|

Rê!
Yilmaz Güney destkeftinên mezin di
cîhana sînemê de bidestxistin; navê wî,
nexasime piştî filîmê „Kerî“ weke
derhênerekî navnetewyî mezin hate
xwiyakirin û kete rêza navdarên
filîmçêkerên cîhanê! Rexnegirên sînemê
bi hûrgilî û balgêşiyeke mezin awira xwe
avêtin ser kesayetî û berhemên wî; di
piraniya nivîsarên xwe de jî, bi
pesindan ew helsengandin û weke
hunermendekî bawermend bi doza gelê xwe
û nêzîkî êşên wî, dane nasîn!
Bêgoman nîşandana jiyana civaka kurdan
bi hemû kêm û kûrtiyên xwe ve, bandoreke
ber biçav li ser raya giştî, nexasima a
europî hiştibû! Lewra Yilmaz di berhemên
xwe yên dawî de, hêdî hêdî destpêkir, ku
êdî pirsa kurdan netenê weke pirseke
paşdemayina civakî û aborî nîşan bide,
belê herwise jî weke pirsa miletekî ku
ji hemû mafên xwe yên milî bê pare! Ji
wê zêdetir, êdî Güney bi rê ya hunera
sînemê pirsa kurdî weke pirseke siyasî,
a ku pêwistiya wê bi çareseriyê heye,
pêşkêşî temaşevanên cîhanê kir!
Ez bêtirs dikarim bêjim, ku Yilmaz
êdî çîroka bindestiya miletê xwe û
birçîbûna wî jibo azadiyê êşkere û bi
zimanekî hunerî pir payeberiz, hûnand.
Di derheqa vê yekê de û li ser pirsiyara
rojnamevanan, wî wise gotibû: Heger ez
ne kurdbûma jî, minê piştgiriya doza
kurdan bikra! Bênin ber çavên xwe,
hetanî vê kêliyê 12 milyon kurd li
tirkiyê ji hemû mafên xwe yên mirovayetî
bêparin; ew nikarin bi azadî bi zimanê
xwe bi axivin! Ma gelo mirov dikare
çavên xwe li ser vê yekê bigre?!
Lê pirsên girng ew bûn, gelo wê ew çawa
û bi çi şêweyî piştgiriya doza gelê xwe
bike û dest û lingên wî benkirî
(girêdayî, di qeydê de) ne? Gelo çawa di
bin çavdêriya dijwar de, ew dikare
babetên ku di serê wî de meyî ne, eşkere
bike û derxe pişt sînoran??
Bi armanca bersivdana van pirsyaran,
Gûney hîn di zindanê de, dest bi
nivisandina sênariyo ya filîmê „Rê“ kir,
û ji wir jî (ji zindanê) serkêşiya
derhênana wê xebata giranbûha kir, a ku
di fêstîvala navneteweyî ya sînemê de li
bajarê „Kann“ ê /Ferensa/ sala 1982 an
de xelata sereke „Palma (pelê) zêr“
wergirtibû!

Pêwiste bêgotinê, ku „Rê“ ji nişkave di
çarçoveya berhemên fêstîvalê de hate
nîşandanê û xelata yekem jî, a ku bi
nirx û navdariya xwe ve nekêmî ya
„Oskar“ ê ye, wergirt; ew ji aliyê
rexnevan û rojnamevanan ve weke „bomba
hunerî“ û filîmê wî mûsimî hate bi
navkirinê, jiber wê jî ew li seranserî
cîhanê hate belavkirinê…Li ser çêkirina
vê xebata hunerî Y.Güney wise bersiv
dabû: „…Min sênariyo ya vî filîmî di
zindanê de nivîsand…Di zindanê de, min
gelek kes naskirin û dostaniya gelekan
ji wan jî kiribû…Car caran min li
serpêhatiyên wan û bûyerên ku jibo wan
hatibûne girtinê, guhdarî dikir û bi
emanet jî min li ba xwe, dinivîsandin;
wise û bi derbasbûna demê re yanzdeh
/11/ çîrok li ba min gihabûn hev…Ji wan
serpêhatiyan min pênc /5/ yên ku zêdetir
nêzîkî rêyalîtêya jiyanê û armancên min
bûn, helbijartin…Armanca sereke ya filîm
ew bû, ku ez di rê ya çarenûsa her pênc
girtiyên ku izna cejna qurbanê (Bayrem)
jibo yek heftiyê werdigrin û ber bi
malên xwe ve diçin, jiyana rojana ya
rêyalîst li tirkiya nûdemê de, nîşan
bidim…“(47).
Piştî amadekirina sênariyo û danîna
pilana sereke ya vê xebata hunerî,
Yilmaz jibo cîbicîkirina (pêkanîna) „Rê“
hevalê xwe yê derhêner „Şerîf Gören“
destnîşan kir û ev berpirsiyariya giran
da ser milên (şanê) wî!
Bi dîtina min, helbijartina Yilmaz
divegere ser du xalên bingehîn:
-
Yekem: Şerîf Gören cîhana rûhî (hundir)
ya Güney û bîr û baweriyên wî yên hunerî
û siyasî baş nas dikirin, jiber wî berê
jî weke „derhênerê alîkar“ di filîmên
Güney de „Hêvî“, „Ibret“ û „ Endîşe“ de
kar kiribû.
-
Duhem: Şerîf Gören jî bi eslê xwe ve
kurd bû, û wî ji hemû kesî zêdetir
dikarîbû rabûn û rûniştina kurdan û
kerakterê wan yê milî nîşan bide!
Di rastiyê de jî helbijartina Güney
rast derket; Şerîf Gören bi çalakî, bi
hemû zanebûna xwe ya hunerî û civakî,
bêwestan û bi emanet hewil dabû daku
filîm bi serbikeve! Lê hûnandina filîm,
mûzîk û montaja dawî Yilmaz bixwe, piştî
derketina wî ji tirkiyê, serkêşî kiribû
û pêkanîbû!
