|
Enstîtuya
Kelepûrê Kurdî û Yekîtiya Jinên
Kurdistanê di ber xurtkirina kultura
kurdî û parastina nasnameya neteweyî de
rojên 29-31.03.2009ê dê çalakiyeke
hevbeş saz bikin. Ev çalakiya hanê ku li
Silêmanî li dar dikeve ji pêşangeha
wêneyî ya cilên jinan ya rojavayê
Kurdistanê, nimandina belgefîlmê li ser
govendên devera Gulî li Behdînan û
gerandina panelekê pêk tê ku li ser
diyardeya "redûkewtin" e.
Çalakî dê saet 10ê sibê bi pêşangeha
wêneyî ya cilên jinan ya rojavayê
Kurdistanê dest pê bike ku dê sê rojan
li avahiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li
Gelerî Tewar li dar bikeve. Cihê gotinê
ye ev pêşangeh ji nêzîkî 70 wêneyan pêk
tê ku ji layê folklorîst Salih Heydo ve
hatine girtin ku li ser folklora
rojavayê Kurdistanê pispor e. Peyra dê
belgefîlmê govendên devera Gulî bê
nimandin ku ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê
Kurdî ya Duhokê ve hatiye sazkirin.
Ev çalakiya hevbeş dê bi panela li ser
"redûkewtin"ê biqede ku heman rojê piştî
nîvro li saet 3 li Holî Tewar û ji aliyê
Şêrzad Hesen, Dr. Ciwan Îhsan û Biwar
Nûredîn ve bê pêşkeşkirin. Hêjayî gotinê
ye li başûrê Kurdistanê li wan deverên
ku bi kurmanciya jêrîn dipeyivin ji wê
diyardeyê ra dibêjin "redûkewtin" dema
keçek dil bikeve kurekî û bi pey wî
bikeve û bireve.
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî,
Dihok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala
2003an de li Silêmanî hate danîn. Wê
heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya
jêrîn û jorîn, kelhûrî û maçoyî nêzîkî
80 pirtûk li ser folklor û kelepûrê
kurdî belav kirine. Her weha nêzîkî 15
berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî
belav kirine ku ji muzîka kurdan pê ve
muzîka ereb, turkman, kild û aşûriyan jî
bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser
qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê
li devera Pişder, koçerên Qendîlê û
masîgiriya li devera Qeladizê, devera
Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala,
Qale Mere belgefîlm durist kirine.
Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî
Bo têkilîdanînê:
Email:
khi_2003@hotmail.com /
khidihok@yahoo.com
www.khi03.comMalper:
|