|
Selîm Biçûk
Ziman bi meydan û beşên
xwe mîna seyrangehekê ye. Bi xeml, xêz û gul û çîmenên xwe yên
rengereng dibe vehesîngeha giyanê. Pêdiviya giyana mirov bi çandek
xweş ku ziman hêlîna wê ye ne kêmtir e ji pêdiviya wî bi xwarin û
vexwarinê.
Em yek pirsê ji xwe bikin:
Gelo zimanê kurdî (zaraveya kurmancî) ew seyrangeh ji bo me
xemilandiye? Ez bersivê ji bo xwendevan û nivîskarên vê goşeyê
dihêlim. Emê bi hev re, seyranek dirêj li nav bexçeyê zaraveyê
kurmancî derbas bikin. Emê pirsgirêk û astengiyên xwe destnîşan
bikin. Bi giyanek nûjen, zane û fireh, li ser bingeha heskirin û
pêşveçûnê xwe, hev û zimên rexne bikin. Armanca me wê ew be ku
meydanên kurmancî bibin seyrangehên giyana kurdî.
Mixabin, tevî pêşveçûnên
berbiçav, di tekûzkirina kurmancî de, hîn ev seyrangeh xakên beyar
in. Tenê em û ne kesekî din, li ser bingeha zanistiyek nûjin em
dikarin vê seyrangehê bi gul û çîmenan bixemilînin û biparêzin.
Mirov li ku aliyê kurmancî
temaşe dike dibîne ku tije êş, birîn û astengî ye. Ezê bi mînakek
biçûk vê xelekê vekim. Bi dax e ku ev mînakek pir baş e ji mînakên
pir û xirab. Em bi hev re, van çend hevokan bixwînin:
"… Nivîskarin hene li
me û li çanda kurdî bûne bela, îca em çi ji wan bikin û çilo wan ji
nav xwe biqeşitînin, ez tenê zanim çilo û çawa, dibe ko hun; gelî
xwendevanan, her yek ji we bi şêweyê xwe karibe yekî biqeşitîne, lê
ez bi tenha xwe nikarim tiştekî bikim, divê bi min re hin kesên din
piştgir bin.
….. Gelî xwendevanan hun bi bihayê
jiyana xwe kin bi rastî bêjin, ez qurbana weme ji min re bi rastî
bêjin; nerîna we di wî nivîskarê nercisî de çiye ?, ew ê ko tenê ji
xwe hez dike û ji bo xwe û wêneyê xwe dinivîsîne ?. jixwe hin
nivîskarên me hene li cîhanê bûne bela, em hetikandine, em
cerisandine, serê me xistine bin lingê pênûsa xwe. Jixwe ev
nivîskarên ne nivîskar zimanê wan ji terya çêlekan jî dirêjtire, ji
bavê xwe şerm nakin û destdirêjiyan dikin. Nimûne gelekin, îca ez kê
bi nav bikim û kê bi nav nekim. " (
www.tirej.net)
Hevoka yekem ji 58 peyvan hatiye sazkirin
û bi hûnandinek qels û lawaz ku çi xweşî û çêjê nade mirov. Berevajî
vê yekê mirov ji xwendina zimên sar dike.
nerîna we di wî nivîskarê nercisî de
çiye ?, ew ê ko …..
Di vê hevokê de, xalepirs heye. Li pişt wê
dabir hatiye û hevoka pişt re bi tîpa biçûk dest pê dike. Ev yek di
çi zimanê diyayê de nabe. Herweha : ew ê ko tenê ji xwe hez dike
û ji bo xwe û wêneyê xwe dinivîsîne ?. ji xwe ….
Li vir pirsek nîn e û xalepirs hatiye, li
pişt xalepirsê xal hatiye û hevoka din dîsa bi tîpa biçûk dest pê
dike.
Ev mînak dilopek av bû ji deryayê û bi
taybetî derya internetê. Ev meydana nû ku dikare bibe hêzek
pêşveçûnê ji bo zimanê kurdî, bûye cihê tevîhevî û sergêjiyek mezin.
Her yek li hespê xwe siwar bûye û dide cirîdan. Pir kes, pir caran
li pîvanên ku di zimên de cih girtine jî, guhdarî nakin.
Emê bi alîkarî, nivîs û rexneyên we, di vê
goşeyê de, li ser pirsgirêkên kurmancî rawestin. Pirsgirêkên
rêzimanî, ferhengî, wergêrî, wêjeyî …. Û her aliyên zimên wê cihê
xwe di vî rûpelî de bibînin.
|