|
Di dema ku Împaratoriya Osmanî kete ber
sikrata mirinê, gelek neteweyên di bin
nîrên wê de bûn ji vê kês û firsetê
îstifade kir û dewletên xwe yên neteweyî
ava kirin. Lê mezin û serokeşîrên kurdan
ji wê kêsa dîrokî îstifade nekirin. Wan
bawer dikirin ku wê tirk û kurd bi hev
re dewleteke nû û hevbeş ava bikin.
Mustefa Kemal û hevalên wî jî bi
sloganên
”biratiya muslumaniyê”,
”biratiya kurd û tirkan”
û ”dewleta
hevbeş ya tirk û kurdan”
daketin Kurdistanê û tevgera xwe bi saya
serê kurdan hûnandin.
Piştî Mustafa Kemal û hevalên xwe bi
piştgirî û alîkariya gelê Kurd Komara
Tirkiyeyê ava kirin û şûna lingên xwe
xweş kirin, ew soz û peymanên dabûn
kurdan ”biratiya kurd û tirkan”,
”dewleta hevbeş ya tirk û kurdan” ji bîr
kirin û siyaseta xwe ya rastî ya li ser
”înkar, asîmlasîyon û jiholêrakirina
kurdan” xistin jiyanê.
Bi darbeya 27ê gulana 1960î û Qanûna
esasî ya 1961ê nisbî be jî hinek
guherandin û pêşketinin nû Li Tirkiyeyê
dest pê kirin. Lê ji bo miletê Kurd dîsa
tiştekî nû tunebû. Siyaseta dewletê ya
kolonyalîst ya li ser esasê înkar û
asîmlasyona neteweyê Kurd û zimanê kurdî,
bi kampanyayên nû yên berfireh û bi
awakî dijwartir hate meşandin. Di warê
asîmlekirina kurdan de program û
hewldanen taybetî hatin meşandin.
Dewleta Tirkiyeyê ji bona guherandina
navên kurdî û ermenî qanûneke taybetî ya
bi hejmara 1587an derxistin:
“Navên
ku ne li gor kultura me ya neteweyî ne û
qaîdeyên ehlaqî, urf û adetên me û yên
raya giştî diêşîne, wê bêne guherandin”.
Piştî vê qanûna taybetî ya kolonyalîst,
Komara Tirkiyeyê navên bajar, gund, deşt,
çiya, newal, gelî, çem, gol, kanî, mesîl
û wargehên Bakûrê Kurdistanê guhertin û
di şûna navên kurdî de, navên bi tirkî
lê kirin.
Guhertina bi hezaran navên cih û warên
kurdan, bêgûman sûcekî mirovatiyê ye û
li hemberî dîroka mirovtiyê rûreşiyeke
mezin e.
Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd li
Swêdê, careka din dixwazin balê bikşînin
ser vê pirsê. Em hêvîdar in ku em
bikaribin bi destgehên kurdî yên
demokratîk û neteweyî û bi piştgiriya
hemû nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û
welatparêzên kurdan re, destpêka
kampanyekê berfireh amade bikin û xwedî
li navên gund û bajarên xwe yên bi kurdî
derkevin. Herweha em dixwazin bi beşdarî
û piştgiriyeke berfireh şert û mercên ku
em bikaribin dewleta Tirkiyeyê bidin
Mahkemaya Ewropayê ya Mafê Mirov amade
bikin.
i bo vê yekê, em hêvîdar in ku hemû
rêxistin, komele, destgeh, rewşenbîr û
welatparêzên kurdan hewl bidin ku wan
navên berê yên kurdî bidin hevdu, wan di
kovar, rojname û malperên kurdan de
biweşînin. Bi vî awayî em bikaribin wan
navên bav û bapîran ji tatolekiya
jibîrkirinê xelas bikin. Herweha em
bikaribin wan navan weke dosyakê amade
bikin û gava me kês û firsend dît em wê
dosyayê pêşkêşî mahkeme û destgehên
navneteweyî bikin.
Di vî warî de Komeleya Nivîskarên Kurd
li Swêdê çi bikevin ser milên wê, dê li
gor hêz û taqeta xwe weke wezîfeyeke
neteweyî ya pîroz bi cih bîne. Komeleya
Nivîskarên Kurd amadeye ku rûpelên
malpera xwe ji bo xebat û hewldaneke
weha girîng terxan bike û di vî warî de
navend û kîlereke agahdariyê ya taybetî
ava bike.
Bêguman di vê derheqê de hinek çavkanî
hene ku em dikarin jê îstifade bikin.
Herweha bi vî awayî em dê bikaribin wan
navên kevn peyda bikin û biweşînin. Weke
tê zanîn, gelek navên gund, herêm, erd,
kanî, çem, çiya û newalan yên kevn di
qoçanên erdan yên berê de hene. Hin
nexşeyên giring hene ku di wan de jî
hinek navên çiya, deşt, newal, gelî,
zinar, bajar û bajarokan û h.w.d hene.
Hê hinek kal û pîrên me li jiyanê ne ku
ew jî van navên kevn yên herêma xwe
dizanin. Em divê ji devên van kesan jî
wan navên kevn û kurdî binivîsin û bidin
weşandin.
Em bawer dikin ku em dest bi xebat û
kampanyeke weha bikin em dê gelek
çavkanî û derfetên din jî bi dest xînin.
Ya girîng ev e ku em bighêjin wê
baweriyê ku xebateke weha, girîng û
pêwîst e.
Di vî warê de hun dikarin wan navan ji
malapera me
www.niviskar.se re jî bişînin. Em jî
weke Komeleya Niviskarên Kurd Li Swêdê
amadene ku bi alîkarî û piştgiriya we,
di vî warî de navend û kîlereke
agahdariyê ava bikin.
Bi rêz û silavên me
2009-03-24
KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊ
www.niviskar.se
niviskar@niviskar.se
Nimûne; NAVÊ
BI TIRKÎ NAVÊ
BI KURDÎ
Parêzgeh: Batman
Êlih
Mahala: Aşagi Mahallesi
Taxa Jêrîn
Sokak: Ebruçeşme
Kaniya Biro
Gund: Yeşilöz
Gundik
|