|
Xanî
tu bizane paşi qernan
Xanî li me bûne
kuncê derdan
Em ketne bi renc û
mihnetek pir
Mala me dibû konek
li maran
Xem bûn li dilê me
aşiyane
Dexlên me birin bi
oşr û talan
Cem bûn li me derd û
jan tebayî
Asayiş û emniyet me
badan
Dil kirne kela birîn
û derda
Avek li herîmê me
diverdan
Gul bûteyê me
dikirne mexmûr
Rîşa dilê wan visa
qelandin
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
pir bû dilê min li
rêka pir xûn
Xûna dilê Xanî kirme
Mecnûn
Mala me li hingî ra
xirabû
Gava ku bekir li naw
me rabûn
Xanî felekê cihan
deyiş kir
Nezma ku te dî bû ev
nemabûn
Dinya bi kemalê
xudnema bû
Kurdan li serî kilav
nemabûn
Zerrat etum li hev
cuda bûn
Ekrad bi çespê hankî
ma bûn
Dayim beşere bi
kehkeşanan
Xwe kirne bin asiman
de kanûn
Danîne li vanderan
bibînok
ta bigrite bin nezer
hemû şûn
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Ca xeîri ewane ku mi
gotin
Ilm û hunerin ku me
firotin
Xev man li cehan bi
gavekî dûr
Lev merdumi ra ne ba
esasin
Ma çend te gote me
nerazên
Razan bi me ra gelik
heramin
Dayîne bi destê
şerqnasan
Cama vê cehannima bi
zanîn
Madam li me bibin
miheqiq
Tama devê milletî
binasin
Gava ku bi mekr û
hîlebazî
Hatin ku veten me ra
reha kin
Mala me biken bi
roşenayî
Destê me li aqilî
qetandin
Ev bûne bi derzî û
xeyatek
Pîwan û birîn li her
çi xastin
Kirne be meda cilên
dilê xwe
Jehra mirinê kirne
qurê
min
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Me eql firotibû şeva
tar
Gurgî li me girtibû
miya par
Pê xarin û mast û do
nemabû
Mabûne li ser vê
tendûra sar
Lerzîn û girînê em
girêdan
Cergê
me bibû gelek birîndar
Tirsa me li gurgekî
miriv xar
Em bûne biebdê xwe
giriftar
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Xanî tu li destê
mîri şakî
Helbestê te mîri ra
xerîdar
Şahenşehê goft û gû
bi ayîn
Pirtûkê te kurd ra
bi guhdar
Şeirên te bi ezberin
cewana
Malek nine têde ev
neçin kar
Mîrî tu eqil û hizr
û bîran
Ferman li te dil
diket li dadar
Gevher li guhên
velat diçînin
Dayim mem û zîn bi
işqi dildar
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Emma bi nezaniya
ciwana
Carane
ku dil bibe hevada
Berdet hedefa velatê
dil xwîn
Rûnit bi kinarê
mahirû da
Keîf û henekên du
roje xweş bit
Bayî feleka mezin bi
ba da
Rabûn û rûniştinek
sivik ser
Şayiste
nebû cewanê kurda
Gencên me biçîne
kafîşapan
Ta vexti bi çetkê
ken qefes da
Bengî
û xumar û mest û bed hal
Xalî ser û mesxerên
ibada
Mecbûri li dîweran
biçit xar
Desteng û feqîr û
bend der pa
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Hala
ku cewanê
me xemîrin
Hebsa hevesa heva
esîrin
Lazim dike bayekî
milayim
Miwanê hişan û
aqilan bin
Gazî bike genc û
lavikên xwe
Ta hafizê
gencê vî velat bin
Tazaminê mayina gelî
bin
Ta keydê mokeyedan
şikînin
Ta neqşeyê dijminan
bidin ba
Gel derd û birînê vê
reha kin
Kîbord û mişik
bigufti gûne
Ta lav û kicên me
dil birînin
Bu xastekê zor biçok
û nezdîk
Firmêski
li her du çav bibarin
Vexta ku cewan hedef
biçûk bû
Em dê kuderê
veten bibînin
Saza dilê saziwan
bireqsin
Daxa dilê Ehmedan
bizanin
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Ehmed, gelekin jane
serê me
Destê xwe nedanê ser
dilê me
Tirsa li xulam û
butperstan
Koştin du bira li
dîdeyê me
Em kirne bi kor û
gêj û sevda
Bizmik
bi keser kirne devê me
Ta em li çi derdê
xwe nebêjin
Her çende elem
kula dilê me
Ta em çi li malê xwe
nezanin
Bê eql û nezan û
fem
kirin em
Serxweş bi bilindiya
birûcan
Rakirne kilav li ser
serê me
Agah nebûn li roj û
şev ra
Tûfanê xira kirin
pirê me
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Hakim bi eqil diken
hikûmet
Hikmet eve aqilan bi
şevket
Danên bi bijartinek
hisabî
Mîrek ku bi intixabê
ser ket
Bînin bi velatê xwe
bikin ser
Ta millet û gel re
rabe xizmet
Ferhengî û şaêran
hevînit
Ilm û edeba me ber
belaket
Ala qelema me
ihtizaz ke
Nûsîn û xetên me ev
rewa ket
Fikra serê fakiran
bixûnit
Mevca ku bi vî li
