Erê meyger
Sê buharbûn.. Sê zerî
Sê xewn û yek evîn bûn
Di çavên wan de
Li çinîna mêbûneke veşartî
Mîna hemû bê parên ji hezkirinê
Digeriyam..
Digeriyam û ji bagerên azadiyê
Ji viyana çiyan pêve
Nehate xwendin ji çavan
Serdema mêxwedayan
Vedijandin ji nûve
Bin pê dikirin xwedayên
Bêdeng û ji bijandinên xwe pêve
Tu dayîn nedan
Bersiva tirsamin li ser
Ciwaniya wan di bejna çiyan de
Beramberiya bi neviyên guran re
Didan
Mirin emin… ger mirin
Li mirina xwe digere
Roniya hurmiz li enya me
Di dest mede çakûçê kawa û
Di bin pêdanên me de
Hemû ezdehakên
Nav û waran diguherînin
Tenê carekê
Baweriya xwe bi me bînin
Ji mere bihêlin
Şipyamirin di rûyê ezdehakên
Zemîn û ezman
Lawir û xurist û mirov
Wan nefret dikin
Erê meyger zînbûn
Klaşînkov di himbêzan de
Memin xwîn şêrîn bibûn
Ne di nehande… ne di heftande
Di sikrata mirovantiyê de
Çav soriya dîrok û xedrê de
Nabûnek ne di dema nabûnan de
Bavan ji gemiya
Pêl û mişk di yek planê de
Lê civiyane hatin
Vexwendî zemawenda şehîdan
Veçirandin sînorê li seranserî
Birînin me vekişyaye
Şeveq ji bûyîna rojêre
Di bin roniya heyvê û
Bêdengiya çiyan re… meşiyan
Di bilindiya qendîlde
Sê şemal… sê omîd Vêketin
Erê meyger
Xweziya min bi dilê qendîl
Çend heft roj û şevan
Li himber heft roj û şevên
Dîlana girî di dil min de
Şahî li darxist
Çend hezar salên tenahiyê
Digirnijîna girnijînan de vekuşt
Erê meyger
Xweşiktirîn sor gulên welatê min
Veguhezî rêveçûna
Hêsir û xwînê dibin
Ji xwena gewrere dişewitin
Tijî bike peyala dehan
Ez dê vexwim
Ez dê vexwim
Peyala peyamberên azadiyê…