|
Mirin tiştekî
xwezayî ye, mirov tê dinyayê zarokî, ciwanî û
dawa jînê dibîne. Herkes mirinê nas dike. Lê ne
bi mirina xwe mirinê nas dikin, bi mirina hine
din mirinê nas dikin. Herkes dibêje, ‘’ez ji
mirinê bawer dikim.’’ Raste ji mirina kesên din
bawer dikin, ne ji mirina xwe. Em her li
hêviyêne ku mirin li deriyê hine din bide, ne li
deriyê me. Lê mirin weke dizan heroj ji jiyana
me rojekê didize û diçe. Mirin rastiyeke
û her mirov zû an hinekî dereng dê bigihê zanîna
ku jiyan ji têkçûnê pê ve ne tişteke. Temenê min
jî nêzîkî vê têgihiştinê bû ye.
Ez bêjim ku min rojên xwe bi hijmar didîtin,
ev bê wateye. Ji ber ku her demê ev wisa bû û ev
ji bo her kesî jî derbas dibe. Bi kêmanî ez hê
ne ewqas bêhêzbûm ku ji xeyalên hêviyê derbasî
xeyalên mirinê bibim. Ku ev xwe xapandin bê jî,
min dixwest vê bikim. Bi vê xwe xapandinê min
dizanî ku tişteke zêde winda nakim. Hem jî min
kêm êşa tirsa mirinê dikişand. Lê dîsa dema min
xwe li nav nivînan dirêj kir û serê xwe danî ser
balîf, hêviya min ya mezin ew bû ku sibehê
bibînim.
Weke
ku bizav bi dawî hatî li min hatibû. Awirên sor
ên êvarê valahiya gerdûn di nava min de kom
dikirin.
Çavên rojê yên li ber mirinê weke çavên dizan di
pencerê re xwe tavêtin oda min. Min nedixwast li
çavên rojê yên li ber zikratên mirinê binêrim.
Ez ji awirên mirinê ditirsim, min gelek caran
çavên mirinê dîtin e.
Zimanê şevê vedibû. Sî direvî, dirêjî
xeçapirsên sihrê dibû û di konçalan de winde
dibû.
Awirên min bi giriyê qehpikên ku muşterî pere
nedayî li
sor çîrisandina çavên
rojê dinêrîn. Ro weke cixara di destên
serxweşan de nîv vemirî, dişibe agirê gund û
warên min şewitandî
Yekşem bû, pezdeh gulan a duhezar û heştan.
Êvar giran hat û giraniya wê derbasî giyanê min
bû. Ez di bin giraniya êvarê de diperpitîm.
Herika çemê jînê, şadî û nalînên min dibirin.
Roja sipspî siya xwe tavête nav siya kefenê min.
Rabirdû ez kaş
dikirime nav xwe, lê min nedixwest bê garantiya
dîtina rojê razêm. Ez ji tariyê, xewê û
şevê nefret dikim. Bi hesreta rojê min xwest
çavên xwe bigirim. Xeyalên tenik, kaxezên ji
daran ez dipêçam. Hertişt mij bû û nezelalî bû,
hertişt tevlîhevî û xeyal bû ji bo min. Ew
ramanên hişk, ew çavnebarî, ew êş di nava min de
bicih nedibûn.
Li nav şepolên xwendina hevokan, mijgulên min
hev maç dikirin. Bawîşkan devê min vedikirin.
Her ku xwendin zêde dibû, tirsa nedîtina rojê
dihate ber çavên min. Destên min bi wergarandina
rûpelan hêza xwe winda dikirin. Xewê ez hembêz
dikirim. Lê min li hemberî hemû ferişteyên xewê
serî hildida û li berxwe dida.
Hêza nehînî ya bazbend û nivişta dergûşa dayê,
rika pêşbirka bi xwedawendên xewê re dide min.
Şeva çav gornebaş di çavên min de dilerizî. Ji
babilîsoka reşramanan, zincîr di lingên çarenûsê
de dirizîn. Çûkên hatine li nependiye serxweş
bûn.
Daristan lal û bêdeng bûn.
Nêrînên min li gulistana kenê mija tirsê
dişemitîn. Ez di nav
kêferata bêxewiya xwe de mandû bûm… Bê çawa
stêra karwankuj bazê çavbixew dixapîne. Evîna
dîtina rojê jî, ez dixapandim.
Ji
asîmanê hêviya jînê, min wênê rojê anî li
serhişkiya bêxewiya xwe danî.
Demeke dirêj bû ku ez
fêrî bêxewiye bûbûm. Ji ber ku xewê ji bêxewiyê
xirabtir tirs dida min. Xew û bêxewî bûbûne yek
êdî di jana giyanê min de. Li dirêjiya
salên her roja wan ji salan dirêjtir, nîgarên
bêxewiyê li ser dêmên min diqermiçîn. Min vîna
sebrê li kûra dîtina şanaziya rojê dihesand,
dilê xwe li kaniya hêviyan diheland û bîranînên
sêwî bi aramiya çiyayên azad radizandin. Bi van
ramanan re
min serê xwe danî ser balîf û çûma nav herika
rabirdûyê xwe…
Kamran Simo Hedilî
|