|
.jpg)
-Bi
kurtî…Mesûd Xelef kî ye?
Li gundê Xezne ji dayik bûm, wekî xwe min xwe
dît, di nava toza gund de, di gel hevalên ku
niha hemî mezin bûne, mezim bûm, wekî her
mirovekî kurd bi êşên xwe re mezin bûm, bi her
roj, ji keçikanî xisitna sinbilên genim li dora
wî gundî ez mezin bûm, her ku mezin di bûm, her
ji kesatiya xwe xerîb di bûm. Gund gundekî mezin
bû, te çi rengê mirovan bixwesta peyda dibûn,
hemî bê yî xwe mezin di bûn, nizanî bûn ji bû çi
dijîn, caran ku bi tenê xwe dimam, min berê xwe
dida nav kozika kevokan, li gel wan diaxfîm,
carina jî, min stiranên Mihemed Şêxo ji wan re
digotin. Em hêdî hêdî mezin dibûn û hêdî hêdî
dihatin kuştin bê ku em bizanin, ta ku ji
nişikave min xwe dît ku êdî difetisim. Wekî her
zarokekî kurd min xewin bi kurdî didîtin û
sibihan ew xewin dibûne toza deşta wî gundî,
dema ku diçûme dibistanê, hezkirina me jî bi
kurdî bû, lê
em her dihatin daxdan bi sîxên biyaniyên ku em
her bi tirsa wan mezin dibûn û bi tirsa wan em
her şev dixew ve diçûn, di gundê me de şerekî
veşartî hebû ku ez tê ne digihştim, şerekî ku
belkî heta niha jî ez tê negihştibim, caran min
digot ev tirsonekin, ji lewma jî xwe nêzîkî
tiştekî nakin û ji biyaniyên ku axa gund dagîr
kirine ditrsin, lê ku bûyerekî biçûk jî di gund
de rû dida bi reşikên çola yên ku axa wan bi
zorê ji wan standine, hemî dibûne yek deng û
xwedî li hev derdiketin. Di nava wan şerê biçûk
de yên ku her wextî diqewimîn ez mezin dibûm, ji
xwe cûyina dibistanê meselekî diye û ya herî ku
zarokê kurda bigiştî dike du kesayet, ew
dibsitanin, ji ber ku her di roja yekem de
zimanê te li te qedexe dikin. Wekî her zarokekî
ez çûme dibistanê, lê bi rastiya ku heyî wekî
her zarokekî şaş mam û ya herî ku ez matmayî
hiştim, dema ku di oda dibistanê de ez rûniştî
bûm di gel hevalên xwe yên dî û birayê min yê
mezin hate jor û hinek gotin.. gotin ku kesî ji
me ew gotin fêmnekirin, birayê min yê ku li malê
dastanên mîna Derwîş û Edolê, Hemdîn û Şemdîn bi
kurdî ji mere digotin, min di wê odê de nema
karî jêre bibêjim, bira bi zimanê me biaxfie. Ji
van rêze gotinan ez dikarim bibêjim ku ez peyda
bûm, wesan jî bi xewinên xwe re mezin bûm. Ev ez
bûm, dûrî kesyatiya ku ez jê behis bikim û
bibêjim ez kurê bavekî zindankirî me û bêyî ku
bibêjim ez ji dayik bûyê sedsala tirsê me.
-Hin
wêjeya kurdî-di nav de hozan- bi
yeka"gundîtî"iyê–ne ya bajarvaniyê–didin nasîn,
tu vê yekê rast dibîne?
Di
serî de, sipas dikim ji bo vê pirsê, lê min
tishtekî wesan, ne di helbesten xwe de û ne ji
li cihekî dî gotiye, lê, mirov dikare weha
bibêje ku helbest dikare ji wê civaka gundan xwe
bi hêz bike, ew jî, di hinek aliyan de ku aliyê
zimane û ferhenga peyvane, lewma mirov dikae
wesan bibeje ku helbest di gunda de, xemlekî
baştir ji bo xwe dibîne û hêzekî awarte ji bo wê
peyda dibe, lê ez bawer nakim ku helbestvanek
hebe, vê yekê bibeje ku helbesta gundan baştire
an ya bajaran, di encam de hemû di vegerine yek
kaniyê, ew jî, kaniya wêjeyê ye û kes nikare vê
bike mulkê kesekî dî, helbest, ciwaniye, pirse,
helweste, mereqe û lêgeriyane. Çi li gunda, çi
li bajar, çi li kolanê, çi li deştê, hemu weke
hevin, hemû girêdayî dahênana helbestvanî ye.
-Tu
helbestên pexşane dinivîse, li gor te ne pêwîst
e helbestvan di qonaxa helbesta bikêş-qafiye-de
derbasî ya nûjen yan jî pexşane bibe?
Helbestên ku ez dinvîsim, hemû helbestin,
pexşane helbest di vî heyamî de nemaye, êdî wêje
di çarçofê teng de najî, her wesan helbest, tu
nikarî di vî serdemî de, pexşan ne helbeste an
ku helbest ne pexşane, êdî, ev gotin dihêne
rakirin, êdî heye du hevok dibine helbest. Wate
û naverok û ziman û çarçûfên wesan yên kevinare
neman ku kesê helbestvan xwe girêdayî wan şer û
mercan bibîne, heman tişt ji bo helbesta bikêşe
û wezin, wê jî, di vî serdemî de, gelek cil û
bergên dî, li ber xwe kirine, gelek şêwazên dî
niha dihêne bikarînana, nîv serbest û nîv bikêş,
lê, ez bi xwe weku bawerî, min bawerî bi çi
sînor û çi teknîk û aheng û mûzîka nîne, çawa
dihzirim, wesan dinvîsim.