parliman ket
Cemket li gelê xwe
fikr û ara
Asan bi terîqeka
intinit
ket
Bînî te bisenjişê
me eqşar
Bînanî velatê
moiteber
ket
Gava ku pirin vesîlê
rebtê
Bê rebte
heger xwe bê xeber ket
Ca şah
dibit bi irtibat bit
Ta derd û dilên gelî
bi guh ket
Da renci bidil
nemîne Xanî
Teyrên nehezî li
banî Fir det
Bên xanyê xema bilez
xirakin
Rabin li guzeşta
xwe bi nifret
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Çen sale ku Xani
xani berda
Hêşta me xewa şirîn
neberda
Dinya kete qernê
bîst û yêkan
Mîrê me diman bi
rojê xew da
Zarûkê me pev re
mane birsî
Ketne li deran kulan
û derda
Mecbûr li ber kutek
vi nanî
Bûn berde û zincîrî
dinê da
Keyfin bi sitandina
hiqûqa
Dayim du gohin
bicistcûda
Emma çi biken bi vî
zikê jar
Gava ku bibîne derd
û renca
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Xanî tu dibînî wan
birîna
Birsîtiyê zariyên me
kurda
Cara ku zikî dikin
tejî nan
Paşan bi imaretek
dibin şa
Dil xweş bi vê
lîstukê dimînin
Axa vetenî bixwe
didin ba
Em kengê bikaribin
şiyar bin
Gawa ku bi melebin
dinê da
Rabin li xewê gelo
de rabin
Çendîne ku man xewa
giran da
Zilzalê zemîn bi
lerze anî
Şahê te bi ah û qîrê
girya
Eyvay tu derdê xwe
nizanî
Bêçareyî mezherî
şibaka
Maşkanêyelavo
tu neleyze
Hişyari bi keydê
dijminan be
Rabin li xewê cehan
bibînin
Berqa qelema rewane
ferda
Bal zaneyê pir
cewan bibînin
Ta dehrê
kilîl bi destê wan da
Em jî beşerin vekî
hemûyan
Mala me çira çira
nepeyda
Salane ku ramiyarin
emma
Gul baxê dilê xwe
baş neavda
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Ey pîr û cewan û
merdê dana
Destên xwe bi helqe
ken li hev ra
Birca felekî bikin
nizare
Zû rabe tu xweş li
bamidada
Bejna xwe kirasê xwe
tu bidrû
Derzî nede destê wan
xiraba
Dinya bi çihar
nikare rewşen
Îşên xwe nehêle wan
şewan ra
Ferhadeke kûh
ken
be îro
Bivrê te li Bîsitûn
nemehya
Şîrînê ku xwe li çav
eser kir
Destên te bi pora
arezû ma
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Bikrin li seranê
hazirên xwe
Bezma du serî velatê
kurde
Bînin û bi mifteyek
firoşin
Ta kes duduya bixwe
nebîne
Em mest û xumarê her
du şêra
Cengîne
bi saliha Sedem re
Nakin bi guhê xwe
hîç soxenkê
Çonku bi cihadê bûne
ser xwe
Çekdar li wan duyan
hizarin
Nabe ku bi derdê gel
bizan be
Aya dê bikin bi
qevlê Xanî ?
Xanî li me ra nekin
kelave
Resmên xelete şevê
tevakin
Nezma hesene xebatê
dane
Seyid bi qedîm de
her visane
Şayed bibe Rojek ne
visa be
Ez mame di hikmeta
xudê da
Kurmanc di devleta
dinê da
¤¤¤
Seyid Feysel Moctevî
2005.01.07,
Senendec
Helbest : Tercîibend
Wezin :
Mefûlo Mefailin Feûlon
Yan : Mefûlo Feûlo
Failaton
Yan : mostefilo
faêlon feûlon
Zû Behreîn
Behr : Hezec
Mosedesê Exrebê Meqbûzê Mehzûf
Ev beyta helbest mamostayê mezin seyda Mele
Ehmedê Xaniye (rihê vî her şad be) ku min tezmîn
kiriye û kiriye bergerdana Helbest xwe
evez kir
dûr bîn
alî , hemû alya
ber vê hindê me çi fayideyek bo milletê xwe
nine
Rojhilat nas
gevî ,hevk
ceger.
gel destûr û fermana te destûra xudê dizane
hindek caran
lali
rabûn û rûniştina zarya
layiq
dukan ,dekeyên çet kirinê
efyoniy
halê xirab
ebd û bendeyê xudê , mirov
dîwr,hesar
dest û pê girêdayî
niha
cahêl
bêtecrobene
nigehban
hîlegera
êş û dedê gel derman kin
nêzîk
rondik
kîderê
darikê narînin ku dikine devê karikê de ku
diya xwe nemije
perçem
fam , derk , şiûr
çêkirina
sextimanê mezin
bi hirmet ,ihtiram
intixabata azad
dora hev xirket
bi herikîne
zana , danişmend
reiya , denga
rêka
intirnêt
hemî gurûhên miriva
velatê pêşrefte
bê meineye
mîr
rojigara bihorî
çend sale ku Seyda Ehmedê Xanî çoye ser
dilowanye xwe
hindek
teiqîb kirin
aletê destê xelkê
teî dîtin
penceranda
leyiza biçûka ya berê li gunda de ku nêzîkî
biharê keçikên gund cîkê di rûniştin û xwe re risq
çêdikirin.
Sibedehî ,sibê , ayendê , paşerojê
dinyayê
çi re çirayê mala me ne xûyaye
mirvê zana
destê xwe bidne destê hev
temaşe
siba zû
çar
ronahî
çiya
bikole
şer kirine
|