|
Gotinek:
Li vê dumahiyê
wesa xoyadibît
ko hindek
nivîskar û
rewşenbîr û
siyasiyên me jî,
bi rengekê şaş
hindek peyv û
zaravên Kurdî di
nivîsin û
pirogram û
hevpeyvînên xwe
da bikardînin û
pê diaxivin.
Bi rastî li
despêkê ev
biradere ji
tiblên destan
derbaz nedibûn,
lê wekî êşeka
vegir û kujek
hêdî hêdî ya
vedigirît, ne
xasime gençên me
yên xûngerim,
hîvîdarim ji wan
berêzên ko
nivîsîna me ji
teniştên wan
digirît
lêzivrînekê di
xwe da biken û
vê nivîsîna me
bi sîngekê
berfireh
wergirin, çunkî
bi tinê merem ji
vê çendê
xizmetkirina
zimanê Kurdî yê
şirîne…
Ew peyv û zarav
û paşgirên me
merem pê evene:
* Paşbendê (ve)
ev –ve- ye di
zimanê Kurdî da
bi du karan
radibît:
1- Eger (ve) li
pêşiya kar –
çawgê sade hat,
wî demî dê bîte
pêşgir û dê kar
– (çawg)ê sade
hat wî demî dê
bîte pêşgir û dê
kar (çawg)ê sade
guhirît bo kar (çawg)ê
dariştî û ramana
wî jî dê guhrît
u ramaneka nû
detê, anko bo
darêştina
peyveka nûye, bo
mimone: karê
(girt) bo
girtina her
tiştekî dihête
bikaranîn, lê
demê pêşgirê (ve)
diêxîne pêşiya
wê dê bîte: ve +
girt = vegirt,
li vêre raman jê
hate guhartin,
anko bo her
tiştekê ji
bilindahiyê
bihêt û mirov bi
destî vegirît
yan jî vegirtina
dest u pîyên
şikestî.
Her wesa karê:
Kir ----- vekir
Kuşt ---- vekuşt
Xwarin ----
vexwarin
Dan ---- vedan
Di van nimonên
serî da ramana
karên (girt, kir,
kuşt) û çawgên (xwarin,
dan) di cudane
ji karên (vegirt,
vekir, vekuşt) û
çawgên (vexwarin
û vedan).
2- Eger pêşgirê
(ve – eve) li
dûmahiya karî
hat, wî demî ev
(ve – eve) ye
dêbîte paşgir bo
dubarekirina
karê dihête
bikarînan, bo
nimone:
zivirî + ve =
zivirîve
girt +ve =
girteve
hat + ve =
hateve
kir + ve =
kireve
sitand + ve =
sitandeve
di van nimonê
serî da, karê (zivrîve,
hateve,
sitandeve,
girteve û kireve)
yanko bo cara
duyê, yan pitir
yên dubare bûyn.
Lê mixabin ev
nivîser û
rewşenbîrên me
bêy ko karê vî
paşgirê (ve)
bizanin di
axivtin û di
pirogramên xwe
da bikardînin û
şanaziyê jî pê
diben. Gelek
caran jî her
çênabît û belkî
guneheke jî di
rasta zimanî da
diken demê di
axivtina xwe da
bikardînin, lê
bi difin bilindî
û bi şanazîve
bikardînin, evê
çendê bêhna min
çik kir û êdî ez
neşiyam ji vê
çendê pitr xwe
bigrim , lewra
jî ev çend rêzke
ji dayik bûn…
Bo nimone;
Ev berêze, demê
diçin senterekî
çi rewşenbîrî,
yan civakî..
vediken (helbet
ev sentere bo
cara yekêye
dihête vekirin)
dê bêjin: (vekirneveya
vî senterî), eve
jî şaşîyek
mezine, pêdvîye
bihête gotin (vekirna
vî senterî).
Gelek caran jî
gunehbarekê hey
û gelek guneh
kirîne û hêjta
nehatiye girtin,
min bihîstiye
dibêjin; divêt
em wî gunehbarî
(bigrîneve) û
rewaney dadgehê
bikeyn, dîsa eve
jî şaşîye, çunkî
girtina vî
gunehbarî bo
cara yekêye dê
hête girtin,
lewra ya durust
ewe bibêjin: (divêt
em wî gunehbarî
bigrîn û …)
Min nevêt ez
pitir nimonan
bihînim yan jî
navan rêz bikem,
çunkî eve ya
bûye êşeka vegir
nexasim dinav
gencan da…
* Ez bawerim,
yan ez nebawerim:
Ev zarave jî li
cem gelek
nivîserên me bi
rengek şaş
dihête gotin û
nivîsin, çunkî
demê ew dibêjî (ez
bawrim) em
merema wan
têdigehîn, lê ji
alîyê zimanî ve
ne duruste,
çunkî herwekî tu
bêjî (ez Kurdim),
yan (ez şêrim),
li vêre (ez
bawerim) ji
alîyê zimanî ve
anko navê min
bawere yan jî ez
bi xwe bawerim,
her wekî çawa ez
Kurdim, yan
şêrim.
Her çende di
axivtinê da
gelek caran ji
bo sivikkirnê em
dişêyn hindek
tîpan nebêjîn,
mîna zaravên
serî, lê pêdvîye
tîpa despêkê (b)
bihête îşikdan (şidandin),
belê di nivîsînê
da çi rê naçinê
û divêt bi
durustî bihêt
nivisîn, yanko
divêt binivîsîn:
(ez bi bawerim),
yan jî (ez ne bi
bawerim), li
vêre merem pê (ez
bawer dikem), (ez
bawernakem).
* parsal:
Bi rastî ez
nizanim ev (parsal)e
ji kîve hatîye,
ji min were ya
nûye û çêkirye,
peyva (par) bi
tinê bo (sal)ê
dihêt bikarînan
û merem jî pê
sala borîye, lê
vêre pêdvînaket
em salê lê zêde
bikeyn, çunkî
eger (parsal) ya
durust bît,
pêdvîye (pêrar
sal) jî, yan (betrapêrar
sal) jî, yan pêr
roj – roja pêr)
jî durust bin,
çunkî hemî wekî
(par) heval
karên demîne.
* pêşeroj:
Ev zarave jî
gelekê ber
belave, nemaze
li bakor û
rojavayê
Kurdistanê, lê
bi ditina min (pêşeroj)
şaşîye û (paşeroj)
durusttire,
çunkî bo (cihî)
em dişêyn bêjîn,
were (pêşiya
min) yan here (pêşîya
karwanî), lê bo
(demî) em
dibêjîn here (paşî
ezê bihêm) yan
paşî ezê (xwarinê
bixwem).
Nimonek din di
Kurdî da me heye
em dibêjîn (çirya
pêşî) û (çirya
paşî), li vêre (çirya
pêşî) ji bo meha
ko (çûyî – bûrî)
dihête bikaranîn,
lê (çirya paşî)
ji bo meha ko
hêj nehatî di
hête bikaranîn,
lewra ez dibêjim
bi dîtina min (paşeroj)
durusttire ji (pêşeroj)
ji bo demê hêj
nehatî
|