Li vir, pêwiste bêgotinê ku vê xebata
duqolî (bihevre) ya ku Yilmaz di zindanê
de serkêşiya wê dikir, û ya ku Şerîf
Gören li derve hemû tişt pêkdianî,
pirsyareke mezin û cihê gomanê di nav
rexnevanên sînemê de peydakir: Gelo kî
derhênerê filîm yê rastî ye? Aye Y.Güney
ye, yanjî Ş. Gören e?!!
Ji pextê geş re, Şerîf Gören yekser ew
goman ji mêjiyê gomanlêkiran rakir û
biyekcarî ev pirsyar zelal kir, dema ku
ji rojnamevanan re got, ku: Çêkirê
„Rê“ û derhênerê wî yê rastî Yimaz Güney
ye; ew tenê hêjayî helgirtina vî navî
ye; min û karmendêd mayin hemûyan, me
daxwaz û fermanên wî yên ku ji girtîgehê
didane me, bicih tanîn…
Lê çawa Yilmaz dikarîbû derhêneriyê ji
zindanê bikê? Û bi çi şêweyî dikarîbû
serkêşiya wê xebata mezin û hewqas
karmendên wê birêve bibe?!!
Bersiva van pirsyaran, yên ku rexnegirên
sînemê û rojnamevan xistibûn sergêjekê
de, Yilmaz wise dabû: Di wê çaxê de -
yanî dawiya salên 70 yî ji sedsala
buhirî – Partiya Gel ya Komarê bi
serokatiya B.Ecewît hukum li welat dikir
û wan destûra serdanên zindaniyan pir
hesan kiribûn…Min ew firsend bi dest
dixist û hemû beşdarên di filîm de
vexwendî zindanê dikirin; di wan
serdanan de, min bi dehan rûpel yên ku
hemû tişt bi hûrgilî li ser wan
nivîsandibû, hetanî bi şêweyê
wênegirtinê, didane destê wan û bi wan
re pirova dikir; jixênî wê jî min ji
wênegiran û lêstikvanên di „Rê“ de
dixwest ku ew serdana navçeyên kurdan,
cihê kişandina filîm bikin, bi xelkê cih
re dan û standinê bikin, rabûn û
rûniştina wan nasbikin û hemû tiştî jî
bi wêneyên fotografî bigrin, daku rewşa
cih û mirovên wan deveran timî li ber
çavên wan be û di hişê wan de bimêne…
Hevalekî Yilmaz Güney di derheqa vê yekê
de wise gotibû: „…Yilmaz hemû beşdarên
di filîm de vexwendî (dawetî) zindanê
dikirin, hetanî bi karmendê ronahiyê
jî…Di wan hevdîtinan de, wî rola her
leyistkvanekî şirove dikir û bixwe jî li
pêşiya wan dileyist; jixên wê jî wî
bihûrgilî ji wênegiran re jî tevgera
kamêreyan nîşan dida, te digot qeyî
(belkî) wî hemû jiyana xwe li pişt
kamêra sînemê derbas kiriye?! Bi
gotineke din, ez dikarim bêjim, ku wî
oda hevdîtinê di zindanê de dikre
stûdiyo ya sînemê…Piştî hevdîtinan em
yekser diçûne meydana wênegirtina
dîmenan li derve (Ber bi sirûştê ve,
jiber piraniya dîmenên filîm li derve
dihatin girtin – I.M.) û herkesekî ji me
erkê xwe dizanî bû û weke ku Yilmaz
gotibû, pêkdianî…“ (48).
Birastî jî rola hevalên Yilmaz
(yên gelekî kêm bûn) di serkeftina
filîmên wî de, bi taybetî yên ku ji
zindanê serkêşiya wn dikir, gelekî mezin
bû! Yilmaz jî ev tişt jibîr nedikir û di
her lêhatinekê (mûnasebe) de jî bi
sipasî digot: Ez burcdarê (deyndarê)
hevalên xwe me, yên ku bi emanet bi min
re kar dikirin û hemû daxwazên min bi
baştirîn şêwe bi cih dianîn!
Li ser kesayetiya Güney, zîrekî û
nûjeniya ku di xebata hunera sînemê de
peydakiribû, herdu rexnevanên Sovyetî
yên sînemê R. Sobolêv û U. Tênîşvîlî
wise nivîsandine:“…Dîrok dizane ku gelek
destkeftinên giranbûha yên zanistiyê di
zindanan de hatine peydakirinê; herwise
jî, ji wir berhemên navdar û perçeyên
mûzîkê yên ku li cihanê belav bûne,
hatine nivîsandinê, lê di kesayetiya
Güney de ew -dîrok- êdî dizane, ku di
zindanê de filîm jî dikarin werne
çêkirinê…! Ev yek birastî bûyereke
bênemûne ye…“ (49).
Bêgoman nehêniya serkeftinên Güney
di nav pîşesazên sînemê, rexnevan û
rojnamevanan de, bûbû cihê gengeşe û
goftûgoyan! Di derheqa vê yekê de,
rexnevanê sînemê yê yûnanî – Dîmîtrîs
Zaniyakîs - wise dibêje: „…Yek ji
nehêniyên herî giring yê serkeftina
Güney ew bû, ku ew di nava miletê xwe de
dijî, hemû tiştên ku wî nîşan didan,
têne hejmartin weke belgenameyên zindî
li ser êş, belengazî û bindestiya miletê
kurd…Çavkaniya hêza filîmên wî:
nîşandana jiyana rêyalîst a rojana bi
hemû ta’liya xwe ve…Wenêyên ku Yilmaz
dikişandin û li ser perda sînemê nîşan
dida, ji temaşevanên rojava (Europî) re
weke xewnên tirsê dihatin ber çavan; lê
pir mixabin ew hemû rastî bûn û ne xewin
bûn…Xeyseta din ya berhemên Güney, a ku
sedî sed nîşana zîrekî û lehengiyê ye,
ew bû ku lihevhatineke bilind û bi
hostayetî, di navbera aliyên belgeyî û
lêstkvaniyê de dihate dîtin…“ (50).
