|
Di serî de û her çende ku min ne dixwest vê
kurtenivîsê pêşkêşî xwendevanan bikim, lê, ez
bawerim ku erkê her yekî ji me ye dema kêmasî û
şaşiya bibîne, hinekî ji kesê beramber e bide
nîşandan.
Ji aliyekî dî ve, ez weku kes kekê Dildar nas
nakim lê hinek nivîsên wî li vir û dera han min
xwendin, bi rastî tê nagihim keko ji van nivîsên
te, wate, em hinekî li xwe vegerin û em bizanin
ka em çi dinvîsin, carê, em nas bikin ka nivîs
çi ye û çawa dihê nivîsandin, dîsan em hinek
pirsan ji xwe bikin, ka em ji bo çi dinvîsin, di
hemû nivîsên keke Dildar de, tevlîheviyeke mezin
heye, ji dariştina hevokan bigire û hetanî bi
ristina gotinan û hilbijartina mijaran, li
vêderê tiştek heye, ew jî ew e ku êdî dem, ne ew
dema berê ye ku heme çi bihê ber devê em
binvîsin, divê hinekî kûrbûn û têgihştin hebe,
ji ber ku ji aliyekî ve em helbestê dinvîsin û
ji aliyekî dî ve em dibine siyasetmedar û ji
aliyekî dî ve em dibine rojnamevan, divê em weku
milletê kurd xwe ji vê tevlîheviyê rizgar bikin.
Heman tişt ji bo kekê Dildar, ye ku êdî di nava
gotinên xwe de, ew bi xwe jî nema zane ku çi
dibêje, çi di gotarên wî yên kurt de yên ku min
xwendin û çi di helbestên wî de ku ew bi xwe
navê helbestê ji bo wan girane, anku mirov
navekî dî li wan bike.
Naxwazim di vê kurtenivsê de şîroveyan an ku
nirxadinên rexineyî di derbarê hinek nivîsên wî
de darêjim û berbiçav bikim, lê her xwendevanek
dikare li nivîsên wî temaşe bike û bixwîne di
malerên me yên kurdî.
Heger hat û keke Dildar bersiva vê kurte nivîsê
jî da, ez weku kes çi bersivan nadim ji bo wî,
lê tenê di vê kurte nivîsa xwe de jêre dibêjim
ku hinekî li nivîs û helbestên xwe vegerê daku
bizane kêmasî û şaşî û tevlîhevî di kû de ne.
Raste îro roj em weku kurd ji aliyê
rojnamevaniya elektironî de azadin û bi hezaran
malper me hene û her yek ji me dikare malperekî
xwe ya taybet veke û çi hez bike têde binvîse,
lê aya ev dibe çare ku em di astê rojnemavanî û
wêjeyî û hemû qadên rewşenbîriyê de berûpêş ve
biçin. Ne her kesê du gotin nivîsîn û belav
kirin nivîskare û her nivîskarê du gotin nivîsîn
û belav kirin rewşenbîre. Li xwe vegeriyan
baştirîn çareye ku em xwe nas bikin. Divê
sîstemê hizirkirinê bihê avakirin berî ku em xwe
bavêjine nava sîstemên nivîsandinê.
|