|
1
Beden û laşên westiyayî yên giyandar, yanî
zindiyên xwedî giyan hemû di xewên bê pencere de
bûn. Weke daristanan bêpêjn bûn derya û çemên ku
bi harî diherikîn. Stêran riya gera xwe birîndar
kiribûn. Corecorên refên firindên li ser çiqilên
darên guhîjên bi stirî li qeraxên bax û deryayan
li ser lîsên xewê bûn. Masiyên di gelî û newalên
avherik de, yên di golên sekinî de dijîn,
mirovên janên xwe dihedinandin, yên dilxweşiya
dil bi hev şa dikirin, yên mandûbûna xwe belav
dikirin, hemû di çêja bêdengiya xewê de bûn.
Bazên ku jiyana wan, xwe sipartî berqefa zinar û
latan jî, şîrîniya xewa jiyanê dijîn. Bi tenê ez
bêhêvî bûm. Ne hestên şîrîn hebûn di dilê min
de, ne jî di şevê de aramî û nermî hebû. Êşekê
hê ji min xatir nexwestî êşeke din cihê êşa pêşî
digirt. Hezkirina bêdilovan dil dihejand û ez
dixistim. Pêlên tolhildanê û tîrêjên aso li hev
diketin. Di cih de sekinîm û min deng li xwe
kir. ”Ev çi ye ez dikim? Ne pêwîste ez xwe
bikime pêkenokê tirsonekan.”
Lê her ku tarî, tarîtir dibû gûmên û xumêna
dengan jî nêzîk dibûn. Pêşî çavên sipspî hatine
dîtin. Pişt re çavên ji xwînê sipsor pir dibûn.
Di çavên spîsor de dengên şevşevok û gumgumokan
bilind dibûn. Min nedizanî dengê mirova ye, an
yê cina ye. Carnan deng dibûn dengên dêwan. Her
ku deng nêzîk dibûn, guhên min ew nas dikirin.
Ew awazên tirsandinê min gelek caran bihîstî bûn.
Dubarekirineke naqaratek kevin bû.
‘‘Alahhhuekber, Alahhhuekber, Alahhhuekber...’’
Dengan êrîş min dikir. Mirovên dest bi şûr ber
bi min ve dihatin. Bi Alahuekberan re kolmên wan
bilindî asîman dibûn û dihatin. Di reştariyê de
alên wan ên reş ber ba dibûn. Dengê zengilê
dêran perda guhên xwedawendan li Hurmuzgehan
diqetand. Hemû bedena min ji tirsa dilerizî.
Qelabalix bi gavên giran nêzîk dibû. Berê hemû
awiran li min bûn. Sembola çarmixkirina Mesîh
xaç di destên wan de û bi ser min ve diqîriyan.
Ji berdêla qeyserê Romanî û Hehemên ku Mesîh
çarmix kirin, ez tawanbar didîtim. Xwediyên
Alahuekberan jî, ez tawanbarê Kerbalayê didîtim.
Bêhna şewata kulîlkan û kizrandina baskên
pirpirîkan dihate min. Nalîn ji stêrên çav şil
dihat.
2
Di nav reştariya çavên spîsor û dengên
tevlîhev de, çav û dengên nas jî, meska didana
ber rûyê xwe. Bi dîtina wan rûdenên reşkirî yên
xwediyên dengên nas ji tirsa dilê min dixwest ji
qefesa singa min der bikevê û bifire. Min
dixwest ji ber bahoza dengan birevim û çav min
negirin. Lê ez ne direvîm. Hemû bi devekî
diqîrîn û bi destekî zengil dihejandin.‘‘Alahhhhuekber,
Alahhhuekber Alahhhuekber... Zinnng, zinnng,
zinnng.’’ Li ber van dengan ez ketime erd. Min
ji xwe bi xwe re digot, ‘‘êdî tu kes û tu titiş
nikarin min rizgar bikin.’’ Min serê xwe kiribû
nav destên xwe û min wisa diparast. Li benda
kevirekî rejimkirinê, an jî pehîneka lînckirinê
bûm. Min laşê xwe nediparast, bi tenê ji serê
xwe ditirsiyam. Ev lavekirina Hatiyan (Hîtîtiyan)
ya ku berî zayîna Îsa bi du hazar salî li ser
dîwar hatî nivîsandin, min ji xwe bi xwe re
dubare dikir.
