|
Muxaleft, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kevrên
bingehîn yên avakirina rasteqîne û pêşvebirina
her welatekiye, parastina van nirxan yek ji
erkên sereke yên deselatê ye, gelek deselat hene
bi taybet li welatên pêşketî ji boy ku karê wan
baştir bê maşandin muxalif, rexnegir û kesên
wêrek çêdikin, diparêzin û destek dikin, lê
Mixabin li piraniya welatên rojhelata navîn,
muxalif bi wateya xayîn, rexnegir bi wateya
kirêgirtî û rastgo jî bi ajan û ziman dirêjiyê
tên li qelemdan, mixabin yek ji wan jî welatê me
ye.
Di deriyaya bi gemar ya rojhelata navîn de
Kurdistana mezin gemiyek kevnare şilo pilo û
xiloleye, berjewendiya dawîn ya gel li çar
aliyên welat li ser pişta vê gemiyê ye, hêviya
her kesiye gemî bi silamet bigehe armanca xwe.
Niqobûna her aliyekî bi wateya serûbinkirina
gemiyê tê zanîn, ji ber vê yekê parastina gişt
gemiyê erkê ser milê teva ne, ango ne ziman
dirêjiye belkî mafê her kurdekî ye, xwe bi
xwediyê gişt kurdistanê bizane, erê .. heke em
rastiya van sînûrên destkird nasbikin gereke
wisa be, çima na?.
. Îro li başûrê welatê me çirayek geş helbûye,
parastin û geşmayîna vî çirayî erkê ser milê her
kurdekî ye, pêwîste kurdê/a sor, yê/a zer, yê/a
kesik, yê/a sipî û heya bi yê/a bê reng jî ji
boy parastina prosesa azadiya başûrê Kurdistanê
hewil bidin, mîna bazinê keskesorê rengên xwe li
hev badin û vê destkeftiya dîrokî biparêzin.
Dema em basê van erkan dikîn gereke em qebûl jî
bikin ku mafê her kurdekî heye ji boy geşepêdana
kar rexnê li xebatên rêvebir û rêvebiriyê
bigire. Ger na, gelo ma emê çi ji welatekî yek
rengî û yek dengî bikin, ku tê de azadiya
bîrûrayan qedexe be, tawana welatparêzan
derbirîna daxa dilan be?, emê çi ji welatekî
bikin muxalifet tê de neyê parastin, jin lê bên
kujtin, mela hakim be, serok caş rêber be û
kilîl û mifte bi dest gendelan be?.
Her şoreşek li cîhanê serîhiladayi û serketin bi
dest ve anî, ewe ya ku general û serleşkerên wê
mil bi milê siyasetmedar û rewşenbîran dayî
meşandin, wate şoreşa bê siyasetmedar û bê
rewşenbîr tenê di çarçoveya serhildanek çekdarî
de dimîne û serketin û xelasiya milet li bendê
bi xwe re nayîne. Çend berxwedana çekdarî dom
bike li dawiya dawî maseya giftûgoyan heye û li
ser wê maseyê aliyên bi şerçûyîn tên ba hev û
gifûgo tê kirin, ne çekdar pêwîste siyasetmedar
li dora vê maseyê bên cem hev, di heman dem de
parsengiya giftûgoyan jî girêdayî hêza leşkerî,
helwesta rewşenbîran û şarezaya dîroknasa ne..
A
li ser maseya gitûgoyan timî kurdan dorandî ye û
şikestin xwariye, serencamên ked, xwîn, xebat,
girtîgeh, malwêranî, derbederî, enfal û
hilkêşana bihna jehrê pûç derketine, ango diwarê
siyasî û diblomasî de em bê rêber û bê heval
bûne, bila em yek car dijiyanê de li xwe mukir
bên û vê rastiyê bidin rû.
Kerem bikin vaye rastiya başûrê Kurdistanê li
ber çava ye.
Va ye ji sala 1991 û vir de nîvek axa başûrê
Kurdistanê azade û ji sala 2003 û vir de nîva dî
jî ber bi azadiyê ve ye, çi bû, çi encam jê
derket?
1-
bereyê Kurdistanê ku ji 8 partiyan pêk
dihat, di nav lepên du partiyan de vetisî, bi
mirina bereyi re hêdî hêdî muxalifet,
rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kiz bû û ber bi
neman ve çûn.
2-
Nakokiyên partayetî, civakî û olî bi şerê
deselatê re kûrbûn.
3-
Herêma min û ya wî bû realîteyek, cardin
Kurdistan hat parçekirin, mixabin vê carê bi
destê Kurdan bû.
