|
Yûnus Emre (bi
tirkiya niha:
Yunus Emre) yek
ji giringtirîn
helbestvanên
klasîk yên tirk
e. Ew yek ji
şaîrên pêşîn
e ku bi zimanê
gelêrî yê tirkî
nivîsiye û niha
bi pirranî wek
helbestvanê
neteweyî yê
tirkan jî tê
hesibandin.
Bandora wî ji
hingê ta niha
gelek li ser
wêjeya tirkî
hebûye.
Helbestên Yunus
Emre bi pirranî
li ser evînê ne.
Evîna wî dikare
hem ya dinyayî
be anku li
hember jinekê
yan keçekê be û
hem jî yezdanî
be anku ew
evîndarê Xwedê
ye.
Min xwest piştî
Mewlana
Celaledînê Rûmî,
Se’diyê Şîrazî,
Omer Xeyam, Ebû
Niwas û Ebû
l-‘Ela
el-Me’errî bi vê
gulbijêrka
helbestên
el-Me’errî
xeleka
wergerandina
şaîr û
nivîskarên mezin
yên klasîk yên
Rojhilata Navîn
bidomînim. Kerem
bikin van
helbestan bi
venivîsîneka
nûjen bixwînin.
Husein Muhammed
Helsînkî
11.08.2008
Digerim,
dişewitim;
evînê ez bi
xwînê sor kirime.
Ne dîn im, ne
hişyar im.
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Carine, wek bayî
dibezim,
carine, wek rê
tozê radikim.
Carine, wek
çemekê diherikim.
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Daxê yarê li
dilê min e.
Digirîm,
Rondik dibin
robar.
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Destê min bigire,
Min rake, bigire
bal xwe.
Ji ber te girîme,
min aşt ke.
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Ji welatekî
diçim yê dî,
ji nav xerîban
li yara xwe
digerim.
Ma kî dê hesreta
min fam bike?
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Mîna Mecnûnî li
çol û çiya
digerim,
yara xwe di
xewnan de
dibînim
lê gava şiyar
dibim, bextreş
im.
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Ûnis, goyînek
reben e,
Ji şilka serî ta
binê piyan
Birîndar e, ji
yarê dûr e.
Were bibîne ka
evîn çi dike.
Evîna te can ji
min bir;
tenê hewceyî te
me.
Agir bi şev û
roj min disoje;
tenê hewceyî te
me.
Ne malê dinyayê
min şad dike,
ne jî xela xema
min e.
Evîn xemên min
vedirevîne;
tenê hewceyî te
me.
Evîn yê evîndar
dikuje,
diavêje deryaya
evînê,
bi yarê dadigire;
tenê hewceyî te
me.
Ger meya evînê
vexwim
û
bi şêt û şeydayî
biçim çiya,
tu dê her gavê
li hişê min bî;
tenê hewceyî te
me.
Sûfî pêwîstî
suhbetan in,
bawermend
bendewarî
biheştê ne,
Mecnûn muhtacî
Leylayê ye;
ez jî hewceyî te
me.
Ger bêm kuştin,
xweliya min
biavêjin ber
bayî jî,
li hewa jî ez ê
bibêjim:
“Tenê hewceyî te
me.”
Navê min Ûnis e.
Evîna min her
roj zêde dibe.
Li vê dinyayê û
wê axretê;
tenê hewceyî te
me.
Ez gerrok im,
binecihê min li
devereke din e.
Siltan im,
tac û text,
hesp û hawranê
min li devereke
din e.
Eyûbê bênfireh
im.
Cercîs im, hezar
carî mirime.
Bi destên vala
hatim dinyayê,
hemû malê min li
devereke din e.
Bilbil im, miskê
difiroşim,
bi izna paşayî
distirim.
Xezal im,
çergeha min li
devereke din e.
Kî dizane ka
teyrek çawan im?
Hevrêyek
rû-heyvî.
Ji Destpêka Demê
ve mest im,
Tasa min ya meyê
li devereke din
e.
Şêt
û şeyda me,
guh nadim
gotinên xwe.
Dimeşim welatekî
din,
guhên min li
devereke din in.
Peyvên razdar
nikarim şirove
bikim.
Li wê derê agir
bi avê venamire,
bi şev û roj
gurr e.
Çiraya min li
devereke din e.
Ez pirr geriyame,
heft caran li
dor dinyayê
zivirîme.
Min roniya
Mihemedî dît, ya
min e.
Mala min li
devereke din e.
Ûnis ketiye bin
van pûnijan
Û
terka dinyayê
kiriye.
Çêjek şirîn devê
min girtiye,
Ji devereke din
hatiye.
Çi ecêbgirtî
dimînim
dema ku hindirrê
xwe vedikolim
û
bi nehîniyê
dihesim:
nikarim xwe ji
wê
yan wê ji xwe
cuda kim.
Ez bûme ew, ew
bûye ez.
Hûn jî dikarin
xwe di rewşa min
de bibînin.
Li xwe dinerim,
wê dibînim.
