Dost û birayên hêja,
Drama gelê kurd li başurê
rojavayê Kurdistanê bi salan e
di çavên zarokan de tê dirûtin û
li ser pişta hêviyên di dilên
dayîkan de tê lîstandin. Geh
dibe mijara nûçeyên televiziyon,
radiyo û rojanameyan, geh dibe
xelekên sohbetên siyasetmedar û
rewşenbîran. Carna jî dibe rêzên
ji gotinan li ser rûpelên
saziyên navnetewî yên mafê
mirovan. Lê belê, dîsa jî di
coya jiyana gel de hedar nakeve
pêlên nijadperestiyê û lehiyên
zilm û zordariyê.
Tovên sînema kurdî, di van salên
dawiyê de hatin avêtin û hêdî
hêdî li ser xaka netewî û
navnetewî şîn didin. Bi riya
filma JARO ez hemû hewildanan
didim xwe ku perda sehneya
navnetewî ji bo pirsgirêka
kurdên başurê rojavayê
Kurdistanê û bi taybetî
trajediya 250.000 kesên bê
nasname hildim jor û bi vê
pingavê sînema kurdî bigihînim
qonaxeke nû. Bi vê çirayê divê
tariya ku konê xwe li ser jiyana
gel a siyasî û civakî de vedayî
were ronîkirin.
Bê guman, ji bo ev senariyo bibe
rastî û ji ava jiyanê vexwe
gelek derfet pêwîst in. Di hêla
teknîkî de (kamêra, kamêraman,
derhêner û hwd.) şirketeke elman
vî barî hildide li ser milê xwe.
Wekî din jî, ji dekorvanan ta
lîstikvanan, bi tevan re hatiye
axaftin û amedekariyên di vî
warî de pêwist hatine pêkanîn.
Film wê herwiha rûyên ku nayên
naskirin weke yên têne naskirin
derîne holê. Ji rûyên ku têne
naskirin Şivan Perwer û Rojîn
in.
Li meydanê pirsgirêka fînansê
dimîne. Îmkanên madî yên tên
xwestin ne hindik in. Lê ji bo
filmeke dirêj nêzîkî 80 deqîqan
û xwedî standartên navnetewî yên
bilind, ev yek tê fêhmkirin.
Ez di wê baweriyê de me ku
berpirsiyarên gel û mirovên li
hember vê dozê şiyar wê
piştgiriya tê xwestin bidin
nîşandan û wê rê nedin ku
projeyên wiha li erdê bimînin.
Ligel silav û rêzan
E-Mail:
akifhasan@hotmail.com