|
Hemî
nivîskar, helbestvan, ramanvan û lêkolînerên ku
dixawazin di malpera
www.rojava.net
de berhemên xwe
biweşînin bi xêr hatin. Rojava.net malpera
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan e û em
bextewar dibin ku bi hev re karekî serkeftî
bikin.
Em dxuyaniyên partî û rêxistinan naweşînin.
Herweha babetên bênaverok yan jî bê sernivîs
nayên weşandin. Wekî din nivîsên ku van mercan
pêkneyînin nayên weşandin û hêviya me ji
nivîskarên me heye ku bi nivîsên xwe ti kesî
birîndar nekin, tawanbar nekin û kesayetiya ti
mirovî birîn nekin.
Mercên weşanê:
1-
Malpera
me ji her kesê kurd û ne kurd yên bi kurdî,
erebî, inglîzî, elmanî û swêdî dinivîsin re
vekiriye.
2-
Baş dibe
ku nivîskarên nû wêneyekî xwe bo me bişînin,
wêne bi bernameyekî wêneyan bişînin ne bi word
ji ber ku word wêneyan ji hêla hunerî ve lawaz
dike.
3-
Gerek e
babeta belavkirinê di çarçoveya malperê de be (wêje,
raman, çand, siyaset)
4-
Em hêvî
dikin ku nivîs bi word bên şandin û wek pêvek (tûrik)
bê şandin. Gerek e nivîskar navê xwe li jorê
nivîsa xwe binivîse, nivîsandina nav di
navnîşanê de tenê ne bes e. Herweha gerek e di
her nameyekê de tenê nivîsek bê şandin û navê
nivîsê di navnîşanê de bê nivîsandin.
5-
Pêdivî
bi şêwazên zanistî di nivîsandinê û rastnivîsa
zimên de heye. Ji mafê desteya malperê ye ku
ziman serrast bike bê ku naveroka nivîsê
biguhêre.
6-
Nivîsên
ku taybet ji malperê re tên, pêşî tên weşandin,
nivîsên ku di cihên din de belav bûne ji mafê
desteya malperê ye wan neweşîne bê ku bersivekê
bide nivîskar.
7-
Bê
lihevhatineke taybet bi malperê re nivîskar
dikare nivîsên xwe bişîne, tenê dosyayên taybet
gerek bi desteya malperê re bên gengeşekirin
berî ku dest pê bê kirin.
8-
Nivîsên
ku ji bo weşanê bi kêr tên em belav dikin lê li
gor dorê tên weşandinb, ev jî ji çend katjimêran
heta bi heftiyekê dewam dike.
9-
Nivîs
dîtin, bîr û boçûna nivîskarê xwe ye, tenê nivîs,
daxuyanî û şiroveyên bi navê hevgirtinê
derdikevin bîr û boçûnên hevgirtinê ne.
10-
Hemî
nivîsên bê nav tên li ba me riya weşanê nabînin.
11-
Baş dibe
ku nivîskar e-maila xwe û navê welatê xwe
binivîse.
12-
Bicihkirina nivîsê ya di hundirê malperê de li
gor hunerî û asta nivîsê tê kirin ne li gor
nivîskar.
13-
Desteya
malperê ne mecbûr e bersiva nivîskar bide, eger
nivîsa wî nehat weşandin.
|