|
|
|
|
|
 |
|
16emîn
Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî |
|
16emîn Pêşbaziya Çîrok û
Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya
Xwendekarên Kurdistanê-YXK’ê ve tê
lidarxistin, mercên wê yên beşdariyê hatin
aşkerekirin.
Pêşbaziya îsal di 5 ê Gulanê de dest pê kir û
kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin
divê heta 15’ê Tebax a 2008’an berhemên xwe
bişînin navenda YXK’ê.
Merasîma 16. Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî
wê di 1’ê Mijdar a 2008‘an de li
bajarê Elmanya Frankfurt’ê pêk were.
Mercên beşdariya pêşbaziyê:
- Zimanê tevlibûnê kurdî (kurmanci, dimilkî) û
tirkî ye.
- Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî
nehatibin weşandin.
- Beşdar dikarin herî zêde di qada helbestan de
bi 2 helbestan û di qada çîrokan de
jî bi çîrokekê beşdar bibin.
- Beşdar berhemên xwe divê bi kurtejiyana xwe re
herî dereng heta 15’ê Tebaxa
2008’an an bi riya poste an bi riya e-mailê
bigihînin destê lijneyê.
Endamên juriyê:
Di qada helbesta kurdî de: Jana Seyda, Arjen Arî,
Ehmed Huseynî
Di qada helbesta tirkî de: Zerrîn Taşpinar,
Huseyîn Ferhad, Ronî Margulies
Di qada çîroka kurdî de: Xelat Ahmed, Firat
Cewerî, Cîhan Roj
Di qada çîroka tirkî de: Evrîm Alataş, Yildirim
Turker, Murat Uyurkulak
Helbest û çîrokên dimilkî: Kamer Soylemez,
Haydar Diljen, Îlhamî Sertkaya
Berhemên xwe bi e-meil an jî postê bigihînin
vê navnîşanê:
Hüseyin Çelebi Edebiyat Etkinliği
Postfach 290227
50524 Köln/Almanya
Email: info@yxk-online.com
www.yxk-online.com
16. Çalakiya Helbest û Çîrokan ya Hüseyin Çelebî
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye! |
|
|
|
|
|