|
Hemza Begê
Miksî
Qehremanek
ji
pêşengên
rewşenbîrên
gelê kurd
bû
Konê
Reş
Hemza begê Miksî
qehermanekî pêşeng bû di nav gelê kurd de. Heger navê vî lehengî
hinekî di nav tariya salan de mabe jî ,lê her ew wek zêrê zere ,
çendîn sal di ser navê wî re derbas bin ,navê wî nayê zingar kirin,
her û her wê bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de
bimîne.
Hemza Beg yek bû ji
rewşenîrên kurdî li Stebnbolê di destpêka çerxa 20 an de. Wî tev
jiyana xwe bi dilsozî di rêka kurd û Kurdistanê de terxan kir,
ciwaniya xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kir ,dûrî xizm ,dost
,heval û hogirên xwe buhirand,ji bil ku çend salên giring ji ciwaniya
xwe di zindananên Kemalîstan de xerckir...
Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke
,gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêşkêş kirine.Di destpêka sala
1918 an de yekemîn rojnameya kurdî/tirkî bi navê JÎN li Stenbolê
weşandiye,hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî
çap û belav kiriye..Hin dibêjin ji bo çapkirina vê pirtûkê hatiye
girtin û hin dibêjin ji bo rojnameya Jîn e û hin dibêjin ji bo doza wî
bi dûv pêkanîna prensîbên serokê Amerîkî Welson de hatiye girtin..
Di baweriya min de Hemze begê Miksî di sala 1928 an
de ji zindanê derdikeve û yek ser berê xwe dide nav kurdên Binxetê,
mîna Dr.Ehmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Zaza, Arif beg Abas ,Osman
Sebrî,Qedrî beg û Ekrem beg Cemîl paşa...û li suriyê bûye endam di
civata Xoybûn de ,ewa ku di sala 1927 an de li Beyrûtê hatibû
damezirandin û ji encamên wê, şoreşa Agirî bi serkatiya Ihsan Nûrî
paşa ala kurdistanê li ser çiyayên Araratê bilind kiribû ..
Di sala 1930 î de, piştî têkçûna şoreşê, li ser
daxwaza hikumeta tirkiyê, hikumeta Fransî ya ku desthilat bû li suriyê
dest datîne ser Hemza beg jî di gel Mîr Celadet Bedirxan ,Dr.Ehmed
Nafiz,Memdûh Selîm,Nûredîn Zaza,Osman Sebrî,Qedrî Can,Qedrî û Ekerm
beg Cemîl paşa,Haco axa,Mustefa û Bozan Şahîn ...û tev li Şamê
xistine bin rûniştina zorê de.Di sala 1932 an de,ji rex
desthilatdarên fransizan ve Hemza beg dibistanekê li Eyndîwerê,di
binya bajarê Cizîra Botan de vedike û zarokên kurdan fêrî ilm û zanînê
dike,ew yekemîn dibistan bû ku di wê herêmê de tê vekirin,hem jî di wê
hingê de Dr. Ehmed Nafiz
pêre kilînîkekê li wir vedike...û di nav kurdên Cizîrê
de dibe wek gerînendayekî ji kovara Hawarê re û propagende jê re
dike..
Di sala 1940 an de dibe edîtorê yekemîn dibistana
fermî ya herî bilind di bajarê Hesekê de li parêzgeha Cizîrê,di sala
1943 an de dibe berpisyarê dibistanan û zanînê di tevî parêzgeha
Cizîrê de û di wê salê de gelek mamostayên kurd ji Şamê têne Cizîrê
dibin mamostayên zarokên kurdan ,(hêjî hin ji wan saxin)..
Di van çend rojan de min gelekî da ser şopa vî
lehengê kurd,min ji gelek kesan pirsî ,belê mixabin ,kesî tu nûçeyên
wiha hêja nizanîbû.Bi tenê ji min re hat gotin ku jina wî tirk bû,
zarok jêre çênedibûn,bi gelek zimanan dizanîbû. Bêtir bi van kesan re
dida û distand: Memdûh Selîm , Dr.Ehmed Nafiz,Dr.Nûredîn Zaza,Qedrî û
Ekrem beg Cemîl paşa bûn..û hin xiristyan û ermen hebûn..
Ew di roja 15 Remezana 1377 an koçî de, li bajarê
Hesekê ,di mala xwe de çû ber dilovaniya Xwedê,ango roja
(05/04/1958),li ser dazwaxa wî,ew li gundê Dugirê hatiye veşartin,di
nav goristana welatparêzên kurdan de.
Gundê Dugirê li bareşî qamişlo dikeve bi dor 27
K.M,ji welarparêzên kurdan yên ku têde hatine veşartin:Hacî Mûsa begê
Xuwêtlî,Dr.Ehmed Nafiz,Arif beg Abbas,Haco axa yê Hevêrkî,Dr.Qasim
Miqdad Cemîl başa,Ebdulrehman axa Eliyê Ûnis, Hesen axa Haco...
Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên
komara Mehabad bû,piştî herifandina komarê reviya bû, xwe li suriyê
,mala Haco girtibû ,û li gundê wan Tirbespiyê dijiya,nêzîkî gundê
Dugirê bi dor 4 KM, di sala 1958 an de dema ku Hemze begê Miksî çû
ber dilovaniya Xwedê rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser
kêla ber serê wî nivîsand:
Mamose Hemza beg
Rehberê fidakar !
Pir kes ji xew te kirine
hişyar
Raze bi xoşî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Roj ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim
15ê remezana 1377 Koçî
05/04/1958 Zayînî
 |