| |
|
|
|
MAFÊ MIROVAN
|
| |
01.07.2005
Rojnemevanê
kurd Mesûd Hemîd di girtîgehê rêjîma sûriyê de ye
Ji roja 24. 07.2003an de, rojnemevanê kurd Mesûd Hemîd li
paytexta sûriyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, hatiye binçav
kirin. li gor nûçeyan, ew di girtîgeha Edra de, di bin merc
û işkenceyên dijwar de dijî. Awayê nemirovane ko pê re bikar
anîne, nexweşî giha ye gewdê wî. Tiştê rêjîma sûriyê wî pê
tewanbar dikê, ew e ko wî di dema xwepêşanda zarokên kurdan
de, hinek wêne kişandine û li ser internêtê belav kirine.
Rêxistina peyamnêrên bê sînor bang li Emero Musa kir, da ji
aliyê xwe ve çareseriyekê ji rewşa mesûd re bibînê. Ji ber
ew birêvebirê komela welatên Ereban ne.
|
|
| |
01.07.2005
Çar mirovên kurd li pêşiya dadegeha ewlekariya sûriyê
Di roja 26.06.2005an de, li pêşiya dedegeha ewlekariya
rêjîma sûriyê, zindankirin li çar mirovên kurd hate birîn.
Li gor nûçeyan, ew endamên partiya PYD ê ne.
1. Salih Mihemed Yûsif 3 sal lê
hatin birîn
2. Luqman Mihemed 2,5 sal lê hatin birîn
3. Mihemed Omer Hace Eto 2,5 sal lê hatin birîn
4. Mihemed Reşîd Brahîm 3 sal lê hatin birîn
|
|
| |
01.07.2005
sê welatparêzên kurd piştî du salan zindankirin, azad
hatin berdan
di roja 26.06.2005ê de, sê welatparêzên kurd, piştî du sal
di girtîgehên rêjîma sûriyê de bûrand in, serbest hatin
berdan. Ev hersê mirov di roja 25.06.2003an de, di
xwepêşandanek zarokên kurd de li şamê, ji aliyê hêzên
ewlekariya rêjîma sûriyê ve, hati bûn binçav kirin:
1. parêzer Mihemed Mistefa
2. Xalid Mihemed Elî
3. Mihemed şerîf Ferman
|
|
| |
Pêşgotin
Ev quncik(pencere) taybetî ye; ji bo belavkirina çanda mafê
mirov û çanda lêbûrînê, di nav civakê de. Da bibê navtêdan
ji kesan re, ji komeleyan re û ji rêjîmên deshelatdar re,
daku mafê mirovan ên bingehîn bihtir biparêzin û bi hêztir
bikin. Loma, di vê çarçewê de, wê li ser van xalên jêrîn
rawestê:
1 _ ronîkirina rewşa girtiyên syasî û yên ji ber bîr û
boçûnên xwe û ji ber raman û derbirînên xwe, di zindan û
girtîgehên rêjîmên desthelatdar de ne. û xebat bi aliyê ku,
ev gertî herin pêşiya dadegehên dadmend û yasayî, da mafê
wan werê parastin li gorî pîvanên navnetewî û mirovantî û
azad bibin.
2._ riswakirina şêweyên işkencê, ên di navend û girtîgehên
desthelatdaran de û dijî girtiyan bikar tên. Ji ber ev awayê
destêwerdana kirêt, ji aliyên rêjîmên desthelatdar ve, da
girtiyan neçar bikin û li xwe mikur werin; rûmeta
mirovantiyê binpê dikin û dijî zagonên navnetewî ên taybet
ji bo parastina mafê mirovan ne.
3 _ ragihandin li ser rewşa mirovên di zindan û girtîgehên
rêjîm û desthelatdaran de, winda bûn e. yan di bin işkencê
de hatine kuştin.
4 _ xebatek ragihandinî ji bo rakirina sezayê bidarvekirina
mirovan li seranserî cîhanê. Ji ber ev seza dijî mafê jiyanê
ye û dijî wî mafê ku divê rûmeta mirovan binpê nebê û
sezayên hişk li wan newin birîn; mîna di banga gerdûnî ya
mafê mirovan de hatiye diyarkirin.
5 _ penaber û astengiyên li pêşiya wan. Çi li hundirê
welatên wan û çi li koçberiyê û derve.
6 _ mafê zarokan.
7 _ mafê jinê.
8 _ nejadperestî û tewanbariyên tevkujî. Nimûne, wek ku li
Helebçe dijî kurdan çekê kîmawî bikar anîn.
9 _ hemû şêweyên çewisandinê: netewî, olî, zayndeyî, ji ber
reng, .........hbd.
10 _ kesên di hundirê welatên xwe de, ji nasnama xwe û ji
mafê hemwelatiyê bêpar in. Mîna ku li sûriya bi serê miletê
kurd hatiye.
11 _ danasîn bi hemû peyman û zagonên netewî û navnetewî, ên
mafê mirovan diparêzin.
12 _ danasîn bi hemû rêxistinên mafê mirovan li cîhanê. Ên
serbixwe û ên girêdayî netewên yekbûyî(UN)
13._ hemû rengên çewisandina mirovan û binpêkirina mafên wan,
nemaze heger di nav xalên jorîn de nebûrî bin.
