|
|
Konê
Reş
Bi helkeftina ku di 22ê
nisanê de 107 sal,di ser deçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê
(Kurdistan) derbas bû, kêfxweş dibim ku ez vê panorameyê li dor
weşangeriya kurdên Binxetê ji xwendevanan re berhev bikim,di gel ku
cejna wan pîroz bikim.
Bê guman di wiha xepartin de li dor
weşangeriya kurdî di Binxetê de , mirov nikare çavê xwe ji çalakiyên
weşangeriya destxetî ya ku şêx û melayên kurdan di binxetê de pê
radibûn bigire.Bi saya destnivîsên wan,gelek berhemên helbestvanên
navdar,ji windabûnê hatin parastin,mîna dîwana melayê
Cizîrî,Nehcelenama Mele Xelîlê Sêrtî,helbestên Feqehê Teyran ,Mem û
Zîna Ehmedê Xanî..hwd
Hem jî em nikarin
çapxaneya ku Bihiştî Hisên Hiznî mukiryanî di sala 1915 an de li
Helebê damezirandibû di ser guhên xwe re bavêjin..û ya herî giring
,em nikarin di ser kovara Hawarê(1932-1943)û weşanên wê re
biqevêzin-(Ev weşana ku yekemîn û dawîtirîn kovara kurdî ye di nav
kurdên Binxetê de ku bi destûr hatiye weşandin,di pey re ziman û
weşanên kurdî bûne qedexeye ta roja îro..)-Hem jî em nikarin di ser
kovara Ronahî (!943-1945)re derbas bin..Bi saya Mîr Celadet
Bedir-Xan weşana kurdî destpêkiriye û wiha kerwanê weşangeriya kurdî
dûrêzî hev bûye ta roja îro..Belê gelek kelem û asteng di pêşiyê de
hatine danîn,nexasim piştî ku Firensî ji sûriyê hatine deranîn di
sala 1946an de ,ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye,nivîsandina bi
zimanê kurdî qedexe ye ta hu nivîsandinên bi zimanê erebî li ser
kêşeya kurdî qedexe ye..û wiha ev qedexebûn berdewame ta toja
îro..lê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên kurdan li ber xwe
dane,ji desthilanîn neketine û di sala 1954an de dîwana melayê
Cizîrî weşandine ,di sala 1956 an de dîwana Apo Osman Sebrî
(Bahoz)hem jî (Derdên me),di sala 1954 an de (Çend rûpel ji wêjeya
kurdî)ya rehmetiya Rewşen xanim Bedir Xan,hem ji di wan salan de
bîranînên Dr.Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di heman kat de
hatin qedexe kirin,di gel dîwana Cegerxwîn ya didiwan..û wiha
heyamekî bê dengiyê di wan çend salan re di ser weşangeriya kurdî
re derbas bû,ji bilî belavokên rêxistinan yên bi dizî..Ta ku di sala
1968 an de Cegerxwîn kovara (Gulistan)belav kir û di sala 1973 an de
dîwana xwe ya sisiyan (Kîme Ez)li Beyrûtê çap û belav kir...Di sal
1979 an de kovara Gelawêj hat weşandin,di sala 1983 an de kovara
Stêr,di sala 1983an de Xunav,û her wiha Gurzek Gul di sala 1989 an
de,Zanîn di 1991ê de,Aso do 1992 an de,Pirs di 1993 an de,Bihar di
1994 an de û di pey wan re
Rojda,Deng,Newroz,Delav,Xwendevan,Jîn..hwd .
Ji sala 1990 û bi
virde,hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat
girtin.Di wan salan de gelek dîwan ,kovar ,pirtûk hatin weşandin ,ew
jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû,lê ji berî
çend salan ve ,nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket
,ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin,tevî ku di wan salan de me li
Şamê çapdikir û me li ser datanî li Beyrûtê çap bûye ,xwediyên
çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin ,bi behana ku ew tiştekî
qedexe ji me re dike..
Vêca em ji neçarî çavê
xwe berdidin kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê)ku em
li wîr berhemên xwe çap bikin,hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji
ber buhayê çapkirinê...
Di baweriya min de evin
asteng û arîşeyên ku di pêş weşangeriya kurdî de li Binxetê hene
,ango weşangeriya me bi qedexebûna zimanê me ve girêdayî ye,çendî
qedexebûna ziman rabe wiha wê weşangeriya me bi pêş keve .Em li
hêviya wê rojê ne.Ew roj nêzîk dibe.
|
|