Filmekî nû
ji produksion û derhênana
Mano Xalîl.
Di
sala 1988ê
de, û di dema operasîonên Anfalan
de, leşkerên Saddam bi alîkariya Kurdên
xayin
ên Cahş, ku alîkariya Saddam dikirin. Bi
hezaran gundên Kurda talan û vala kirin.
Malbat, jin, zaro û kal şandin zindanan
li hemû
perçeyên
Îraqê. Bi deh hezaran ji wan hatin kuştin û
heta roja îro tu xeber li ser wan nîne, yen
din bi hezaran ji birçîbûn
û tîbûnê
mirin. Ev fîlm
çîroka bi
sedan malbatên Kurd
in ku Seddam ew
xistibûn
Zindana Qela Nîzarkê li bajarê Duhokê.
Bêhtirîn hatin
kuştin, yen ku sax man, piştî azadkirina
Kurdistanê, xwestin ku herin gundên xwe,
mixabin gund hatibûn
xirakirin, kanî û rûbarên
wan hatibûn
xetimandin û ziwakirin. Bo wilo neçar man û
vegeriyan zindana xwe. Zindan kirin mal bo
xwe.
Heta roja îro
bi sedan malbat di Zindana
Qela
Nîzarkê de dijîn.
Cihê ku xelk
tê
de dihatin sêdar
kirin û kuştin,
bûye
cihê xewê ji wan re, û odên ku mirov tê
de dihatin şewitandin
bûye
cihe xwarinê...
Ev mirov heta roja îro li
hêviyê ne, ku gundên wan werin ava kirin ku
karibin vegerin gundên xwe...
Ma gelo heta çi demê
ev mirovê Kurd wê di zindana Nîzarkê de
bijîn?