“Xwedayê min, bi hadinandina aqilê min, dilê min
aram bike. Bi nîşandana bêdawiya demê leza vê
telaşa min hevkêş bike. Di nav tevlîheviya rojê
de bêdengiya girên heta dawiyê dijîn bide min.
Şidandina di masûlk û rayên min de, bi awazên
avên ku di hişê min de dijîn bişo û bibe. Bibe
alîkarê bihîstina hêza efsûniya xewê.
Min fêrî hunera
jiyana zewqên kêlîkî bike. Ji bo li
kulîlkekê binêrim min fêrî hêdîçûnê, ji bo se
yan jî pisîkekê xweşik mizbidim min fêrî
rawestandinê, ji pirtûkeke xweşik çend rêz
xwendinê, masîgirtinê û çûna nav xeyalan fêr
bike. Her roj ji min
re çîroka kûsî û keviroşkê bêje. Bêje û bîne
bîra min da zanibim ku timî yên ku zûtir direve
pêşbirkê naqedîne û di jiyanê de gelek tiştên
pir giringtir ji lezgîniyê hene. Alîkariya min
bike ku ez ji şaxên dara berûyê ya bi heybet li
jorê binêrim. Ez binêrim û bibînim ku, mezinbûn
û bihêzbûna wê, girêdayî hêdî û baş mezinbûna wê
ye.
Û Xwedayê min ji hemûyan giringtir jî, ji bo
gûhertina tiştên ez wan biguherim wêrekiyê, ji
bo pejirandina tiştên ez nikarin wan biguherim
sebrê, ji bo ferqa di navbera wan de zanibim
aqil û dostên min ji koriya evînê û ji derewan
biparêzin bide min…”
Min her ev dua dubaere dikir ji bo êrîşa dengan
rawestê. Lê
dengên nas û nenas bi hev re êrîşî min dikirin.
Dengê girî û nalînên jin û zarokên ji ber
leşkerên qralê zalim Sagonê Aşurî direvîn dihate
min. Qajîna şîrmijên ku li ser singoyên
nijdaperestên tirk, giyan didan perdên gihên min
qol dikirin. Mêrxasî û janê, lehengî û evînê,
dilovanî û nefretê, daxwaza tolhildanê û lê
borînê bi hev re ez hembêz dikirim.
3
Li nav vê keferata bêdawî bi tena serê xwe min
li berxwe dida.
Barana reştarî
ji çavên şevê dibarî. Ez ji dara kesatiya
xwe dihatime guhartin. Ez dibûm
Diyako.
Dibûm Umer Xeyam.
Ez dibûm hevalê Vîrgîlîus. Dibûm mîratgirê
dewlamendê Hîndîstanî Buda. Carnan jî dibûm
lehengekî ji romana Dostoyevîskê ya ku vê gavê
navê wê nayê bîra min. Di hemû demdirêjiyê de,
ez dibûm Selahadîn Eyûbî.
Ez di sergêjiya dengan de sermest dimeşîm.
Deng ji kûrahiya nava min, hate min. ”Ez ez ez
ne Diyako im, ne Xeyam im, ne lehengê romana
Dostoyevîskê û ne jî Selahadîn im.
Ez ne tu kes im.
Tu çi kesî? An tu jî ne tu kesî? Ji min re bêje!
Nebêje dê werê beyan kirin ez newêrim bêjim.
Ax tu çi dike? Qet di dilê tirsandî de erdem
dibe? Qet di kendalê tirsonekiyê de wêrekî
haveyn digire? Qet di nav hariya egoyîzim de
dostanî dibe? Ne tirse! Ne tirse! Pêşî jiyan
çêbû û pişt re mirin. Lê jiyan nûtire ji mirinê.
