|
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, ku kar û barê
xwe li başûrê Kurdistanê digerîne, pênc
pirtûkên nû belavkirin ku çar jê bi
tîpên latînî ne û yek jî bi tîpên erebî
ye. Ev pirtûkên hanê ku li ser erkê
Weşanxaneya Aras hatine çapkirin, wekî
weşanên şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya
Duhokê hatine çapkirin ku 4 bi kurmancî
û yek bi kirdkî-kirmanckî ye.

Ez Eyşe Şan im
Amadekar: Zeyneb Yaş – Hîlmî Akyol
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan:
Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok,
Hewlêr, Çapxaneya Aras, Hezîran 2009,
320 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmanciya
Jorîn, Bi tîpên Latînî û Erebî, 1000 heb
Pirtûk ji jiyan û serpêhatiya hunerî ya
Eyşe Şanê û stranên wê pêk tê. Beşa
yekem digel keş û atmosfera ku Eyşe Şan
lê mezin bûye, jiyana wê ya taybet,
destpêka hunermendiya wê, rojên wê yên
li Elmanya û başûrê Kurdistanê, bingeh û
paşxaneya hunera wê bi xwe ve digire. Di
vê beşê de sûde ji dîtin û ramanên Mûrad
Kerse kurê Eyşe Şanê hatiye wergirtin ku
ev cara pêşîn e li ser diya xwe
dipeyive. Her weha Dengbêj Seydoyê
Boyaxçî, Segvan Evdilhekîm, hunermend
Gulbuhar, Dr. Keyxesrew Ebdulkerîm, Kak
Şar Oremar, Hasan Güner, Kemal Ulusoy,
Hesenê Alê, Mustafa Gazî, Ehmet Zero,
Hesen Bîbo, Smaîl Badî dîtin û ramanên
xwe li ser Eyşe Şanê dane xuyakirin. Jê
pê ve pirtûk komek wêneyên Eyşe Şanê jî
dihewîne ku hin jê cara pêşîn têne
belavkirin. Ji layekî dîtir, beşa
jiyan û serpêhatiya hunerî ya Eyşe Şanê
bo tîpên erebî û kurmanciya jêrîn jî
hatiye veguhartin.
Beşa duyem ya pirtûkê jî ji 150 stranên
Eyşe Şanê yên kurdî-tirkî pêk tê ku li
gorî Elbûma Eyşe Şanê hatine rêzkirin ku
ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve
hate derxistin. Stran, ku 36 ji wan
tevî notayên xwe hatine belavkirin, li
gorî cûre û babetê xwe hatine
kategorîzekirin.

Cara pêşîn pirtûkeke kirdkî li başûr
derket
Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk
Amadekerdox: Roşan Lezgîn
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok,
Hewlêr, Çapxaneya Aras, Hezîran 2009,
200 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kirdkî-Zazakî,
Bi tîpên Latînî û Erebî, 1000 heb
Ev pirtûka hanê ku pirtûka yekem ya
kirdkî ye ku li başûrê Kurdistanê tê
belavkirin, ji 20 çîrokên kirdkî pêk tê.
Her weha Cdya çîrokan jî digel pirtûkê
ye ku ji çîrokên bi navê Pîre û Dîke,
Pîre û Pisînge, Zingile û Mingile,
Helkane û Dukane, Dirike, Kêz Xatûn 1-2,
Pepuke, Hezo û Heş, Ap Heş, Luynarîne û
Luybarîne, Yew Waye û Hewt Birayî,
Keçelike, Sîyamend û Xece, Mîrza
Mehemed, Dîko, Rîko û Maseyê Bejikî pêk
tê. Her weha ferhengok jî di nav pirtûkê
de cih digire. Li aliyê din di nav
pirtûkê de beşek bi navê Kirmanckî,
Kirdkî, Dimilkî û Zazakî heye ku tê da
qala taybetî û binzarên zaravayê kirdkî,
têkiliya wê ya bi zaravayên din re û
deverên ku pê tê axaftin hatiye kirin.
Cihê gotinê ye, ev beşa hanê bi tîpên
erebî bo kurmanciya jorîn jî hatiye
veguhartin.

Şimşalokanê
Berhevkirin: Xalid Salih
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok,
Hewlêr, Çapxaneya Aras, Hezîran 2009,
205 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmanciya
Jorîn, Bi tîpên Erebî, 1000 heb
Pirtûk bêhtirî 100 lîstik û yariyan bi
xwe ve digire ku li herêma Badînanê têne
lîstin ku piraniya wan ji salên 80î vir
ve ji hêla Duhokê hatine berhevkirin.
Hin ji van yariyan her çend ji layê
mezinan ve jî têne kirin, lê behra pitir
ji layê zarokan ve têne kirin. Hindek ji
yariyên nav pirtûkê: Bizdem Badem,
Tellingî, Hat Hat, Armancanê, Eleven –
Dû Leven, Bajêranê, Bihostanê, Bwîka
Baranê, Pênanê, Pêncokanê, Çîzanê,
Çolanê, Çavgirtin, Damanê, Rêzanê,
Kabanê, Kero Kero, Kutyanê, Gustîranê,
Gîxanê, Morkanê, Hêkanê, Dêdîk,
Parsinganê, Cotkanê, Malkê Mino Malo,
Beqê Beqê, Agirok, Nerm ke.

1-Komek Stranên Folklorîk Ji Devera
Silîvan, Hewêl û Batmanê / Bergê Yekem

2-Komek Stranên Folklorîk Ji Devera
Silîvan, Mûş, Şirnex, Xerzan û Batmanê /
Bergê Duyem
Berhevkar: Mustafa Gazî
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan:
Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok,
Hewlêr, Çapxaneya Aras, Hezîran 2009,
208-206 rûpel, 17x24cm, Kurdî/Kurmanciya
Jorîn, Bi tîpên Latînî, 1000 heb
Her du bergên pirtûkê jî ji 99 stranan
pêk tên ku piraniya wan ji hêla
Silîvan-Farqînê hatine berhevkirin.
Stranên di pirtûkê de wekî stranên
dilan, stranên dawet û govendê û stranên
cûr bi cûr hatine rêzkirin. Her weha di
karê notasyonê de ji deranîna notayan pê
ve meqamên wan jî hatine diyarkirin. Jê
pê ve her du bergan Cdyek jî pê re ye ku
ji her stranê firdikek tê da hatiye
gotin. Hêjayî gotinê ye navê stranbêjan,
kurtejiyana wan û sal û devera ku stran
lê hatiye berhevkirin hatiye
xuyakirin.
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî,
Duhok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala
2003an de li Silêmaniyê hate danîn. Wê
heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya
jêrîn û jorîn, kirdkî, kelhûrî, maçoyî
bêhtirî 80 pirtûk li ser folklor û
kelepûrê kurdî belav kirine. Her weha
nêzîkî 15 berhemên muzîkî yên dengîn û
dîmenî belav kirine ku ji muzîka kurdan
pê ve muzîka ereb, turkman, kild û
aşûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve
wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê
kurdî yê li devera Pişder, koçerên
Qendîlê û masîgiriya li devera Qeladizê,
devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî
Bala, Qale Mere belgefîlm durist kirine.
Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî
Bo têkilîdanînê:
Email:
khi_2003@hotmail.com /
khidihok@yahoo.com
www.khi03.comMalper:
|