|
|
|
|
| |
|
 |
|
 |
|
 |
|
|
 |
|
|
|
|
28 October 2007 21:03 |
|
|
|
|
Kurmancî
|
Pencereya Kurmancî heta
niha li ser ziman,
rêziman û rastnivîsê
hewl da ku hin babetan
destnîşan bike û ji
xwendevanan re pêşkêş
bike. Bi nûkirin û
berferhkirina rojava.net
re, Kurmancî jî,
kirasekî nû li bejn û
bala xwe dike, babetên
xwe jî, berfireh, ber bi
êş û jan, xweşî û
hêviyên kurdistaniyan ve,
carna bi rondikeke
daleqandî, carna jî bi
bişirîna kenê zarokekê
xwe bi gul û beybûnên
kurdî dixemilîne. Ji
niha û şûn de, Kurmancî
dibe pencereyeke giştî û
ji bilî rêziman û
rastnivîs û pirsên zimên
dê di cihana, peyv,
pexşan û gotara kurdî
de, hewl bide ku
bexçeyekî rengereng ji
gul û nêrgizan bo
xwendevanên xwe pêşkêş
bike. Herweha dê di vî
bexçeyî de, fêrkirina
zaravayê kurmancî bi
tîpên latînî ji bo
evîndar û hezkerên
zimanê kurdî pêşkêş bike.
Werin em
bi hev re vî zimanê ku
bingeh û hêlîna hebûna
me ye bi gul û çîmenan
bixemelînin! Werin em
hebûna xwe herdem bihar
bijîn!
Selîm
Biçûk
|
|
|
|
|
|
|
|
Yekgirtina ziman yan parçekirina kurdan
tê xwestin?
Selîm Biçûk
Her ku pirsa ziman
û standadkirinê li Başûrê Kurdistanê gur
dibe, tayên metirsiya parçekirin û
jihevcudakirina kurdan zelaltir û
tirsnaktir dibin. Eger ev pirs bi vî
awayî pêş ve here û daxwazên tên kirin
bi cî bibin dê Gelê Kurd bibe du gelên
cuda û bi du zimanên cuda û belkî ev
dabeşkirin pirtir bibe û xwediyên her
zaravayekî bibin neteweyek serbixwe.
|
|
Gula 73.emîn, Gir Izêrê Şingalê
Selîm Biçûk
Diyarî ji bo „Navîn
Derwêş“ ê çarmehî ku bi 73 maç û 73
gulşîlanan mirin bezand
Bajo siwarê rojê,
bajo ronahiya êgir, bajo birîna sermedî
li dilê Kurdistanê, bajo û bila av û xak
her biqîrin: „ Ya Xweda tu xêrê bide 72
miletan û em jî, teva“. Erê, 72
milet, 72 lehiyên xwînê, 72 birînên şînê,
72 dojehên kînê û 72 çirayên hêviyê bi
72 lavij û daxwazên xêrê li dilê êgir
tomar bike. Xwîna 72 sorgulan li dilê
Lalişê nîgar bike. Ma gelo hîn xwîna 72
fermanan negihîştiye banê rojê, hîn saw
û tirs nekiriye dilê Xwedê? Hîn banê
tarî, zorê, kotekî û hovîtiyê nehatiye
lerizandin? Heta kengî dê lavijên te
bibin kuştin û talan? Heta gengî cenawer
û lawirên dirinde yên rengemirov dê li
ser dilê vê xakê sema kuştiyên te
bigerînin?
|
Dîsa li Şingalê mirovahî tê kuştin
Selîm Biçûk
„Bikujin,
bişewitînin, bila jiyan li ser piya
nemîne, ev cihan tenê ji bo me hov û
mirovxweran, xwediyên Xwedayê taristanê
ye“.
Dîsa li Şingalê ev banga kevin-nû dubare
dibe. Kerî û garanên mirinê, mirovxwer û
neviyên tariyê û dijminên jiyanê li ser
piyan e, bi zikreşiyeke hovane û dirinde
agirê mirina reş li ser, zarok, jin, kal,
lawir û her tiştên bi giyan direşînin. Û
ji pişt sînoran, li derdorê, ji
paytextên şahinşahiyên taristanê çepik û
govendên şahiya mirinê li ser cendekê
mirovahiyê li dar dikevin.
|
Hindek nivîskarên kurd û pîrozkirina
erebkirinê?