Ev çîroka dîroka me ya mezin e. Cihê ku dil ji
tirsê diçilmise, hêviya wêrekiyê tê serdanê û
dil dibe gula nû pişkivî.’’
Li ber dengvedana van dengan, ez wisa zû bi paş
ve hatim û min xwe dît.
Roj ji rûdêna asîman, ber bi zemînê ve nizim
bûbû. Giravên ewran yên weke çiyanên bê dar
bozespî li ber rojê dişemitîn. Gindirbûna pêlên
sorrengên zêrîn, rengê qaweyî yên zeviyan di bin
min de dihatine dîtin. Zaviyan rengê xweliya xwe
vedixwarin. Daristanan keskeşîniya henasê
dikişandin nav cigerên xwe. Rûbaran roniya şîn
li derdorên xwe direşandin. Lê min ev guhartin
didîtin. Ez ne dihatime dîtin. Bê sî dimeşîm,
siya min tune bû. Bêyî ku ez hatina xwe bêjim,
bêyî ku deng ji piyên min were ez dimeşîm. Ew
teqereqa berê nebû. Ew meşa min ya bi heybet
çûbû. Cihên ku berê di bin piyên min de
dihejiyan weke giyanê mirinê li ser wan bigere
tu pêjn ji wan ne dihat. Demhijmêra lêdana
dengan sekinî bû.
Cihên ez li wan digeriyam, cihên ku berê kes
li wan negeriya bûn. Li wan derên nerm û nazik
bi tena serê xwe digeriyam. Şopa piyên min jî li
ser wan xuya nedikir. Bi tenê min hîs dikir ku
ez digerim. Ne ba ji gera min hartir bû, ne jî
birûsk jê hê zûtir bûn.
Min helbesta xwe deranî û di awirên xwe de danî.
Helbestên din li ber ba belav kirin û li paş xwe
min derî girt û ji xwe derketim. Kulîlkên nû min
li ber xwe dibirin.
4
Min kolmek helbest reşand malzaroka hêviyê.
Kolmek helbest jî di rûyê asîman de çand. Min ji
lêvan maç dikir, çirûska neheyîniyê. Stêr
dirijiyan ser sifra dilê min. Bi şêwekî wisa min
ji baweriya mezin hezkiri bû, ez diçûm nav
hezkirina man û nemanê. Stêrên di nava min de
kolmên xwe dadiweşandin ewran. Min helbest
didanî ser birînan.
Ji peyvîna zarokan ya yek hecelî pê ve, peyvîn
ji min ne dihat. Rêzkirina peyvan min ne dikarî
bikim. Hevok li gorî qanuna rêzkirina rêziman
çawa dibin? Çawa hin tişt têne gotin? Min ne
dizanî peyvên xwe rêz bikim û hevokan saz bikim.
Ez bi peyvan
dileyîstim,
êdî leystokên min jî hebûn. Xweşewîstên peyvan,
helbestên min hebûn. Ez carna bav bûm, carna
dayîk bûm zarokên min helbest bûn. Ez ji wan
fêrî bê qanuniya rêzimanê dibûm.
Dema pişkovekên peyvên min çermê xwe diqetandin,
kulîlkên di guldankan de çelmisî jî pişkovên xwe
vedikirin. Dil di mista destên min de dibû stêr.
Tawanê nezanîna hevoksaziyê li asîmanê nezanan
dibû pêkenokî. Di rêza tawanbaran de navê min
dihate nivîsand. Min guh nedida wan û diqêriyam.
Bi qêrînan min dixwest xwe bibîr bînim. Sîbera
şevê li ber qêrînên min bi xew ve diçû.
Ez dibûm dayîka xwe û min dilê xwe dikire rêzanê
xwe. Li parçê dilê xwe yê min windakirî
digerîyam.