Li vir pêwiste mirov bûyer û babetên
filîmê „Rê“ nas bike, daku bixwe rêbaza
Güney di çêkirina filîman de bibêne; ew
rêbaza ku li ser bingeha du xalên giring
dihate avakirinê: Yekem:
pevgirêdana bihêz (xwirt) di navbera
bûyerên belgenameyî û lêstkvaniya hûnera
sînemê de, a ku di dîrokê de tenê
mezinên sînema rêalîst dikarîbûn bi cih
bênin! Duhem: hevbeşiya derd û
jiyana xelkên sade û çavdêriya wan bi
hûrgilî û ji nêzîk ve!!
Qehremanên filîmê „Rê“ pênc girtiyên
„serbest in“, yên ku Yilmaz bi çavên
kamêra xwe, yek bi yek çavdêriya wan
dike û qonax bi qonax li pey wan bi rê
ve diçe!
Her pênc (Yûsif, Mewlûd, Seyid Alî,
Mihemed Salih û Omer) girtiyên yek
zindanê ne, a ku Güney bi xwe jî tê de
mabû; izna (îcaze) heftiyekê distênin da
ku herin gund û bajarên xwe, bihêviya
dîtina xizim û kesên xwe, yên ku li ber
dilên wan şêrînin û bi drêjahiya salan
li benda wan mane…
Di rê de, her pênc mirovên „serbest“ rû
bi rû rastî jiyana rojana a têror û tarî
(Bûyerên filîm piştî hatina cunta faşîst
a sala 1980 î li ser hukm rû didin –
I,M.), ku li seranserî welat heye
tên…Her çend kîlomêtran li ser rê,
tabûrê leşkeran rawestane û kontrola
rêwiyan dikin. Piştî rizgarbûna ji
binkeyeke kontrolê; di otobûsê (Pasê) de
her pênc girtî jiber kêf û xweşiya iznê
ve sermestin, kaxezên wan di destên wan
dene û ken û laqirdiyên (henek, şoxî)
xwe bi hev dikin…Di wê navberê de
perîşanê Yûsif kaxeza izna xwe winda
dike…Piştî qasekê (demeke kurt), careke
din leşker pasê kontrol dikin…Polîs yek
bi yek daxwaza nasnameyên rêwingiyan
dike…Dor dighe Yûsif, lê ew dike nake
kaxeza izna xwe li ti deverê nabîne?!!
Li vir malwêranî destpêdike: „Komondantê
min, ez sûnd dixwim, ku kaxeza min
vêgavê winda bûye… Rewşa min jî wek a
van hevala ye…Em (kelogirî) hemû girtiyê
yek zindanê ne û jibo yek heftiyê diçin
iznê…“. Na herê, ma dilovanî û
mirovayetî bi polîsê tirkan re heye: „
…Ez ji ku dizanim, ku ti diçê iznê?
Yala.. wî jiber çavên min bibim û
vegerênin cihê ku jê hatiye…“. Ofserê bê
îman guh nade girî û lav lava Yûsif… Li
wir îzna wî bi dawî tê!
Mewlûd berê xwe dide bajarê Qoniya bi
hisreta ku destgirtiya xwe bibênê! Lê
î’rf û A’det rê nadin ku ew bi teniya
xwe bimênin…Xizim û mirovên destgirtiya
wî çavdêriya wan dikin û gav bi gav di
nava kolanên bajar û bexceyên wê de li
pey wane; ew herdû avîndar nikarin bi
serbestî du gotinên xweş jî ji hev re
bêjin! Mewlûd, ev xortê bejinzirav û
lihevhatî, izna wî tine ku destê
avîndara xwe jî a bedew, bigre…Jibo
têrkirina daxwazên laşê xwe, yên sêksê
ew berê xwe dide avahiya
laşfiroşan…Jiber êş û derdên civakê û
pêwendiyên malbata mirovên xwe, ew rojên
îzna xwe li meyxana û reqasxaneyên şevê
dibe serî…
Li vir pêwiste bêgotinê, ku rêalîzma
Güney û kûrbûna zanebûna wî, ne tenê di
derxistina nakokiyên rêjîma serdest de
dihate xwiyan, belê her wise jî, wî bi
hostayetî nakokiyên psîkolojî yên di
hundirê qehremanên xwe de, şirove dikir
û ronahî di avête ser bandora perwerdeya
paşdemayî a feyodalîzmê li ser rabû û
rûniştina wan. Weke nemûne: di
hevdîtinekê de, Mewlûd li ser daxwaza
destgirtiya xwe ku nameyan li ser
navnîşana metika wê jêre bişêne (heger
name werin mala wan, Bav û Diya wê aciz
dibin), weha bersiv dide: „…Guhe nede vê
yekê! Eve rewşa civaka me…Ew (Bav, Dê û
xizim) hemû li paş mane û hîn di
sedsaleyên navîn de dijîn…“. Lê piştî
qasekê û dîsan li ser pirsa destgirtiya
xwe: gelo ew bixwe çawa bîr li wan
tiştan dike? Bersiv dide û dibêje: „…Guh
bigre, heger ti bibê xêzana (jina) min
çênabe ti bê izna min ji malê
derkeve…Çênabe ti li çavên xerîban
temaşe bike, yanjî bi wan re
bikene…Gotina min di malê de yasa ye
(qanûne), gereke hemû kes dibin emrê min
de be…Te fahmkir…“.
Lê çarenûsa hersê qehremanên (girtiyên)
din, yên ku babeta filîm a bingehînin;
rû bi rû rastî rewş jiyana dijwar û aloz
ya miletê kurd dibin…Hemû bûyerên ku rû
didin li Kurdistanê (Wîlayetên başûrê
rojavayê tirkiyê) ne!
