|
Li Biyanîyê Sekinîm
Hember pencera cîhan
Ez li benda dîtna berkeniya
Gul
û çîçekên
Avdar
Xemilandina buhar
Ez li benda lîska
zarokên
Kurdistan
Ser til û ber çeman
Ez li benda lîlîya
Keçên li Govendê û Dîlan
Ez li benda bêhistina
Kenê Evîna Xort
û Keçan
Mîna kenê Awazên Mozerit
Di Guhê Bilûra şivan
Ez li benda awazên
Deng û basên Hêja
yên dane Esinkarê
Kurdan
Ey pencera cîhan
Hate min fîşekên
Şovenan
Hate min dengê Hawar
Dilê min darafit xûna sor
û Zelal
Hate pêş Çavên min Agrê
Sînema Amûdê
Min guhdarkir hawariya Wan
Hilgirtibû hundêva Çavê
Li benda Dayîkan
Hate pêş Çavên min
Zarokê Helebce
Dihembêza dê û bav
Bi kimawî Çûne dilovanin xwe
Hate biriya min
Hur hura DewrîŞê
Ebidî
Li ser Hespê Çabqinî hiŞînî
Rewan
Şikeftên derî Çemento kirî
û Ser qul kirî
Ey pencera cîhan
Ez çat mat mam li wan
li ev Avdar wan kuştin
keç
û xortên
Dilovan
Bi Eziman ket dengê
Şîqirtiya
Hate Ji Cigerê Dayîkên
Welat
Bariî baranek Şewat
ji çavê wan
Belav bû li cîhan
Nûçeyek brîndar
û Ser bilind
bi awazên melûl
û tengezar
Hat avdan bi xwîna Şehîdan
Gul û çîçekên Qamişloka
Ser hilmiştî
û şoreşger
Efrîn Şiyar bû
Di hembêza Çayê Kurmênc
Dan Şehîdên Piştgirya kurdan
Kobanê vemaltin dest û Pîyên
Biratî
Li Şamê xistin deriyên
Diblomat
Kela Hebon yan neman.
Şiyarbo
Ser agirê Zulim û Zora
Şovenîstan
Qehremanên Kurdan
Sîng dane Pêş Fîşekên
Şofenan
Bi pişgirtiya biratîyê
Li siya Lîlîkirna
Dayîkan
Rakirin Şehîdê
Şehîdan
Li Kurdistan
Min xwest suwarbim li yek
Tîrêjên NuÇeya birîndar
û dam li kurdistan û ramosekim
Axa bin lingê
Şehîdan
Min vekir Defêra Dîroka
Kurdistan
Rêçek nu bi xwîna sor
têre diherike
û hilgirtbo Li piŞta xwe
Zulim u Zora li ser Kurdan
û Dere Denigiza Serfraziyî
û TêkoŞer
|