Dawiya
şeva sêyemîn li gundê Şiyê, berî ez çavên xwe radestî xewa şevê bikin û
nobedariya sitêrkan ji çavên te yî şiyar re bihêlim, ez dixwazim çend peyvên ku
ji min tikan dikin berî ez razim, ez wan raxim ser rûpelên lênûska te di dilê
min de veqetandiye, bavêjim terkiya bîranînên paşerojê…
Reng e, rojekê
çaxa tu ji hengame û tevleheviya rewîşta xwe azad dibî, tu wan di ber çavên niha
tîşka xwe li me qedexe dikin re derbas bikî, rojekê dilovanî xwe berde nav
gulîstana dilê sava û derfetê bide van peyvan ku li lêvên gezo bibim mêvan.
Erê xamina min,
tu wisa bûye dax û te sûnd xwariye tu ji dilê min nagerî ta ku tu dilopa dawîn
ji xwîna wî darivînî ser kevirê perestgeha bedewiya xwe! Lê bizanibe tu bi xwe
ne xwediya vê daxa hanê yî, na. Qederê wisa xwestiye ku ez di rêveçûna jiyana
xwe de bêşim, belkî ev êş jî bibe pêkana ezgeriya rewîşta sade!
Di vê şeva
dawîn de ku pêjna te dîsa hemû heyîna min û heyîna gundê Şiyê dagirtiye, vaye ez
bi dilê xwe diçim ber keviyê perestgeha te û min şûrê çirandina dilê kewden û
gêl bi xwe re aniye, ez bi hemd xwe didin ber lêdanên dilreqî û dilkeviriya te!
Di van kêlîkên ku çirke xwe radestî xulekan dikin, û xulek xwe radestî
demjimêran dikin de, dilê min jî êdî xulekên dawîn li gundê ez kirime nêçîra
bêdiliya te derbas dike. Di vê şeva dawîn de ez dixwazim aşartina dawîn bikim,
aşartina ku baş bê famkirin girîng e, lê heke çewt− û nemaze ji te− bê famkirin,
kambaxiya herî gewre ye!
Îşev dil, holman
û heşê min di pevçûneke nebêj de ne, her kes dixwaze bîrdoza xwe bipeyitîne, her
kes dixwaze helwesta xwe biçespîne, lê tu kes li rewşa min, li deraqê ez tê de
me napirse, her kes mîna te li xelasiya xwe digere, erê mîna te dikin, çawa tu
rûnivîseke qelp bû û di rûdankeke sexte de li jiyana min bûbû mêvan, te wek
hespê troy bi fêlbazî dilê min dagirtibû, ew jî îro li min wisa dikin, ew jî îro
destên xwe ji birînên bi mebest li canê min vekirine dişon û li kiryarên xwe
mikur nayên!
Gelo
tu dizanî çi bû gunehê min? Gelo tu dizanî çi bû şaşiya min? Ax çi şerm e! Ez ê
sedema kulên te li dilê min peyda kirine bi “şaşî” binavînim! Erê tiştê herî
palîn, tiştê herî sade û xavî li ser rûyê zemîn îro wisa tê navandin, erê delala
min, mirovantiya ku hîştiye ez wisa bi sewda te bikevim û bêm girêdan, îro şaşî
tê navandin, ma tu dibînî çendî seyr e ev jiyana me, ma tu dibînî çendî asan e
tu wek zîlên genimê nû ji bin axê çekiriye bi bayê çele re virde-wêde diçin û
tên, te dîtiye tu çiqas zû xwe ji gotinên xwe dişo û xwedî li berhemên xwe yên
qelp dernakevî!!
Em îro gorî û
qurbanên rûyê te yî xaponek in, em îro dîl û girtiyê bişirîna te ya pîşe ne… em
îro bêdeng dimirin, em îro di vê gerdûna bêpayan de hilnayên, ka bêje em kû ve
herin ji ber bêdadiya te, ji ber tîrêjên çavên te, ji ber pêjna te ya ku bûye
bazin û di xeleka rojgara min de digere…?