Dema ku pas (otobus) a ku hersê girtî
(Seyid Alî, Mihemed Salih û Omer) tê
dene desrbasî navçeyên kurdan dibe,
yekser li ser êkranên sînemê bi
manşêteke (rêzeke, nivîsareke) mezin û
bi rengekî sor gotina „KURDISTAN“ tê
nîşandan! Cihê gotinê ye, ku ev rûdan
şoreşeke mezin di dîroka sînemê de
peydakir, jiber ew yekemîn car bû ku
gotina Kurdistan li ser êkranên sînemê û
di filîmekî wise navdar de, ku li
seranserî cîhanê belav bûbû, were
nivîsandinê; bi dîtina min Y.Güney bi vî
haweyî bi zanebûn û şoreşvanî axa
Kurdistan ji dewleta tirkiyê cuda
(başqe) kir…Di derheqa vê yekê de,
Yilmaz piştî derketina xwe ji tirkiyê
wise gotibû: „…Baweriya min sedî sed
heye, ku koloniyek (welatekî dagîrkir)
bi navê Kurdistan di tirkiyê de heye…Min
bi rê ya hersê qehremanên xwe yên
sereke, hewil da ku awirekê, herçende
seretayî bû jî, bavêjim ser jiyana
civakî, aborî û siyasî a wê
deverê…“(51).
Hersê „ serbestên“ ku ji zindana piçûk
derketine, bê hemdê xwe dikevin
zindaneke mezintir de…Rê ya hersiyan ji
hev cuda dibe, heryekî ji wan, pîştî
salên zindanê yên dirêj berê xwe dide
wîlayeta xwe, raste rast pêrgî problêmên
ku li benda wan mane bibin…Heryekî ji
wan li gor zanebûna xwe û derfetên li
ber dest, dixwaze çareseriyekê ji
aloziyan re bibênê! Lê çêkirê filîm bi
hostayetiya hûnerî a bilind, û bi
şêweyekî sade hemû rûdanên ku bi wan re
çêdibin bi hevduve girêdide; bûyeran
paralêl (li tenişt hev) nîşan dide û
dihêle, ku temaşevan di dawiya filîm de,
neçar bibe rû bi rû rastî êş, zordestî û
çarenûsa gelê kurd ji aliyê koledarên
tirk ve were.
Ka em bi hev re û bi kurtî bidin pey
hersê belengazan, yên ku weke tê xwiyan
qet xweşî û şadî neketiyê dilê wan de…
Qehremanê yekem – Seyid Alî – bi
lez û bez diçe mala xwe, bihêviya ku
xêzan (jin) û kurê xwe bibêne! Lê dema
ew dighêje malê, rastî du pirsgirêkan
dibe:
Yekem:
nebûna xêzan û kurê wî di malê de?!
Duhem:
hebûna jineke din (jinbav) a ku bavê wî
markiriye, di malê de! (bi vê yekê
Yilmaz amaje bi pirjinî di civaka
Kurdistan de dide. I.M.).
Seyid Alî
bi dilekî şikestî û dengekî nizim pirsa
xêzan û kurê xwe ji Diya xwe a nexweş di
nav nivînan de, dike? „ kurê min – dê
dibêje – wê îxanet (xayntî) li te kir…Wê
xwest bi yekî din re here…Ew li mala
bavê xwe zindan kirî ye…“. Belê, ew li
mala bavê, li gundekî çiyayî, dûr û çep
dîl kirî ye (êsîre) û li benda çarenûsa
xwe ye, a ku li gor a’detan gereke ew bi
destê mêrê xwe (jiber, dîsan li gor
a’detan ew milkê wî ye) sizayê xwe
werbigre…Ew dide ser şopa xêzana xwe…
Li gundê „Sinceqê“ bûrayê (birayê jinê)
wî yê mezin dibêje: „…Seyid! Me biryara
kuştina wê da ye, lê vaye ti hatî…Gereke
ti bi destê xwe vê yekê bikê…Şeref û
namûsa te ya me ye jî…Heger pêwist be,
em jibo alîkariya te amade ne…“.
Belengazê Seyid, bi van gotina hîn pêtir
tî û birçiyê tolhildanê dibe…Tevî
tinebûna rê, serma û berfa ku bi qama
mirovan ketiye, ew berê xwe dide gundikê
ku xêzana wî li wire…Bi rê ve, jiber
sermê û bablîsokên berfê hespa wî nema
dikare bi rêve here û dikeve…Daku Hespê
ji sekeratên mirinê rizgar bike, Seyid
fîşekeke dilovaniyê (rehmê) diberde serê
wê! Birastî tabloyeke kêmnemûne li ser
êkranê tê xwiyan: xwîna hespê a gerim li
ser berfa sipî belav dibe û deqên sor,
weke birînan li ser laşekî sipî nexşe
dike; ti dibê belkî sirûşt bi xwe jî li
ser rewşa wan belengazan birîndar bû
ye!! Bi rê ya kamêrê û nîşandana wêneyên
sirûştê, Yilmaz ronahiyê tavêje ser
welatê kurdan yê çiyayî û asê; yê ku ji
cîhanê hatiye birîn, bi taybetî di
demsala zivistanê de!
Bi zor û heft kutekan Seyid xwe dighêne
wan çend malikên li qontala çiyayekî, ku
di bin berfê de mane…Kalemêrê oldar
(Xezûrê wî, bavê xêzana wî) bi selewat,
du’a û xwendina sûretên qora’nê
pêşwaziyê lê dike; ew bawer dike, ku bi
vê yekê wê dûdilyê jibo pêkanîna erkê
xwe, li ba Seyid nehêlê: „ Kurê min (bi
zimanekî kurdî yê zalal.I.M.), heger ti
bixwaze jina xwe bibênê, waye di wê
koxika ha de ye û weke dêlikekî (kuçikê,
segê mê) dijî…Eva heşt heyvin di wî halî
de ye, em tenê nan û avê davêjin ber
wê…Mêr be, bila weswese nekeve dilê te
de û li ber wê sist nebe…Ew miroveke
lewitî (qirêje, gemare) ye…“.