Hêvî û tikaya me ji hemû nivîskaran û çalkdarên maf
mirov,heye. da tevlî vî karî bibin û van mijarên ku, me anîn
zimên, dewlemend bikin. Bêguman, em dê hemû rastiyan belav
bikin û herweha pê re hemû gotar û nivîsandinên bi mijarên
xwe li ser van babetên jorîn, dê werin weşandin.
Win her serkeftî bin û her bimînin piştgirê doza mirovantiyê,
da serkeftî bibe.
Welîd Murad |
|
| |
|
|
| |
|
|
|
|
|
|
ji sê salan ve,
welatparêzê kurd
Ehmed Mistefa Qasim
di zindanê dey
li gor daxuyaniya partiya demoqratî pêşverû î kurd li Sûriya, hevalê
wan Ehmed Mistefa Qasim ji sê salan ve di zindanê de ye. ew ji
bajarê kurdî Kobaniyê ye û yek ji berpirsiyarê rêxistina partiya wan
li wir e. ji 03.11.2002an ve ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîma Sûriyê
ve hatiye binçav kirin. hinga hejmarek ji rojnameya Demoqratî pê re
dibînin û bihana wê, bêyî wî bînin pêşiya dadegehê heya niha di
zindanê de dihêlin |
|
Girtiyên
kurd di girtîgehên rêjîma Sûriyê de
Girtiyên kurd piştî xwepêşendana roja 05.06.2005an û ên li bajarê
kurdan Qamişlo hatine girtin. Li gor daxuyaniyên hinek rêxistinên
kurd, piştrast dikin ku bihtir ji şêst xortên kurd hatine binçav
kirn. Gelek ji wan jî temenê wan biçûke:
1-Ferhan Sebrî Ebdula
2-Brahîm Silêman Ebdula
3-Hikmet Ebdul-Hemîd Silêman
4-Ebdul-Selam Mihemed Sedûn
5-Ismet Mihemed Dawûd
6-Ednan Mihemed-Selîm Ebdula
7-Restem Derwêş Derwêş
8-Mihemed Ebas Al-Elî
9-Ciwan Mihemed Xan
10-Kamil Ehmed Meo
11-Ferhad Hac Yûnis
12-Ebdulrehman Mihemed Ebdo
13-Rodî Taha Hemê
14-Kinan Mihemed Brahîm
15-Basim Mihemed-Seîd Osman
16-Welat Mihemed-Emîn Ocê
17-Piling Ebdulfetah Ocê
18-Rêbiwar Cafer Boskê
19-Ehmed Mehmûd Emo
20-Hazim Ferzend Hac
21-Ehmed Salih Brahîm
22-Mizgîn Hisên Mihemed
23-Berzan Hisên Hac-Ebdulhemîd
24-Ebdulselam şakir Mihemed
25-Siwar Nûrî Hipo
26-Rizgar Hisên Salih
27-Hisên Xelîl Xelîfe
28-Ferhan Ehmed Hacî
29-Zîwer Mihemed-Salih şêxo
30-Xalid Mihemed Necîb
31-Mesûd Ehmed Hisên
32-Fêsel Ebdula Osê
33-Silêman Osman Zehredîn
34-Remedan Hesen Hesen
35-Ebdul-Mihsin Mihemed Silêman
36-Nezîr Mihemed-Elî Ebdê
37-Fehed Mihemed-Salih Derwêş
38-Elî Ebdul-baqî Emer
39-Knîwar Xelîl Ebdula
40-Ferhan Mihemed-Masûm Yûsiv Al-Hecî
41-Enes Ebdul-Celîl Resûl
42-Ehmed Xelîl Ehmed
43-Ela Mihemed-Sîrac îsa
44-Xalid Salih Osman
45-şiyar Ehmed şero
46-şîraz Mîzer Ebdula
47-Sîpan Silêman
48-Welat Hisên Silêman
49-Eymen Nezîr
50-Gorgîn Hewas
51-Fexrî Hamid
52-Hejar Hisên
54-Xezwan Newaf Nasir
54-Husam Emer Emer
55-Aştî Beşîr Melkê
56-Wesîm Ebdul-Hemîd Yûsiv
57-Firas Mehmûd Segvan
58-Hejar Mejdel Ocê
59-Dilşad Ehmed Yûsiv
60-Cîhad Ekrem Mihemed
61-Siûd Hisên îsa
62-Samî Emer Hisên
63-Mîlad Ebdul-Helîm Hesen
Qamişlo, 19.06.2005
|
nûç:
ji roja 01.04.2004an ve,
welatparêzê kurd Mehmûd Elî mihemed(bavê sabir) bi destê hêzên Ewlekariya
Sûriya ve, hatiye binçavkirin . bihana girtina wî jî, ji ber ku, bi
helkeftina çilrojiya nemirên komkujiya Hewlêrê, di 01.02.2004 an de, çûbû
başûrê kurdistanê. û dema vedigerê tê girtin.
ji wê çaxê ve, û heya roja îro nahêlin kes û karên wî, wî bibînin. û nejî li
pêşiya dadegehekê rawestiya ye. |
|
|