|
Jiyana min, di hunavê min de ye lewma
tiştek kêm nîne, tenê pir dem ji min re
gerek e, her roj dihisim ku pir tişt
hebûn min nekirin, ango demkî veqetînim
ji bo kêm razêm, pir şiyar bim û heke
min heyv bidîta, min ê li ser tîrêjên wê,
hinkî ji xwe re binivîsanday a û li
benda elinda rojê bimama û li ser baskên
roniya wê min ê bi ronya çavên xwe,
diyariyek li ser nîgar bikira, ji xort û
çîçekên gelê xwe re, ji gilokên pêşerojê
re, bigota : ez ji we hezdikim û bi we
dijîm .
ku dema nim heba, min ê bi hêsirên dilê
xwe, gula yasemîn av bida û bihna
wê li ser welatê xwe biweşanda û min ê
ji hemû revokên sîdankan re bigota ma ne
bes e dûbarekirina rêbazên parsê wê
banga min jî, ji xortên ku ji
herifandinê azad bûne, ku mafê gelan ne
bi parsê tête standin, lewma heke dema
min hebe min ê ew xortên ku ji xêza
parsê derketine himbêz bikira û germaya
singa xwe li wan belav bikira û min ji
wan re bi hestên zimanê xwe nîşan bikira
ku dema gotin û lîstan bûhirtiye û ava
gotin û dest pelandinê, pêkenîna bi
miletê me, ji wan kesê di eniya çanda
tirsê ci girtine û dixwazin roja
xweseriyê bi bêjinkan veşêrin, heke dema
min heba, min ji asoyê ku bi vedenga
dîwaran re tê, ku ne dîtinê de hûn di
hemo çavan de ne, di lêvkirina stêrkên
ne dîtine, hûn di şanik û bijankên xwînê
de ne, heke dema min heba min helwesta
xwe belavbikira ji list û imzekirinên bê
sûde û di perşanya şîrovekirina bê vehêt,
lê pir dilgeş û şad im ku yasemîn ne di
wê rêza parsekan de bû lewma her sibiha
ku bi roniyê dibînim bo sibe, ez ê di
parsûyên xwe alekê çêkim û li ser tîpên
yasemîn avakim ku ji çanda tirsê û tama
şikenandinê û xizanya parsê azad bûye .
heke dema min heba, min dem biafiranda û
bi babîsokên nedîtî re, hêviyên salan
bişanda û min ê bigota, jibo yasemîn di
azadî û girtinê de, di saxî û mirinê de,
ez ê her demê zêde bikim û tim û tim wê
dema min hebe, ku ji gilok û xortan re
bêjim :
Ez ji we hezdikim ……….
17-2-2009
|