Perîşanê Seyid her diçe hêrsa wî dirabe
û agirê tolhildanê di nava wî de dikele;
biryar dide ku kur û xêzana xwe bibe
mala birayê wê û li wir, li ber çavên
xelkê „şerefa“ xwe ji lekeyan baqij
bike…Ew xwe nagire hetanî roja dinê, her
di nîvê wê şevê de jî, herduyan li pey
xwe dikşêne û didin ser rê…Jina bêhêz
her çend li ber xwe dide jî û qasekê bi
rêve diçe, lê ew xwe li ber sermê û
berfê nagire û nema dikare xwe li ser
lingan bigre û li wî chê ku hesp lê
ketibû ew jî dikeve…
Dilê Seyid pê dişewite û wê dide ser
pişta xwe û ji kurê xwe dibêje bi qarîşê
lê bixe, bihêviya ku xwîn di damarên wê
de bigerê û bi ser hişê xwe ve were!
Lê hemû hewildanên wî; bang û hawarên
wî: „ Zînê..Zînê... rabe ser xwe, nexewe
Zînê…were ser hişê xwe…çavên xwe danexe
(weke yekî ku bêje min ti efû kir!) li
ber bayê diçin û pir derng hatin…
Birastî, dîtina wan tablo û bûyeran
mirovan dixin nava serkêjiyê de,
kelûgirî dibin û tevzînok bi laşên wan
ve tên; dihên ku temaşevan neçar bibe
daku bîr li rewşa wan belengazan, di vê
serdema nû de bike?!
Derhênera tirk Sema Pûras di derheqa vê
yekê de wise nivîsî bû: „…Ez û hevaleke
xwe em ketin salonekê ji salonên sînemê
li Berlînê, daku em li filîmê „Rê“, yê
ku em gelekî li bendê mabûn, temaşe
bikin…Salon ji xelkê û ji neteweyên
cuda, miştbû (dagirtî bû, pir bû), rê û
rêwan nebû; qire qir û hêleman bû,
bitaybetî li hawîrdora me…Min çend caran
ji wan hêvî kir, ku bêdeng bibin, lê
gotina min ser ne digirt…Carekê û ji
nişka ve min hew dît ku bêdengiyeke ecêb
kete wê salona mezin de…Te digot belkî
marekî bi xelkê ve daye…Piştî qasekê,
min dît ku îske îska xelkê ye di ber xwe
de digrîn, nexasime hevala min…Min xwe
girtibû, jiber ez jî derhênerim û
dizanim bê çêkirina filîman û lêstka di
wan de çawa çêdibe…Lê bi dîtina wan
tabloyan, hêsir bê vîna min ji çavên min
jî hatine xwarê…Filîm bi dawî hat…Xelk
bi bê dengî û li ser xwe ji salonê
derdiketin û di ber xwe de, serê xwe bi
hurmet ji çêkirê filîm re nizim
dikirin…“ (52).
Bêgoman Yilmaz di çîroka qehremanê xwe –
Seyd Alî – de, dixwest rewşa gundiyên
kurdan, jiyana gundayetî, pêwendiyên
feyodalîzmê û êlîtiyê yên ku bandora wan
bi xwirtî li ser civakê mane, nîşan
bide; û herwise jî ew ronahiyê davêje
ser paşdemayîna navçeyên kurdan û
bêpariya wan ji hemû destkeftên
şaristaniyê, weke êlêktrîkê, kişandina
avê, çêkirina rê yên çûn û hatinê,
avakirina binkeyên textoriyê û h.w.d.
Jibilî wê jî û weke ku di hemû berhemên
xwe de, Güney bi rê ya vê çîrokê dîsan
bi zelalî, bindestiya Jina kurd ji hemû
aliyan ve destnîşan dike, bi hêviya
çareseriya vê pirsa giring, a ku wî bi
ramanên xwe daxwaza serbestiya wê dikir:
„…Civaka ku azadiya jinan tê de tine be,
ew civak bixwe jî ne azade…Weke ku çawa
netewek (miletek) ku zordestiyê li
neteweke din dike, ew bixwe jî di
bingeha xwe de bindeste…“ (53).
Lê qehremanê duhemîn, Mihemed Salih
„Memed“ (biçûkiya navê Mihemed e) berê
xwe dide Diyarbekir, wî bajarê kurdî yê
navdar, şûnwarê bav û kala û cihê
rûniştina jin û zarokên xwe, yên ku
piştî girtina wî, li mala xezûr dimênin.
Bi rê ve gelek bûyerên rabirdû (derbas
bûyî, yên berê) têne ber çavên wî, û bi
dehan pirs di mêjiyê wî de diçin û tên:
gelo ewê bi çi rûyî rastî jin û xizmên
wê were? Ewê çi ji wan re bêje? Wê çawa
ji wan re (xizmê jinê – li gor
serpêhatiya berî çend salan - bawer
dikin ku gunehê wî di kuştina kurê wan
de heye) bêje ku ew ne tawanbar bû?!
Gelo wê helwêsta xizmên wî çi be? Wê
çawa pêşwaziyê lê bikin? Lê tevê wê jî,
bêrîkirin û hzkirina wî ji jin û zarokan
re, hiştbû ku hemû tiştî jibîr bike…Dema
dighêje mala xezûrê xwe û daxwaza dîtina
jin û zarokên xwe dike, hemû neferên
malê li dijê wî derdikevin û ji ber devê
derî diqewitênin: „…Ji ber çavên me
–Xesiwa wî dibêje- here, kuçikê çepelî
bê zirav…Bêşerefê tirsonek…Werin, werin
zarokên min – Xesiwa wî, bi kurdiyeke
pir zelal (Bi dîtina min Yilmaz, weke li
gelek cihê din ji vî filîmî, ev tişt bi
zanebûn destnîşan kiriye, daku bide
xwiyan ku ew bi zimanê tirkî nizanin.
I.M.) gotina xwe didomêne – bavê we
bênamûse…Bavê we tirsoneke, wî kurê min
yê xort bi brîndarî di nav destên wan de
hişt û reviya daku xwe xelas bikê…“.