Li wê dinerim,
xwe dibînim.
Ez û ew yek in.
Dizanim kî ye
ku dilê min
dadigire.
Ez û yara xwe:
wek du mûyên
heman pirçê.
Dûr jî biçim,
dosta min dê her
nêzîk be.
Çima êdî her
bimeşim,
bi vî û wî alî
de bibezim?
Guh nadim yên ku
dibêjin:
“Leş ax e.”
Giyana leşî,
yarê,
dê rabe bal
Xwedê!
Bilbilê baxçeyê
evînê me,
Ji nav wî hatime.
Yê bawer neke
nikare wek vê
giyanê tê bigihe.
Ji Destpêka Demê
ve Mensûr im,
Bo wî hatim vê
derê.
Min bisoje,
xweliya min
biavêje ber bayî
çimkî ez Rastî
me.
Di nav agirî de
nabim xwelî,
bi sêdarê ve
nayêm xeniqandin.
Gava ku dema min
li vir qetiya,
ez rêya xwe
bidomînim.
Feqîr bûm, bûm
zengîn.
Xwedanê erd û
esmanan im,
Serdarê rojhilat
û rojavayê me.
Erd û esman bi
min dagirtî ne.
Dema ku min li
xwe nerî,
Min Xwedê dît.
Berê tirsonek
bûm,
Niha ji tirsan
rizgar im.
Ûnis, ma kî
dikare te bikuje?
Yê ku ruhê dide,
wê distîne jî.
Baş dizanim ka
kî ye
Serdarê hemû ruh
û canan.
Bi hêza xwe
Yezdan moriyek
afirand.
Moriyê pesnê
Xwedê da,
ji ber awirê Wî
ruxiya.
Yezdan
heft tebeq dinya
ji xweliya
moriyê afirandin,
heft esman
ji mija moriyê
damezrandin,
heft derya
ji dilopa moriyê
çêkirin.
Ji kefa deryayê
Wî çiyayên asê
danîn.
Yezdanî Mihemed
Ji dilovaniya
xwe
da mirovan,
Elî ji
dilnermiya xwe
da bawermendan.
Ma kî dikare
dinyaya neberçav
bibîne
eger Quranê
nenase?
Ji deryaya
moriya Quranê
Ûnisî vexwar
Û
mest bû.
Ji te rica dikim,
li min binere,
perdeya ji ber
rûyê xwe rake.
Ma heyfa çardehî
yî?
Xwedê
peyvên ji lêvên
te difirrin
bisitirîne!
Didanên te
mîna moriyên li
pişt mircanan
lê ji moriyan
bihagirantir,
ji berfa spî jî
sîstir in.
Bejna te ya
bijûn
Wek guliya
genimî,
Davên kelîkan e.
Heyva çardehî jî
diheside kevana
birûyên te.
Ma yên te bibîne
çawan wek
perwanî
xwe neavêje nav
agirê evînê?
Herdu çirayên
çavên te
giyanî ji min
didizin.
Evîndarî
peyvên yarê
kirine bend
li gerdena xwe.
Evîndar
bûye zindanî
yarê,
naxwaze serbest
bibe.
Çawan
behsa delaliya
te bikim?
Yarê,
xwe ji
çavnebariyê
biparêze!
Gerdena te
ji ya xezalê
ferq nakim.
Ûnis
di çavê te re
Yezdanî dibîne.
Yezdan
Di çavê te de ye
–
ma çawan jê dûr
kevim?
Spêdê digerim,
gorran dibînim:
termên nazik
di sînga axa reş
de.
Termên di
tabûtan de
veşartî
di nav axê re
rizîne.
Xwîn ji demaran
rijiye,
kefen
lewitandine.
Gorrên tijî,
gorrên xirabe,
warên wêran,
xaniyên xopan
dibînim.
Ev çi rezalet e?
Ne çergeh şên
in,
ne stargehek bo
zivistanê
peyda dibe.
Zimanê di devî
de
jengarîbûyî
nikare bipeyive.
Ecela yekî
li ser xwarinê,
li ber mestbûnê,
li ber dengê
sazê,
li şahiyê
yan di nav êş û
janan de
hatiye.
Rojan dibînim:
ji şevan tarîtir
in.
Çirîska çavên
reş
vemiriye,
rûyê heyva
çardehî
hinda bûye.
Destê ku berê
sorgul diçinîn
niha ji nav axa
reş re ye.
Ecela yekî hinge
hatiye
dema ku ji
dayika xwe
qehiriye:
avêtiye gorrê,
berê wî xwehr e.
Min miriyên
hêlayî jî dîtin.
Nalenala giyan
e,
Wek agirî
dişewitin
–
dûxana ji gorrê
bilind dibe
dibînim.
Dema ku giyanê
Ûnisî wan dibîne,
ew tê bal Me û
dibêje:
Ji tirsan
behecîm,
giyanê min ket
ecêbê
dema min termên
nazik dîtin.
Min giyana
giyanan dît,
bila giyanê
talan bibe.
|