Ez dihatim pêşberî zarokiya xwe û jana ezmûnan
dipeyîvî.
Hevokên hezkirinê ji zimanê min bê qanuna
rêzimanê koç dikirin.
Bîranînan, cihê xwe di rêzikên helbestên ku hê
nehatine nivîsandin de digirtin. Ez bi devoka
welatê dagîrkirî dipeyîvîm. Dagîrker û şûrkêşên
xwedî pênûs bi min dikenîn. Lê ez di eynî demê
de li cihên roniya heyvê bi bayê xwe ronî kirî
digeriyam. Pêşî min dixwest xwe naskim û pişt re
li serpêhatiya xwe guhdar bikim. Lê min weke
pezkoviyên ku xwe ji zinarekî tavêjin zinarekî
din. Bêyî ku ez rawestim li serxweşiya rê
digeriyam. Li cihekî demeke dirêj ez ne dimam.
Bi taybet ez ne li cem mêrekî û ne jî li cem
jinekê nedisekinîm. Min nizanîbû ez jin im, an
jî mêr im. Min jin û mêraniya xwe ji bîr kiribû.
Min ne weke xelkê ji xwedayê xwe, hêviya xwe
naskirina xwe dikir. Min ji xwedayê ku ez yê wî
dixwest û pirsa xwe naskirinê jê dikir. Yanî ne
xwedayê min bû, ez yê xwedê bû.
5
Siya min dibû siya xwedawenda siyê Ploto û
tirsa xwe na naskirinê tanî bîra min. Min
nedikarî xwe bibîr bînim. Min şal û şapikên xwe
dertanîn û tavêtin. Ez dibûm Pîsîrîs ê qral Hatî
yên ku navê wan kirin Hîtîtî. Qralê ku ji tirsa
talankirina Aşuriyan xazîna xwe heta heta di bin
axê de veşartî. Pîsîrîs ê ku serê wî li ber
lingê qralê zalim Sargon gindir dibû. Qral
bêxwedî û xwedan, bê alîgir. Pîsîrîs ê Hatî û
Astiyagê Madî bûm. Ez qralên ku împertoriya
bapîrên wan ji wan hatî sitandin bûm.
Êdî min nê ji xwedayê bahozê Teşup, ne jî ji
jina wî xwedawenda rojê Hepat û ne jî ji dayîka
xwedawendên welatê Hatîyan, Kupaba bawer dikir.
Min ne ji Ahûramazda û ne jî ji Ehrîman bawer
dikir ku karibin min bibîra min bînin.
Min nizanîbû êşên xwe deyînime kîjan piyalê. Di
rayên kîjan çiyayî de bi cihê bikim. Di kîjan
kevirî de veşêrim. Di nav kîjan axê de binax
bikim.
Min
nizanî bû
piştî ewqas girî û gazinên min, rê û rêwîtî,
berjor û serjêrî,
çima? Hê jî ji daxwazan ji riyan ji dilovaniyan
ji hêviyan ji têkçûn û serkeftinan ji hezkirin û
bêrîkiran dipeyîvîm. Ji hêzê ketibûm lê hê jî
dipeyîvîm.
Rayên çiyan birîndar bûbûn. Çavên çeman
birîndar bûbûn. Strana hesretê ya bûka li
xerîbiyê ‘’oyî oyî li min xerîbê, bê şens û
nesîbê’’ birîndar bûbû.
Min zanîbû ku dem mij û berf e. Lê min
nizanîbû ku mij û berf bi qasî havîn û biharê
ne. Bi rojhilat re, Bilbil bêdeng kiribûn. Min
nizanîbû nebêdengiya bilbilên di nav min de ji
ber vê sedemê ye. Tîrêjên xweragirtinê, şev ji
keçikanî dixist û ez dibûm zava. Min serê
govenda jîn û mirina xwe dikişand.
Guhdarkirina stranên gel li xweşa min dihatin.