Belengazo Memed, vegere cihê ku ti ji
wir hatî ye! Ma ti nizanê, ku a’detên
kevnare hînjî serdestin û rehmê hetanî
li zarokên bêguneh jî nakin. Birastî,
temaşevan wêneyên gelekî diltezên
(dilşewat) li ser êkranê dibênin; piştî
dûrketina hewqas sal, zarok û xêzana te
li ber çavên te û ti nikaribe wan himbêz
bike û du gotinên dilxweş ji wan re
bêje?!!
Bi çavên mişt li hêsir û dilekî şikestî,
Memed ji devê derî, serdiberde
divegere…Lê ew bi şev û bi dizî, dikare
jin û zarokên xwe, yên ku ew jî bi
dirêjahiya salan bi hisreta dîtina wî
bûn, birevîne û ber bi cihekî nediyar ve
diçin…Nîvê şevê û di tirênê de, dema ku
hatin û çûyina rêwingiyan kêm dibe,
Memed û jina xwe, hingî bêriya hev
kirine, bi dizî dikevin destava
(tiwalêt) tirênê de û „îşê xwe
dikin“…Bextê wan yê reş, ji nişkave
rêwingiyek agehdar dibe…“dinya li ser
serê wan xerab dibe“, dibe hêleman û
qîre qîr…bi dehan kulm û boksên
rêwingiyan li wan dikevin…Dijûn û
xeberên pîs ji wan re têne gotin…Zarokên
wan ji xewê divençiniqin, didin girî û
hawar…Pasewan û polîsên tirênê bi hawara
wan ve tên…Rêwingiyên hêrsketî ji hev
dûr dikin û wan hêmin dikin…Ofserê polîs
jî bi ser wan de hiltê û dijûnan ji wan
re dibêje: „…Bêşerefno…Çawa win dikarin
tiştên wise bikin…Exlaq nemaye…Ezê li
westgehê cezayê we bidim we…“ Bi dengekî
şermin (fedîkar) û nizim, Memed dibêje:
„…Mezinê min ew jina mine û ev jî
zarokên me ne…“ Ha, ê ofser dengê xwe
careke din bilind dike: „…Ka kaxezê
zewaciya we? Ez ji ku bizan ku win jin û
mêrê hevin…“. Lê pepûkê Memed bêdeng
dimêne, ma wê ji kuderê kaxezan bêne, ku
kaxez jibinî tine ne ( Ew li ser rê ya
şerî’tê hatine ma’rkirinê; melayekî, yan
jî sofiyekî û du şahid dizanin. I.M.)…Bi
alîkariya polîs, herdu belengaz di oda
tirênê de man tanî bighêjin westgeha ku
bê, bi hêviya ku ji vê belayê rizgar
bibin…Lê wan nizanîbû, ku bela herî
mezin û ya bêçare, a’detên kevnare ne,
kîn û zikreşiya ku nayê jibîr kirinê ye
û tolhildan bi xwînê ye…Bûrayê wî yê
piçûk bi demança tijî fîşek li wan
digere û di tirênê de tola birayê xwe û
malbatê hiltîne û xwe di nav rêwingiyan
de diveşêre û winda dibe…
Bi dîtina min, jibilî reswekirina
a’detên ku dem di ser wan re derbs bûye
û pêwendiyên civaka kurdan, Yilmaz bi rê
ya serpêhatiya Memed (Mihemed Salih)
çend tiştên siyasî li navçeyên
Kurdistanê indîrêkt destnîşan kirin: yek
ji wan, dema ku Memed dighêje
Diyarbekir, bi zelalî û eşkere tevger û
dengê balefirên leşkerî dibêne û
dibhîze! Ev nîşana wê yekê ye, ku
binkeyên leşkerî li Kurdistanê hene û ew
welatekî timî di rewşa cenkê de ye. Ya
din û dîsan dema ku Memed dikeve nava vî
bajarê dîrokî de, yê ku tê hejmartin
paytexta bakurê Kurdistanê û yek ji
şûnwarê şaristaniya kevnare ye, çêkirê
filîm bi zanebûn û bi çavê kamêra xwe
rewşa bajêr, kolan û sikakên wî yên
qirêjî û rewşa zarokan (hêviyên
pêşerojê) a xerab nîşan dide; ev yek jî
nîşana reswekirina siyaseta rêjîmên
tirkiyê ye sebaret bi navçeyên kurdan û
hewildanên wan, da ku timî ev navçe û
xelkên wê kole û çavgirtî bimênin.
Lê qehremanê sereke û helgirê bîr û
ramanên Güney sebaret bi pirsa kurdî di
filîmê „Rê“ de, girtiyê pênceme, yanjî
qehremanê sêheme yê bi navê Omer e; ev
xortê gundî yê sade ku li dawiyê rê ya
berxwedanê digre!
Omer ber bi gundê xwe ve, yê piçûk û li
ser sînorê tirkî û sûriyê ye, diçe…Lêv û
rû biken, dilxweş û şad ber bi gund ve
dibeze, bihêviya dîtina xizim, cînar û
hevalan…Nêzîkî gund dibe, bi çavên geş
pir li e’şq û xweşewîstî li wan xanîkên
ku ji qurê (heriyê) hatine çêkirin
temaşe dike; ti dibê qey ew li hember
mezintirîn û bedewtirîn birc û koçêkên
cîhanê rawestiya ye…Lê sed car mixabin,
ew kêlîkên hêvîdar û dilşad ji wî
belengazî re û herwise jî ji milyonan
kurd re gelekî kêmin û kurtin! Dema ew
nêzîkî malan dibe, dengê teqîniya
guleyên tiving û kilaşinkovan têne guhê
wî?! Piştî qasekê, bêdengiya mirinê bi
ser gund de hat, te digot belkî ev gund
bi dehê salan kavil maye…Ji nişkave,
dengê leşkerekî ew bêdengî li ser gund
rakir: „…Heger win xwe teslîm nekin, ezê
xaniyan bi ser serê we de xerab
bikim…Ezê hetanî hejmara sê yan bi
hejmêrim: Yek…Du…“. Hîn hejmara sê yan
negotibû, dengekî kûr ji bin erdê derket
û bang kir: „…Bernedin…Guleyan
bernedin…Emê xwe teslîm bikin…“. Ev
tabloyên xembar yên ku yekser ken li ser
lêvên Omer birin, li ber çavên wî
rebenî, yê ku hîn silav jî li xizmên xwe
nekiribû, çêbûn; ew bû şahîd li ser
girtina qeflekî din ji serhildanvanên
kurd! Wî bi awirên pir bi kîn û
tolhildanê, li leşkerên tirk û kesên
girtî tanî ku ji gund bi dûr ketin jî
mêze dikir û di serê wî de bi dehan
pirsyar digeriyan; ew di nava xwe de
diêşiya; hedan ne dikete hişê wî de, di
çavên wî de dihate xwiyan ku ew li
çareseriyekê digere! Lê Cawa û bi çi
şêweyî??
