|

Beşek ji dîwana bi navê Gulistan ya
şairê klasîk yê Îranî Se'diyê Şîrazî bi
wergerandina nivîskarê Kurd Husein
Muhemmedî hat weşandin.
Dîwan ji aliyê Weşanên Han li Berlîn hat
weşandin. Dîwan ji 54 rûpelan pêk dihê.
Wekî dihê zanîn di van salên dawî de di
warê werger û weşana ji wêjeya cîhanî bo
Kurdî de pêşkeftineke berçav xwe dide
diyarkirin. Husein Muhemed jî yek ji wan
kesan e ku ked û xebatên xwe li ser
wergera wêjeyî kûrtir dike. Li ser vê
yekê Berpirsiyarên Weşanên Han li Berlîn
pîlaneke nû xistine pêş xwe ku ew dê
giranî bidine ser weşandina berhemên
wergerî yên ji wêjeya cîhanî.
Gulistan parçeyeke ji vê pîlanê ye.
Pirtûk hem ji aliyê zimanê wergerî yê
herik û xweş û hem jî ji aliyê kalîteya
çapê xwe dide diyarkirin.
Fermon ji dîwana Gulistan çend beşên
hilbijardî:
Amedekirin: KNN/Nahê Xan
www.kurdistan-news.net
"Ne pêdivî ye ticaran guh bibihîze
dengê tembûrê, sentûrê û bilûrê.
Ne lazim e çav baxçeyan bibînin
û poz binase bîna sorgul û nêrgizan.
Heke balguhê pûrtik tine be,
mirov dikare li ser kevir jî serê xwe
deyne,
û heke evîndar jî ne li ber be,
dikare destê xwe di hemêza xwe de bigire
lê ev zikê bêxêr, zikê hîlebaz
nikare xwe bigire heke neyê dagirtin."
1.Maliyet bo xweşkirina jiyanê ye, ne
jiyan bo berhevkirina maliyetê. Ji
zanayekî hat pirsîn: "Kî bextiyar e û
mirovê çawan bextreş e?" Wî bersiv da: "Bextiyar
ew e yê dixwe û li derdorî xwe belav
dike; bextreş ew e yê dimire û maliyeta
xwe li pey xwe dihêle."
Duayan bo wî neke yê
maliyet kom kir lê nexwar.
2.
Mûsa şîretek li Qarûn kir: "Qenciyê bike,
wek çawan Yezdan jî qencî li te kiriye."
Qarûn bi gotina wî nekir, û encam diyar
e.
Yê karên baş bi pareyên xwe nake,
têk diçe dema pareyên xwe
ji dest dide.
Heke bixwazî
li vê û wê dinyayê di xweşiyan de bî,
merd be
wek çawan Yezdan jî li te merd e.
Ereban pendek heye:
"Merd be û minetdariyê jî nexwaze çimkî
sûde û mifayê karê baş
dê li te bi xwe vebigere."
Ji pirtûka 'Gulistan'
Nasnameya Pirtûkê:
(Derketina pirtûkê: sala 656 koçî /
1258 zayînî)
Se'diyê Şîrazî * Gulistan
Bijartin û wergerandin û ravekirin:
Husein Muhammed
© Husein Muhammed
Ji Weşanên Han Çapa 1.
Berlîn/Sibat-2009
Weşanên Han - 9
Roman - 6
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Werger: Husein Muhammed
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin
Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40
Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41
|