|
Di rojên dawî de termînolojî û alfabeya
kurdî bûn mijara çend civîn û nivîsan.
Bi geşedana tevgera perwerdehiya bi
zimanê zikmakî li bakurê welêt û li
Tirkiyeyê, pir xwezayî ye ku xemên
kurdan ên têkildarî kêmasiyên bingeha
perwerdehiyê jî xwe didin der.
***
Dewleta tirk vê daxwaza kurdan erê jî
bike, li dij jî derkeve, bi awayek ji
awayan kurd dixwazin perwerdehiya bi
kurdî-kurmancî û zazakî- bidin
destpêkirin. Dema ev daxwaz veguhere
biryarekê, rewş wê cidîtir bibe û êdî
teorî jî wê bivênevê cihê xwe bide
pratîkê.
***
Eger di demeke nêz de kurd biryarê bidin
bi zimanê xwe perwerdê bidin zarokên
xwe, û pêşamadekarî nekin, ew ê rastî
gelek zehmetiyan bên. Kurdên ku vê yekê
dibînin, dikevin nava hewldana
tesbîtkirina kêmasiyên bingehîn û van
kêmasiyan hêdî hêdî tînin rojevê.
***
Ji bilî nebûna materyalên perwerdehiyê,
û rêbazeke desnîşankirî ya perwerdehiyê,
her wiha şîlobûna ternînolojiya hin
warên zanistî û hetta hevnegirtina
rastnivîs û alfabeyên tên bikaranîn jî,
weke pirsgirêkên girîng xwe nîşan didin.
***
Bi tesîra van çalakiyên demên dawî û
dîsa bi xema amadekirina zemîna
perwerdehiya û jiyaneke di herwarî de bi
kurdî, heftiya borî li Amedê civîneke 4
rojan ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Amedê,
Midûriyeta çandê ya şaredariyê û hin
zimanzanan li ser termînolojiya
kurdî-kurmancî pêk hat.
***
Piştî vê civîna girîng a bi giranî li
ser termînolojiya kurdî, koma xebatê
lîsteyeke têgehan di encamnameya xwe de
belav kir. Desnîşankirina nêzî sê sed
têgehên di ware kargeriyê de, xebateke
pir hêja ye û têgehên mijara gotinê xuya
ye pir bi hesasî hatine neqandin û
pêşniyarkirin.
***
Ez bi xwe wekî kesekî ku bi salan e bi
awayekî profesyonel bi redaksiyona nûçe
û nivîsarên kurdî re mijûl dibim, min ê
jî kêm zêde heman têgeh bi awayê ku koma
xebatê desnîşan kirine, pêşniyar
bikirana. Li gel vê yekê jî li ser
rêbaza xebata van zehmetkêşên zimanê
kurdî hin rexneyên min hene.
***
Xebatên li ser ziman û encamên wan ên ji
bo hemû saziyan tên pêşniyarkirin an jî
wekî biryar tên ferzkirin- ku ez hêvî
dikim têgehên di encamnameyê de tenê
wekî pêşniyarkirî hatibin weşandin- divê
bi tevlîkirina zêdetir nûnerên dezgehên
têkildar bên pêk anîn.
***
Herçendî kesên ev civîn pêk anî,
rasterast têkildarên mijarê bin jî, bi
baweriya min pêwîst bû beriya civînê
nêrînên xwe bi zêdetir dezgehên têkildar
re parve kiribana. Ji televizyon, radio,
rojname, malper û kovarên bi kurdî
weşanê dikin bigirin heta gelek
mamosteyên li ser ziman xebatê dikin,
wergirtina nêrînên hemû têkildaran
rewabûna xebatên wisa dikare zeximtir û
têkûztir bike.
Diyar e ku ji niha şûn ve jî wê gelek
xebatên wisa pêk bên û ji bo ev xebat
baştir û zûtir bigihîjin armancên xwe,
ez pêşniyar dikim ku qet nebe ji niha û
şûn ve ev koma xebatê rêbaza pêkanîna
civînên xwe di ber çavan re derbas bike.
Jixwe di encamnameyê de ew bi xwe jî
dibêjin ku hinek bilezûbez ev civîn
hatiye amadekirin û lidarxistin. Hûn ji
min bipirsin karûbarên der barê mijareke
ku bi milyonan kesan eleqedar dike, divê
bilezûbez neyên kirin. Bila karûbarên
wisa çend hefte bi derengî bin, lê
baştir, têkûztir û demokratîktir bin.
***
Di vî warî de nimûneyên xebatên baş û
nebaş ên li ser zimanên netewe û
zaravayên din hene li ber me. Divê em ji
bîr nekin ku xebatên bi rêbazên şaş bên
meşandin, an tevliheviya heyî zêdetir
dikin, an jî zimanekî çêkirî, sunî û ji
çêja xezayî û civakî pir xalîkirî bi
gewde dikin.
***
Ev zimanê ku zêdetirî sed salan
dagirkeran hewl daye jihev bixe, û ji
hev belav bike, dema em perçeyên wî kom
bikin, divê em wan pir baş li şûna wan
bicih bikin û gewdeyekî ucûbe jê
neafirînin, ji bo vê yekê jî berî
hertiştî tiştê were kirin sûdwergirtina
ji ezmûnên neteweyên din e û
destnîşankirina rêbaz(ên) zanistî ye.
mazharroj@hotmail.com
www.welat.com
|