|
efrin2612@hotmail.com
Em ji mebesta we
baş serwext bûne,
em li bendê ne
ku hûn jî ji
bersiva me baş
serwext bibim.
Ji destpêkê de
me guman dikir
ku alaza we ji
hevderketinê bi
me re ev yek bû,
lê hingê me soz
dabû rewîşta xwe
ku em ê tu caran
xiniziyê li
nan-xwêya, ku me
li nik bavê we
peyda kiriye,
nekin. Jiyan bi
xwe jî ne sosret
e, lê reftarên
we jiyan li
pêşerî me seyr û
bêgane kir! Li
hemû deverên
dinyayê wisa ye,
ku keçik bi
hatina xortan bo
mala wan û
xwestina wan bi
teşeyekî fermî
bextewar dibin,
tenê hûn
berevajî hemû
keçikên dinyayê
tevgerîn! Hatina
me ji we re bo
cihê zivêrbûnê,
çaxa me xwedanên
we ji dîdarên
xwe haydar
dikirin, mirov
digot qey em
xedeng û nobaran
di dilê we de
diçikînin! Lê
çaxa li gorî
daxwaza we, me
hûn bi dizî û di
quncikên reş de
didîtin, payan
ji şadmendiya we
re nîn bû, pazik
nîn bûn hûn pê
bifirîna…! Reng
e ev vîn û awata
hemû xortên
cîhanê be, lê li
nik me ev tiştê
herî kêm û nizim
e ku yek li
bendê ye ji
kiryarên mirovên
wek me derkevin,
mirovên xwe
dispêrin gerdîş
û dabên kurdî,
xwe dispêrin
sinc û rewîşta
kurdayetiya
rasteqîn! Em fêr
nebûne malên ku
deriyên wan hene,
di paceyan re
têkevinê, em fêr
nebûne xinizî û
bêxwêtiyê li
kesên dilpak û
dilawer bikin.
Kesên sîng û
deriyên xwe bi
firehî û rûkenî
ji me re vekirin,
em pêşwazî kirin
û camêriyeke
bêsînor û nebêj
raberî me kir,
hew pêkan e em
baweriya wan li
ser axê bihêlin…
Ma ne mirin ji
bo armancên hêja
û berz mirina
herî xweş e,
bila em jî wisa
ji ber
xweragiritna li
hember averêbûn
û xiniziyê
bimirin û bi
serbilindî û
rûmet herin gorê…
Vêca hûn herin
li rêgeyeke
mirinê bigerin,
bi dilxwazî li
qelfê ku hûn ê
jiyana duyemîn
tev bidomînin
bigerin û vê re
bifirin…
Salên ku em bi
rengên xwe li
ser xaka welatê
rojê buharê
rengîn dikin û
dixemilînin,
rehên xwe di
zeviyên dîrokê
de kûr berdane.
Ji roja ku tavê
çavên xwe li
xweşikiya welatê
me vekiriye, em
vê re dilsozên
peymana geşta
sinc û akarên
bijare û resen
in. Bawer bikin
hûn bijîner bûn,
lê dûpat bibin
ku vîna me hêj
tundtir bû ku em
neşimitin colên
we dav tê de
venûştibûn,
gengaz e kevz û
mîla we pir
dildarên sava û
bêguneh
dabelandibin, lê
helbet ne em bûm…
Vaye îro ew
berfa çelrojê
hêdî hêdî dihele,
vaye dîsa giya
serê xwe
hildidin, vaye
ewrên zînatê
vedikişin, vaye
gupikên dar û
deviyan ji nû ve
dipeqin, vaye
refên balindeyên
penaber tev alên
serkeftinê dilê
mişextiyê
diqelêşin… Em
îro kilaveyên
dilên xweser li
pêşangehên
mirovantiyê
raber dikin,
bîner bêlayan li
kilaveyên me
herduyan
dimeyzînin,
rexnekarên dilan,
pisporên ged û
şanên resen
reftarên me
dihelsingînin,
bila biryara
dawî ya dilên
bêlayan be, bila
mêzîn û teraziya
darizandinê xwe
derpêş bike û
rûpelên me di
pirtûka mêjûyê
evînê de
biparêze…
|