Stranên xweragirtin û hêviyê li xweşa min
dihatin. Helbest ji nav wan peyvên ku min nas
dikirin dipalîn. Dengê Mayakovsî dihate min.
‘‘Xeyal tawana mezin e, xeyalkirin nepêwîst e.’’
Lê xeyalên min ji min û ji çexan lêborîna xwe
dixwestin. Di nav xeyalên rojhilat de, di paşila
min de bi xapandina xwe re ez pîr dikirim.
Bi kurtepista jiyanê di zarokiya xwe de dima
ciwanî.
Bêyî ku xwe bispêrim aqil, di nav berdawamiyê rê
de min cihên cûda û kirinên cûda yeko yeko bi
bîra xwe tanîn, da ku xwe nas bikim. Di êşa xwe
windakirinê de kulîlkan pişkova xwe diweşandin.
Min bi guvaştina lêvan taca kulîlkên hatina ser
hişê xwe dihunand.
6
Di kûrahiya kaniya giyanê min de evîna rastî,
zaroka azadiyê bû. Hunermenda zewqê, roniya riya
xwe nasiyê bû. Di nav hemû leyîstikan de bi tenê
evînê aramî nedida giyan min. Di vê leyîstikê de
beden leyîstikvana jankêşbû. Ez ji evîndarên ku
îro tovê wan bidawî hatiya bû.
Ji asîmanê tarî barana reştarî dibarî. Bi wê
barana reş re, ez ne weke çirayeke bêxwedî di
koşekê de digiriyam. Ne jî bê sedem, min ji
hêviya xwe bawer kiribû. Min li baranê guhdar
dikir. Lê ne digiriyam û ne jî dilê min dibû
dilê sêwiyan. Li axa êşê, li zeviyên janê çavên
asîman digirîn. Di çemê xwînê de av diherikî û
derya xwenasiyê dûr bû. Kemîna bêbextan xwe li
pişt rojê veşartibû. Zûrînên çêlîkên dêlegur
çavbirçî, ber bi kuştina hezkirina hêviyê ve
dihatin. Di xwe windakirina min de, bêdengî
giriyê dayîka zarokên xwe winda kirî bû. Li
welatê tirsandî, li ber birûskên tofanê gul û
kulîlkên beyarên hişk vedidan.
Min nizanî bû şirova bêhişiya xwe ji derdorên
xwe re bêjim. Û min nizanîbû hemû tiştên ku min
didîtin jî bêjim. Li laliya xwe, min xwe ne
didît. Cîhan jî di bêdengiya min de ker bû. Ez
ji gotina rewşa xwe û mirov jî ji guhdarkirinê
bêzarbûn.
Carna mirov dixwazê bimire lê naxwaze bifetisê,
wisa li min hatibû.
Şadiyên nîve nîv, peyvên nîv mayî li ser hev
kom dibûn. Peyvan xwe ji peyvekê diqavestina
peyveke din. Weke çûkê bask şikestî weke êşa
xeyala ku di dil de şaxvedayî. Weke şopên
xencera di dîroka kurdan ya nîv mayî de, şev li
min geriyabû. Min dixwest bi roniya berxwedanê
weke birûskê xwe daweşênim nav çavên şevê. Min
ji bo xoşewîstiya baweriya mezin her tiştên xwe
didan ser masê. Biqasî di riya wê de tirsa
mirinê bikujim, min ji wê hez dikir. Di her
mirinê de dilê min ji nû ve diza û ew tanî.
Mirin dibû kulîlkeka ku ji nû ve baskên bêmirinê
veke.
Bêyî ku dengê min were bihîstin, min gazî
derdoran dikir. ”Min bi jiyana min bidin
darizandin. Bi dilê min, bi hesreta min, bi
dîroka min, min bidin darizandin. Min bi stranên
evînê, bi helbestên ku dengê min di wan de deng
vedidan, bi çiyayên ku ez li wan geriyame, min
bidin darizandin.
Kamran Simo Hedilî
25.11.2008
|