|

Joumana Haddad
Min
zeftî sînga xwe bike
kurdmancî:
Ebdulrehman Efîf
Hemêzbike min
Da heke min
xurtiya dilê xwe
Jidestda
Pirrbide min
xurtiya dilê
Te
Da heke kokên min
kûrçûn
Ez di bextê
kûrkaşê te de
Bim
Da heke min temenê
xwe darijand
Bi te bibim bi
pirrtemenantir
Û zmanantir
Min bikişîne sînga
xwe
Da bibim gîhayek
Teht jixewdike
Da tu bibî tehtek
nerim
Liber sîka
gîhayekî
Da dinavbera min û
te de
Çemek jidayikbibe
Û çem tev
lehîrabin
Da ji çiyayên xwe
dakevim
Bo te bibînim
Da têderxînim
çipirr tu
Hilkişandin î
Da tu têderxînî
çipirr
Ez mirinbinavbûn
im
Da heke hatim ber
bi te ve
Pirekê
bibilindînim
Dinav ruhniyê û
Mirinçûnê de
Min zeftî sînga
xwe bike
Da tu min bixwazî
wek sêvekê
Bêriyî jêkirina wê
dikî
Da te bi yê tu
nikarî
Binavbikim
Da bo te ez
Şevekê û ewrekî
diser
Şevê re daçêbikim
Da jibîr te bibim
Ko ez darek im ji
şaxên te
Re
Da jibîr te bibim
Ko tu şax in ji
darekê
Re
Da heke jiyanê
Zora min bir
Ez bi te re
Jiyana xwe
bidestbixim
Min hemêzî xwe
bike
Piştre di ba de
destê
Min hilfirîne
Da herko em
nêzîkbibin
Bibin yek
Bimînin dido
Derketî ji
qeder...
|