4-
Hestên neteweyî ji sifrê ber bi jêr kirin.
5-
Jin ku nîva civakê ye ji xwe re kirin
armanc, li jêr dirûşme ya namûs li cem jinê ye,
xilasbûn ji jinan wate xilasbûne ji koletiyê û
jêr destiyê ye.
6-
Gendeliya rêveberiyê, milet ji beşdarbûyîna
prosesa rizgariya neteweyî dûrxistin, ev
gendeliya heyî bêhêvîbûnek li cem xelkê
Kurdistanê dirust kir û milet tar û mar kir.
7-
Partiyên deselatdar ji ber nakokiyên xwe
yên hundirîn û berjewendiyên xwe yên kesayetî,
serok caş, sîxur û dijminên gel ku hîna jî xwîna
kurdan bi destan ve ye, li xwe komkirin û kirin,
rêberiya gel û welat di destan kirin.
8-
Berjewendiyên kesayetî beriztir bûn ji yên
neteweyî.
9-
Li şûna prosesa rewşenbîriyê pêş de bibin,
bi rewşenbîran belîn, wijdanê rewşenbîran bi
pere û malê dinê kirîn û firotin.
10-
Dizîker zêde bûn gotin zengînî li
kurdistanê heye, xwinmij û bazirganên şer li ser
xwîna şehîdan burc û telar danîn gotin Kurdistan
avedan bûye, gendelî hat normalîze kirin gotin
eve berê xebat û mandûbûyînê ye, bila bixwin!!.
11-
Li başûr hêz bû yasa, 17 sal borîn hîna jî
yasa yê cîyê xwe negirtiye, li şûna dadgehê
axayek dikare navbirîkariyê bike û bi hêceta
çaksaziya civakî bikujan ji hukmê edaletê
dûrbixin.
12-
Li ser xatira xatiran her kar tê maşandin û
her kar jî tê xerabkirin.
13-
Walî li gora dilê xwe dikare perçe zeviyan
parve bike, li gorî nasbûn û wasteyîyê harîkarî
bi xelkê re tê kirin
14-
Ji 80% budceya hikûmeta herêmê bo meaşa ye
û 20% bu avakirinê ye, dibêjin bê karî heye û bi
vê yekê gel ji belingaziyê rizgar dibe..
15-
Ketina astê xwendin û perwerdeyê bi rengekî
metirsîdar, astê xwendinê berî 17 salan bilintir
bû ji ya niha.
16-
Pishtî 17 salan ji rizgariyê, kolan û cade
yên bashûrê Kurdistanê rengê cade û kolanên
erebistana Sûdî wergirtiye, berî 17 salan hev re
jiyana hemwelatiyan, bi ol û bîrûbawerên xwe yên
cida ve bashtir bû ji niha.
17-
Mela li ser menberan dawaza fetwayan li
beshekî civatê derdixe (nimûne mele Ferzende li
Akirê), û ser mehê meashê xwe ji wezareta Ewqaf
û karûbarên dînî werdigre, kas nabêje çima?!!.
Dîroka me gişt dûbare ye û ger iro jî Kurd ji nû ve
dest bi şoreşê bikin dê heman şaşiyan kin, ji
ber ku bingehê şoreş li ser tê avakirin bingehek
zeyîv û lawaz e. Em Kurd di germin bo hin
meseleyên neteweyî bêyi ku şûn pê yê xwe
bibînîin lingê xwe tavêjîn, hem zû baweriyê bi
hevalê/a xwe tînîn, hem jî zû wî/ê bi xayîn li
qelem didin.
Siyaset zaniste û ji bilî bashûrê Kurdistanê, li gişt
cîhanê ev zanist bi şêweyek berfireh tê xwendin
û her neteweyek yan her welatek li gorî
pêwîstiya xwe giringiyê pê dide, pêwîste karê
siyasî û siyasetvaniyê di çarçove ya şengest û
pransîpên zanistê siyasetê de werin nirxandin,
dema em bêjin filan kes yan bêvan kes
siyasetmedare gereke bêjîn ka wî çend siyaset
wek zanist xwendiye, di çi biwarî de şareza ye,
bi bînin her hemwelatiyek Kurdistanê di heman
dem de xwe bi mamoste, dixtor, endaziyar,
cotkar, siyasetmedar, hosta, bazirgan û htd.
Hisab dike, taybetmendiya kar tine be wê halê me
ev hal be û rewşa me wê xeraptir lê were.
22.09.2008 Berlin
|