ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl
gelo we li hev kiribû ku
hûn bi yek navî şehîd
bibin?
sibe newroz e! We bi ken
û germiya dilên
evîndaran ji hev re got
û mîna lehiyek agir
herikîn kolanê
dayikên we digotin:
Xwedê we biparêze lawo
xwedê li pişta we be
û hûn civiyan
li dora agir
li dora giyanên xwe yên
vêketî
hûn bi hev re bûn li yek
kolanê û bi yek navî
hûn ne Filistînî bûn ku
Mıhemdbûna we ya bi xwîn
ekranên dunyayê sor bike
hûn ne Mihemed Eldurre
bûn ku celladên şamê
xwîna we bibe bazarn
hûn kurd bûn û bı xwîna
we agirê Newrozeke
xwînîn bû
hûn kurd bûn û soza we
bi agir re
bi xwînê re
û bi goristana Hilêliyê
re hebû
Newroz bû
di ferhenga Beesiyan da
cejna dayikan bû
û diva bû ku Beesî
diyariyekê ji dayikên we
re pakêt bikın
ji xwîna we erzan tir
nedît
ji giyanên we nêzîk tir
nedît
lê na
hûnın mûmên vê Newrozê
û her Newrozên ku dê bên
hûnin yên ku dê kursiya
riziyayî di bin gurên
qesra Elmuhacirîn de
biherifînin
hûn her sê Mihemed bûn
û we yek soz dabû hev
di birînan de
di agir de bicivin