Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 

 



Sipasnameyeke
Newrozane Bo Hanover

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

rojava.net 02.05.2005

 



 
Royarê Amedî
 
 
Evê ku …
hatibû velûkirin
ji sînor û peyvê
 
 
Bi asoyine newrozane,
xwe dide ser rojeke ne hilatî
 
 
Xaçên wî,
yên ku li bende wî ne,
wî surûdeke bê gewde
        bi xwe ve girêdidin
 
 
 
Velûkerê sînor û peyvê,
bi demine,
ku ne hatine jiyandin, re
mat û sermest dibe
 
 
 
Lehîne ji avên xewneke revyaî,
wî bi xwe re,
davêjin rengvedanên neynikên bêdengiyê
 
Di wan de,
û li wir,
xwe, ji xwe dike,
               û dibe bi nasname.
 
 
 
Ji nişkave sînor bûn nêrgiz
 
Dikarîbû bêhna wan bike
Dikarîbû bi lewendiya wan hestyar bibe
 

gava destên xwe dirêj kir,
ku gurzekê ji wan,
ji ewê dilbera ku,
di girtîgeha tiştên wî de dijî,
bike diyarî :
bûn mayin û têlên rêsayîn
 
 
 
Ma dîl,
di navbera wan de ma dîl
Û ma velûkerî ji sînor û peyvê
 
 

nêrgizên wî yên hîn ne çinî,
bi geşdiliya Hanoverê hatin avdan
û di nav gulistana şahane de nişticibûn
 
 
Hanover bi geşdilî
bi zemawendên serma
û lewendiya gishtmirovên xwe,
                         ew pêça
Û bi geşdilî
pincara Zîyosodra danî ber
 
 
Ne dikarîbû bixwe
Lê dikarîbû bibîne
 
 
Sipas
Asîmaniya ........
peyv û gulistankirina sînoran
 
 
 

 

 

 

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 
Dorpêçkirina peyva ji tîpan nedawerivandî
 
Êvar baş Pîrê ji Elend û Hicrikên Xezna
 
Lavên dawî bo Siwarê Şevê
 
REVYAN
 
Ew piyaw
 
Sipasnameyeke Newrozane Bo Hanover
 
Li Kilinikum Hannover Siloah - Bi beşdariya mirineke vekirî