Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

09 June 2008 02:10

 

 

 

Welatê min
 

Lewend Dalînî



Di dergehê dîroka te deî
Min baca jiyana xwe daî
Û di deryayê Asîmanê
Te de
Gemiya min newqbû.

Sînorê têkveçûna min
Di mûmê bejna te de
Hate biriştin !
û nêrgizên semayê dila
pelên wan
Çilmisîn û tevde dane kuştin !

Di taristana sikakên te
û di bin dilopên
Dîwar û mezrîban de
Giyan ji can
Hate kişandin ..
û dikete nêv bablîsoka
Pût û latên te de !

Stêrkê Asîmanê te
Miç û bell dibûn,
û di kepez û kolanên te de
Sar dirijîn
û winda dibûn

Bêhna pêt û kizorê
Li seranserî cendekê te
|an vedida
û domanê xwe li
Sawîrê te dipê`a
û tîn dida !

Zar û zaravên dilê te
Di hatin gemkirin
û di xewnên reş de
Ji şîr vedibûn!?

Hêlana tevgera cîhanê
Ters gerî
û canê te
Per`e û zîvar zîvarî dikir
û ew bê rawestan
Dihejand.

Pîjên sinora
Dil û canê te dirî dikir
û keleman
Damarên xwe
Kûr
û berjêr berdidan..

Bajarên dilê te
Nav û Zarên wan
Di dane guhertin
û navên biyanî
Çûna wan
Koçê xwe datanîn ..

Perçebûna dilê te
Kînên wan hînik nedikirin
û di tîbûna
xwîn mijîna te de
Peymanên şofînizmê
Li dar dikirin..

Têhna yekîtiya
Dilê te deng jê hat
û awazê wê
Li guhên
Saîsên xaka te
Ne xweş dihat!!

Hêviyên zatokên te yên
Bê semax
Geş dibûn.
Û di asîmanan de
Awaz û Çepikên wan
Stêr nêzî hev dikirin ..


Di dîmahîka
Sohtin û sorbûna te de
Tevna nûjeniyê
Dihate ristin
Û Tekiyan
Xaç û selîb;
û Laleş
Didane hembêz kirin!

Vejîna navê te
Hate jenîn
û saza xêzê sînora
Hate li darxistin
û govenda nûbûnê
Hate gerîn ..

Li ser qeseba sînga te
Hespê neyara
Pîkol kirin
û xewna şeva
“Meydana Çarçira”
Dîtin
û mat pûnijîn ..

Qelsbûna dilê te
Bi dîmahîk dibû
Kêl û zemên wî
Hûrdibûn,
û brîn
Nema axivîn ..

Bijîjkê dilê te
Raporta nûjeniyê
Dida
û hêviyên neyarên te
Bin ax dibûn ..



13 Çirya Pêşî 2003

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1