Wê şevê xew nekete çavên wî de; piştî
nîvê şevê dîsan şer destpêkir û bû teqe
teqa guleyan di ser gund re…Te digot
belkî bûye meydana şer di navbera du
leşkerên mezin de! Bêgoman ew nîşana
berxwedana serhildanvanan bû: „…Em wise
dijîn kurê min – Bavê Omer jêre got –
Jiyaneke çetine, nayê debarkirinê…Tenê
bese ku ti kurd bê, daku kuştin û mirin
para te bê…“.
Omer hest pê dike, ku birayê wî yê mezin
„ Abûzêd“ jî çuye serê çiya, jiber wê
şênê xwe berdaye ser rû yê maliyan; bi
tenê qire-qira Dê û bavê ye, ew li ser
çarenûsa kurê mezin şer dikin…Bi kurtî
tanî berê sibehê xew neketiyê çavên wan;
her kes di cihê xwe de matmayî mabû!
Cihê gotinê ye, ku Yilmaz Güney rewşa
zarokan û tirsa ku di dil û li ser rû
yan jibîr nekiribû; wî bi zanebûn ew
kiribûn nîşana çavên kamêra xwe, bê çawa
xwe bi dawa (kiras, çil) dayikên xwe ve
digrin, bihêviya ku xwe ji guleyan
biparêzin û ji tirsa re çav zeloq mane;
wise ji temaşevan re tê xwiyan, ku wan
tucarî xweşî û aramî di jiyana xwe de
nedîtine…
Bi berbangê re, dengê jinên gund bilind
bûn û bi kurdiyeke zelal, kirine qêrînî:
„…Rabin ser xwe…Gelî gundiya rabin ser
xwe…Vaye cendirma (eskeran) laşê şehîdên
me anîne…Ew di şerê şeva çûyî de hatine
kuştin …“!
Cîbeke (otombîleke) leşkerî di pêşiya
terktorkrê de ye a ku laşên kuştiyan tê
de ye, ber bi bêndera gund ve tê…Gundî
pêşwaziyê li wan dikin…Ofserkî leşkerî
hildikşe ser kevirekî û bi dengekî
bilind dibêje: „ Gelî hevwelatiyan…Ev
welat ê me hemiyane…Em hemû zarokên yek
welatî ne, hîç ciyawazî di navbera me de
tineye…Di encama şerê şeva buhirî de,
pênc kes hatine kuştinê…Nasnama wan ne
diyare…Kî ji we wan nasbike, gereke ji
me re bêje…Heger îsbat bû ku kesek ji we
wan nasbike û nebêje, ew jî wê bikeve
nav rêza wan de…We fahmkir..? „
Leşker gundî hemû li pey hev rêz kirin,
daku li kuştiyan mêze bikin! Yek bi yek
li kuştiyên xwe mêze dikin…Ma gelo kî ji
wan belengazan diwêre bêje ku wan nas
dike?! ( Birastî çêkirê filîm rewşeke
pir balkêş, kêmnemûne û dilşewat nîşan
dide…Çawa mirov kurê xwe, yan birayê
xwe, yanjî cînarê xwe li ber çavên xwe
kuştî bibêne û newêribe bêje ku ew wî
nas dike?!! Ma gelo ji dîtina vê tabloyê
dilşewattir tiştekî din heye?!!).
Omer laşê birayê xwe yê mezin dibêne…Lê
ew bêdeng dimêne…Wise pêwiste…Yan na ew
jî wê bikeve rêza wî de...Çare çi ye?!
Xwîn di damarên wî de dikelê…Agirê
tolhildanê di çavên wî de gur dibe û li
ser pirsyara ê ofser: Ew kesî nas dike?
Omer bi bê dengî û hejandina serê xwe,
nîşana nabûnê, bersiv dide…Herwise jî
gundî hemû bi dilêş û şênî bi hejandina
serê xwe, nabûnê ji naskirina şehîdên
xwe re nîşan didin!!!
Gelo hetanî kengî ev zilm û zordestî? Ma
çêdibe ku mirov li hemberî wê bêdeng
bimêne?! Yilmaz Güney bersiva vê pirsê
bi mêranî û eşkira di rê ya helwêsta
qehremanê xwe Omer de dide. Omer, tevî
lav lav û daxwaza dê û bavê, yên ku hêvî
dikin daku ew vegere zindanê û sizayê
xwe bibe serî, rê ya serhildanê digre: „
Na - bi kurdiyeke zelal dibêje -, ez
nema divegerim zindanên wan…Ezê herim
serê çiya…hetanî kengî em vê zilmê
tehmûl bikin…“. Ew li hespê siwar tê û
berê xwe dide serê çiya! Li vir pêwiste
bê gotinê, ku Güney di tabloya çuna Omer
ber bi çiya ve, xeysetekî giring ji
xeysetên miletê kurd nîşan dide; ew jî
ewe, ku jinên kurd bi dengekî bilind,
lîlandin, stranên mêranî û navtêdanê
Omer bi rê dikin!!
Omer rê ya berxwedanê berdewam dike…Bi
vê yekê Güney nîşan dide, ku miletê kurd
hîn zindî ye û berxwedana wî, tevî
çetnahî û zordestiyê, hîn jî berdewame.
