|
Êş,
destebirakê hezê ye,
hez di zindana leşê
me de rizî ye.
Tu êdî ber bi
nemana êşê ve diheliyayî.
Bejna te berhema
derûna nepeniyê bû.
Wekî berê nema
têhna rojan dişkest,
ne jî,
wekî berê, te guh
li ber srûdên biharistana helbestê bel nedikir.
şînahî dihatin xewa
me, hingê xewnên me şîn dibûn
bê sînor difirîn
xweziyên bê nav û nîşan,
em li ber derazînka
hesreta xwe de, li xwe digeriyan,
di kefa destên me
de stêr dirêjiyan, asîman keçel dibû,
şev sêwî, tenha û
belengaz.
Min bêdengiya dengê
te guhdarî dikir.
Carina jî zemawenda
dîtinê dûr diket,
carina jî, tu bê
xatir diçûyî,
û rengê te li
cêjvanê dima.
Belkî kefenekî spî
bû ew şev,
belkî jî, ne
rasthatina du hêsiran bû.
Min bê te, ji van
şûnwaran bar nedikir,
û nik dareke tûwê,
min destmala te diveşart.
Dema ku tixûbên
hezkirina te ziwa dibin,
ev cîhan tar û mar
dibe ji peyvên mirina serwext.
Çima dilo, tu hez
dikî dûr bikevî?!
Dizanim,
teniyatî di rojên
dûriyanê de,
sermediya veşartina
tîke dilekî gunehkare,
û ariyanên ser
lêveke xatirxwastiye.
Awirvedanên çiyayên
kovanê,
bi ser keskegotinên
salên me de digirtin,
di wê werzê de kenê
te pîrejinek bû,
hebûna kulîlkan, di
bin ebayê welatê tozê de vajî dibû,
bijale bûn aşûpên
bextewariyê,
hatine kuştin
pirpirîkên dengê agirê birîndar,
ji quntarên çiyayê
Toros jî,
dengê bilûreke
xwedankuj dihat.
Êdî, tu jî, ber bi
hembêza jandariyê ve diçûyî
û hêdî hêdî,
hêmin û asûdeyî.
Sîbera reşê şevê
konê xwe vegirt ser bejna te.
|