|
Em di bin sîwanên van malên bêteşe de
dîlên jiyana bêaso ne.
Di sîpera van avahiyên bêgiyan de,
bîranînên heyî tên qelandin.
Her roj nameya çarenûsa giyanekî wek
lehiya Noh tê
Bi xwe re kevoka mizgîna jiyaneke nû
dide jî serjê dike…
hemû hêvî û nîgarên gulşena pindarên me
tên kuştin…
Ev penaberî, li welat duqat zor e, li
wir sedqat e zorî…
Li wir biharê tev hersê xwîşkên wê
davêjin darê sêpiyê…
Li vir kuştina wan bi bêşermî pesend
dikin…
Li wir ker in, lê xwe dikin şêr û dibin
serwerên birayên xwe.
Li vir jî rovî ji wan re dikin keçeliyan
bo birevînên termên xewnên rûmeta me…
|