-Welatê
helbestvan helbesta wî ye, ji derveyî wê ew ti
welat û sînoran nas nake, rast e?
Sînor
ji bo kesekî normal di civakê de ewe ku tu
jiyana wî tevlîhev nekî û ew bi bextewerî bijî,
kesê helbestvan jî, çi sînorekî cogirafî nasnake,
li wateyên nû yên sînoran digere, ji xwe sînor
wê helbestê parçe dikin, heger hatine dîtin,
welat jî, ew cihe ku mirov xewinan têde dibîne,
ew cihe ku tu di zarokiyê de lê mezin bûy, dibe
ku tu kurdek be, lê, jidayik bûyê Ewrupa bî, wê
jiyan ji bo te li welatê te-Kurdistan- gelekî bi
zehmet be, lê, tu yê her hest bikî ku welatekî
te heye. Wate welat, ew cihe ku tu, yan ez, têde
azad bin, heger tu li welatê xwe jî, ne azad be,
ew ne welate, heger jiyana te têde di metirsiyê
de be, tu wî welat nabîne, lewma helbestvan jî,
wekî, her mirovekî normal, hez dike li şûnekî be
ku têde azad be. Ji derveyî wê, helbest dimire,
ger nemire jî, helbestekî seqet derdikeve.
-"Ez
ne mirovê heskirinê me…Ne
jî çîrokekî xerîbiyê me"
tu weha di helbesteka xwe de dibêje, naxwe
kaniya êşa te ya berdewam, ji ku tê?
Hezkirin û xerîbî, du peyvên herî dijwarin ku ez
danûstandina rojane li gel wan dikim, weku min
di bersiva pirsa dî de jî got, tenê, ew cihê ku
mirov lê jayik dibe, mezin dibe, ezmûna
helbestvan, romannivîs, çîroknivîs çê dike,
piştire, dihê guhertin û perwazê wê berferehtir
dibe, lê, ew qanaxên destpêkê yên jiyanê,
kartêkirinekî mezin li mirovî dikin, bi taybet
heger tu li ser axekî miezn bûbe, lê tu her
xerîb bûy. Niha jî, dema ku li welatim, xwe
xerîb dibînim, xwe ji xwe xerîb dibînim, xerîbî,
ne tenê ewe ku tu ne di nav mirovên xwe de be,
belku her keftûlefteke te ya rojane, her
danûstandina te ya rojane serpêhatiyên nû ên
xerîbiyê peyda dikin. Lewma ne merce ku te eşeke
mezin hebe, ta ku tu helbestê binvîsî, eger
wesan ba, wê tenê milletên bindest helbestan
binivîsin. Wê tenê kesên ku dihêne aşkencedan û
karên giran dikin binvîsin, ji ber ku tenê ew
derdê êşê dikişînin, lê helbest nivîsandin,
hawarekî diye, felsefeye, hizire, pirse,
vexwandina ser tabloyên berûvajî yên jiyanê ye.
Her kes têde beşdare û kes têde ne beşdare.
-Helbest
ti bandorê li hawîrdorê dike, yan jî ew tenê
derbirîna hest û nestên helbestvanî ne?
Xweza
bandora li hemû tiştî dike, kevir, dar,
giyanewer û mirov, hemû tiştî diguhere, hemû
tiştî dide hizrandin di guherînên xwe yên bi lez
û yên demdirêj, tiştek wekî xwe namîne, ne ez ê
bjîim ku helbesta min gazina ji min bike û ne jî
wê serokê mezintirîn welat bimîne ku xelkek, her
navê wî bilind bikin, ne ew katêkirina berdewam
li wan dike, ne ew biberdewamî guhdariya wî
dikin, wesan jî, helbest, di mala xwe de ji
dayik dibe, mezin dibe, dîsan mezin dibe. Kesek
tê û wê li xwe mehir dike, roja din, wê diberde,
yekî dî dihê û her wesan, berdewame bi
berdewamiya mirovan re. berdewame, weku xwezayê,
xwe jî, diguhere û derdoran jî, diguhere.
-Ziman
yek ji stûnên nivîsandinê bi giştî û helbestê bi
taybetî ye, derbarê zimanê kurdî, tu peydakirina
zimanekî yekgirtî rewa dibîne?
Bi
rastî, gelek caran dibêjim ku ez ne zimanzanim û
ne jî, dixwazim têkiliya rêziman bikim, zimanê
giştî wekî hebûn ku em hemû di hevûdu bighin
başe. Wate her kurdek her du zaravên kudî yên
bingihîn bizane baştire ku kêmek kes tenê ji bo
hev binvîsin. Ji xwe yê ku em gihandine vê
qonaxê zimanê me yê kurdî bû, ew jî, heta niha
ne yek girtiye û çi pirsgirêk peyda nebûne û
bawer nakim jî peyda bibin, ji ber ku hemû
zaravên kurdî zindîbûna xwe parastine û çi zarav
nikare yê dî bikuje, çi bi rêkên kurt an dirêj.
Dagîrkerên welat jî, gelek hewildan vê yekê
bikin, lê, vaye li ber çavaye, îro roj, zimanê
kurdî bi hemû zaravê xwe ve di geşpêdanê de ye û
wê her ber bi pêş ve biçin.
-Te
çi piroje yan jî hêvî û daxwz hene di pêşerojê
de?
Dîwanekî
helbestan amede dikim, lê nizanim wê kengî amede
bibe ji bo çapê. Bihêvî me jî ku rojekî ji rojan
gora dayika xwe û Qamişilo bibînim û tiştekî dî,
ji vê jiyanê naxwazim. Di dawiyê de jî, gelek
sipas ji bo we.
Têbînî: Ev hevpeyvîn di rojnama Kurdistan Raport
de hatiye belav kirin.
|