Selîm Biçûk
Birêz Ciwamîr,
girêdana bi tîpên latînî ve ne „evîn“
e û ne jî, „nexweşî“ ye, bêtir,
pirsa zanistiya zimên e, ciwaniya zimên
e, yekîtiya neteweyî ye, pirsa teknîk û
lêhatina latînî li zimanê kurdî ye û
dawî dûrketina ji çand û zimanê erebî yê
dagîrker û xwedîderketina li kesayetiya
kurdî ya resen e. Pirsa dûrketina ji
erebkirinê û ber bi mafên mirovan û
demokrasiyê ve çûn e. Ev nirxên
giranbiha hêja ne ku ji bo wan mirov
bibe evîndarê tîpên latînî. Lê dîsa jî,
ez bi xwe nabêjim bila tîpên latînî
bibin standard. Bila biriyara dawî ya
lêkolînên zanistî û berjewendiyên netewî
be. Bila xwediyê biriyarê zimanê kurdî
bi xwe be, bi hemî zaravayên xwe.
|
|
Zimanê yekgirtî bi darê zorê nabe!
Selîm Biçûk
Ji bo zimanê kurdî
yekgirtî pêdivî bi saziyeke zimanê kurdî
heye ku ji hemî perçeyên Kurdistanê û ji
hemî zaraveyan pêk bê. Di nava vê saziyê
de, pêdivî bi pispor û şarezayên zimên û
zimanzan heye. Ev sazî dikare bi
projeyên zaniyarî û demdirêj lêkolînan
bike û ber bi zimanekî yekgirtî ve here.
Ziman bi biriyar û yasayan standard nabe
û darê zorê nikare zimanekî yekgirtî ava
bibe. Di yekgirtin û standardkirina
zimanekî de, lêkolîn û zanistiya
zimanewanî, bazar û aborî, civak û
saziyên civakî, rewşenbîr û saziyên
rewşenbîrî, ragihandin û saziyên xwe û
gelek faktorên din rola mezin dilîzin.
Li dawiya van tevan, ji nû ve biriyara
siyasî û yasa tên. Bi awayekî din
biriyara yekgirtina zimên ji jêr ber bi
jor ve diçe, ne berevajî wê.
|
|
Rok digirî, bihişt li ku dimîne?
Selîm Biçûk
Rok
lawaz di nava xwîna Şêrîn de dikewgire,
di hembêza xwedê de diqîre: Şêrîn, were nav dilê çiyê bi hezaran Rodî li vir in.
Gund xemgîn di kûrahiya gelî de
hêdî hêdî di nava tariyê de wenda dibe.
Awaza orkestra bihiştê di şax û rûbaran
de hêdî hêdî ji çav û guhên Şêrîn dûr
dikeve. Şêrîn, li
ser banê piştê, bi cilên zîvarî, li
odeyeke biçûk ji zindanê di nava xwînê
de digevize.
Serleşkerê ku helkehelka kûçikekî
revîyayî jê tê, cil û nîşanên xwe li xwe
dike û bi tîqtîqa kenekî hov ji odeyê
ber bi derve diçe.
|
|
Dînistan
Selîm Biçûk
(Jiyan, di nav
piyên dînên bi
aqil û bi aqilên
dîn de kêferatê
dike. Dawî, dibe
destpêk û
destpêk ticaran
dest pê nake.)
Lê min dît ku
berî zayîna xwe
min ji Perînas
hes dikir. Ew ne
tenê evîna heşt
salan bû. Evîna
sedsalan kom
bûbû û di wan
heşt salan de
teqiya bû.
Hesreteke nifşên
ji çarhezar sal
û vir de, di
çavên Perînas
de, bel bûbû û
di nav pêlên
derya xwe de,
winda kiri bûm.
Perînas, berî
çarhezar sal min
nas dikir, lê li
kuderê û çawa,
nizanim. Dibe ku
kirasguherîna
evîneke efsaneyî
bû min dît.
|
|
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye! |
|
|
|
|
|