Jiyanê dihejînim
Lîna el-Tîbî
Kurdmancî:
Ebdulrehman Efîf
Nanivîsim dîrokê
Jînenîgariyekê
Min hildike dinivîsim...
Û dirijînim spîtiyê
Da ji her gunehî pakbikim xwe
Bîranînên xwe li dîwarekî mezin
Nîgardikim
Da çûyiyan ji jînê bibim
Û dahatî bi mesta xewnê pêşwazbikim
Û bi avê û avê û avê
Tevliheviya refikan dixemilînim
Û dadikevim
Jinûve binivîsînim:
Ev dîrok î tu
Te ew çêkir û çêkirim ez
Pê te êş kola
Bi birûskandinê ew rakir
Û
Te ez veşartim...
 |