew dixwîne, dinivîse, lê
xwendin û nivîsîn, beşeke pir biçûk ji çemkê zanînê ye û şerm e ku mirov ji bo
van du tiştan mîna ewrekî bêbext ku li ser zeviyekî disekine, ne baranê
dibarîne û ne jî dihêle ewrekî din were! Heke ez vî mamosteyî li gorî pîvanên
civaka me bêtir taqî bikin, dê şilf tazî bimîne û pênûs û kaxeza biyan hew
dikarin wî û kêmasiyên wî veşêrin…
Beramaberî ‘Zaneyê me’ em dê kalekî
an jî pîrekê bidin ber pîvanên zanînê ka ew ta çi astî zana tê dîtin? Kal û pîr
berî her tiştî bi zimanekî rewan û sax dipeyivin, ew hew zimanê xwe li zimanekî
din bar dikin, ew gengeşiyên xwe, çiqas kin bin jî, bi dehan biwêj, metelok û
bûyerên mînak dadigirin, kal keyayê cot, çandin, borîna demsalan bi kitekitî ye,
kengî av di daran digere, kengî dema çandina şitl û birîna zeytûn û rezan e,
kengî berkol, berbêr û kurm û hwd. Pîr xatûna teşî, rîs, cil, miştik ûrz,
hevalok, çîrok… Kal û pîr afrînerên regezine nû di jiyana me de ne, çîrok û
salixên wan jiyana me nû dikin, rabirdûya me radixin ber çavan û hêza pêşerojê
didin me… Gelo mamosteyê amaje pê hatiye kirin çi dike??
Hûn dê bêjin ev mirov nîr û rewşa
aborî û ramyarî nake bala xwe. Hew rast e, ez bi van hemû tiştan ponijîm û
piştre min dest avêt pênûsê ku ez vê gotara şermok binivîsim, jixwe ez jî
mamoste me û ez hew dorî mînaka jor im, û vê rewşa han û neheqiya ku em li ewên
ku xwedîgirav ‘nezan’ in dikin, bûye sedema vê nivîsarê, belkî em hinekî mafê
wan lehengan bidinê û gunehê xwe sivik bikim. Çimkî bi rastî tiştekî seyr û
bêgane ye ku em wisa neheqî û zînatê li van camêran bikin, kesên ne ji wan bûya,
em dê îro ne zana û ne jî nazan, tune bûna. Lewre bes e em çemk û îdiyomên şaş û
nemirovane bi kar tînin û bi ser rindiya wan bav û bapîrên xwe de hinek tiseyî û
kêmasiyê li wan bikin…
Hêvîdar im em çemk û danasînên xwe
baş sorax bikin berî ku em li xwe digirin û di jiyana xwe de dikin rêbaz, çimkî
alavên şaş kujerên xwediyên xwe ne, Kurd jî îro bêtirî her kêlîkê pêdiviya wan
bi ponijîna rast û resen heye, nexwe, bila em bilyan bin û bi hoya nezaniya xwe
regezên pêşketin û xelasiya xwe nekujin ta sibe bê û zarokên me li ser van
çewtiyan mezin nebin û rêya xelasiya xwe wek tiştekî kewden, kevin û bênirx
nebînin. Heke em îro kal û pîrên xwe mînak ji nezanî û paşverûtiyê re dibînin û
em zanîna qels û pênûs û kaxezeke miştî jehr maka zanînê dibînin û pê xwe li
serê civaka Kurdî qapan dikin, hezar rehm û xweşî li tiştekî navê xwe Kurd û
Kurdayetî be…