Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
Neue Seite 1
Kampanya  100
 

16 February 2009 20:44

Nizanim!

Mihemed ELÎ

efrin2612@hotmail.com

rojava.net- 16.02.2009

 

  nizanim çi ne wateyên nepen

ku pê vebêjim bîra dil ji çavên te re?

 

nizanim çi ne rengên razemendiya te

ku pê nîgar bikim dirbên jivana me?

 

nizanim çi ne melhemên dilan

ku pê nerm bikim reqiya dilê te?

 

nizanim çi ne alavên ragirtinê

ku ragirim dilê girgîn dûrî te?

 

nizanim li kû ne sinên efsûna te

ku lê bibim bazê sira te?

 

nizanim li kû ne zozanên bedewiya te

ku vexwim ji lîlava çemên te?

 

nizanim li kû ye lewenda pêjna te

ku pê sermest bibim li ser sîngê berfîn

û bibim beniyê evîna te?

 

 

 

Design: www.hesso.de 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005