Bêgoman di „Rê“ de Güney dixwest bi
nîşandana her tabloyekî, her bûyerekê û
her tevgerekê ji lêstka qehremanên xwe,
ramanekê yan jî bingeha pirsekê bi hemû
wateyên fîlesofî û siyasî, çi dîrêkt yan
jî indêrêkt, nîşan bide. Jiber wê gelek
caran ji lêkolînvan re çetin tê ku
bighêje kûriya hemû ramanên wî! Lê tevî
wê jî, bi dîtina min, giringe ku ez li
vir amaje bi ramaneke din ji ramanên
Güney di vî filîmî de bidim ( Bi dîtina
min ew yek ne xweberî xwe (efewî) bû);
ew jî ewe, ku ew rastiya yekparçebûna
welat kurdan „Kurdistan“ û çêkirina
sînoran ji aliyê dijmin ve, nîşan dide!
Ev yek bi zelalî di gotinên Omer de,
dema ew bi hevalekî xwe re li ser sînorê
Sûriyê rûniştine, tê xwiyan: „…Mêzeke
-Omer dibêje- eve jî sûrî ye…Li wir
mirov û xizmên me dijîn…Lê hebûna mayin
(bombe) û têlên derabekirî em ji hev
dûrkirine…“.
Bi vî hawî, Güney bêtirs helwêsta xwe a
neteweyî û şoreşgerî pêşkêş kir, lê
mixabin gelek kesan (di nav wan de jî
hinek ji kurdan) kûriya wateyên berhemên
wî tênegihêştin, yan jî piraniya wan ne
dixwestin têbighêjin! Loma ew bi
helwêsteke „ne zelal“ jibo çareseriya
problêmên civakî, siyasî û aborî li
tirkiyê, tohmetbar kirin!
Güney di hevpeyvîneke xwe de bi
rojnama “L’Humanitê” re, wise
bersiva vê yekê dabû: „…Gelek kes hene,
min tohmetbar dikin û dibêjin ku min bi
zelalî rê ya şoreşê nîşan neda ye; û min
ti çareseriyên ber bi çav jibo pirsa
neteweyî, bi taybetî pirsa netewa kurd a
ku ez yek ji wê me nedaye; û min ti
lêkolînên hûr li ser doza çandiniyê û
avedaniyê çênekirine; û h.w.d…Bi kûrtî,
ew ji min dixwazin, ku ez di pêncî /50/
deqîqeyan de, hemû tiştên ku Marx û
Lênîn di jiyana xwe de nivîsandine,
nîşan bidin?!“ (54).
Dimîne, ku ez li dawîyê bêjim: filîmê
„Rê“, bê mubalexe ji hemû aliyan ve li
hevhatî û pir wate bû; tanî pileya ku
gelek rexnevanên navdar ew weke „ Ilyaza
tirkî“ bi nav kirin; herwise jî
nivîsandibûn, ku ew ji destpêkê û hetanî
bi dawî dihêle ku mirov bi hewaseke
mezin û çavên vekirî lê temaşe bike; û
bi hunereke bilind hatiye hûnandinê!
Herweha di derheqa „Rê“ de hatiye gotinê
jî, ku ew parçeke mûzîk û stranbêjiya
dilşewate û di heman demê de jî, ew
haleta fêrbûna dersên têkoşanê ye jibo
xizmeta mirovan û rizgariya wan ji
bindestiyê…
Lê tevî van pesindanên bilind ji „Rê“ re
û serkeftina wî di sînema cîhanî de jî;
Yilmaz di derheqa wî de, wise gotibû: „
Min tucarî negotiye, ku min di filîmê
„Rê“ de hemû aliyên welatê xwe nîşan
daye. Min basa evîndarî û dilovaniyê;
wefadarî û xwequrbaniyê; hêvîdariya
jiyaneke xweş û bi rûmet kiriye…Min
herwise jî tirs, perîşanî û serhildan
nîşan daye…Lê gelk tişt mabûn, ku derfet
nebû ez wan bêjim…“(55).
Belê, derfet nebû ku Yilmaz Güney hemû
tiştî bêje û hemû êş, zordestî û hêviyên
miletê xwe nîşan bide! Kelma mezin, ku
kete ser rê ya pêkanîna wan armancan de,
roja 12ê îlona reş a sala 1980î bû (Roja
cûnta leşkerî a ceneralên faşist bi
serokatiya Ken’an Evrên li tirkiyê).
Dema ceneral hatine ser hukum, jiyan
milyonan mirov (di nav wan de jî a
Güney) kete bin tehlûkê de.
Jiyana Yilmaz (di zindanê de jî) kete
bin metirsiyeke mezin de; ceneralan
yekser biryara guhestina wî jibo zindana
„ Isparta“ ( Kendaveke di deriya Mermera
de) derxistin; dêmek dûrketin ji hemû
tiştî (bi taybetî ji sînemê û azadiya
serdanan), mana bi tenê û hesaniya
windakirinê*
Jiber wê yekê, ti rê li ber Güney
nema bû, jixênê derketina dervî welat (
tevî ku ew gelekî dijî wê ramanê bû ) û
jiyana li xerîbiyê…
Dumahîk maye!
-----------------------------------------------
Jêder û têbînî:
(47) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya
berê.
(48) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên
Asiya û Afrîqiya“- (bi zimanê Rûsî).
çavkaniya berê.
(49) – Çavkaniya berî wê(bi zimanê
Rûsî).
(50) – Rojnama „ Heft Roj „ Organa
komîta nawendî a partiya komunîsta
yûnanî. Çavkaniya berê.
(51) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya
berê.
(52) – Rojnama “ TAZ “ (bi zimanê
elemanî). Çavkaniya berê.
(53) – Rojnama “L’Humanitê”, Organa
Partiya Komûnîst a Ferensa. Çavkaniya
berê.
(54) – Çavkaniya berî wê (jorî wê).
(55) – Çavkaniya berî wê (jorî wê).
* Kuştina wî –Li gor gotna Güney bixwe-
êdî bûbû biryar!
|