|
Bi qasî deryayê
giriyam
bi rondikên min
aşê ’’dostan’’
geriya
aso dûr
û
ez bi tenê me
xeyal parçe
parçe ne
û diherikin
wêrekiyên rizî
çiyayê zayîna
vînê
bi kefamista xwe
çavên biharê
venekir
û bêhna xwîna
şil
ji kulîlkan dûr
nekir
stêra sibê
nîşanî stêrên
asîman nedan
wêrekiye xwe
rengê kirasê
şevê
rojê
li xwe kir
cîhanê evîna min
di piyalê
serxweşan de
li hev par kir
li hêviya biharê
me
bihar nehat
û Mesîh
ji çarmixê
rizgar nebû
feriştê
Ahurmazda yê
agirê pîroz
kirine Habîl
û Qabîl pê dane
kuştin
di aso yê
bêveger de
çax gelekî
dereng ma
Habîl Qabîl kuşt
an Qabîl Habîl
kuşt
li benda zanîna
demê me
23.12.2007
|