|
10
roj û metelek din
Xweda erd û ezman
Di 7 rojan de avakir.
Di kenê te de 10 rojan ma!
Lê dema xwestibû
Rokê di sînga ezmên de bi cih bike
Metel mabû ko ê çewa
Dest pê bike
Lê gava çav li navika te ket
Metelmayîna xwe deyna aliyekî
Û rok mîna navika te
Gilover û xweşik çêkir.
Kîyê
ji bilî te?
Tu ken î
Kîyê te birevîne ji bilî min?
Tu bejn î
Kîyê te himbêz bike ji bilî min?
Tu dilbijîn î
Kîyê kela te vimirîne ji bilî min?
Tu pizot î
Kîyê wêribe nêzîkî alava te bibe ji bilî
min?
Tu buhar î
Kîyê kulîlkan ji te bidize ji bilî min?
Tu kaniyî
Kîyê ava te vexwê ji bilî min?
Tu evîn î
Kîyê bi te birame ji bilî min?
Tu kujar î
Kîyê min bikuje ji bilî te?
Sûda evînê
Tev dizanin
Ko dêmê erdê gilover e
Û bê gûman jî
Digere.
Lê a ko pê nizanin
Ev e:
Dilên evîndaran
Wê gilover dike
Û bi hêza evîna wan jî
Ew digere.
Axaftin…
Gava Xweda xwestibû
Bi nazikî, bi delalî, bi aramî,
Bi evînî, bi tenikî,
Bi keskayî, bi hêdî, bi nermî,
Bi kurtepistî, bi hûrikî…
Bi
erdê re biaxife
JIN çêkirin.
Fermooo…
Dilê min bê kilîte,
Bê deriye,
Bê pencereye...
Û li ser 4 aliyên evînê vekiriye
Fermo
Hemû
Jinên
Cîhanê
F
E
R
M
O
O
O...
Ji bo te 3ê reng
Ez ê ji bo te
3ê
helbestan binivisînim
Yeke spî
Yeke sor
Yeke hişîn.
Ya spî:
Dako tu ji xwe re bikî nivîn
Ya sor:
Dako gurzek gul diyarî te bike
Ya hişîn:
Dako tu têde melevaniyê bikî.
Tîbûn
Ji kaniyê
Têr av vexwar.
Û li benda hatina te
Ji tîbûna re
Mir!
Tu û Çem
Gava tu seyrana xwe
Di ber çem re dikî
Av zelaltir dibe
Û bi evînî diherike.
Gava tu avê jê
vedixwî
Dilê çem sivik dibe
Û ber bi evîndaran ve diçe.
Gava tu têde
Melevaniyê dikî
Ji şahiyan re rêça xwe
Şaş dike
Û xwe di dilê te
Wer dike.
Rojbûna te
Li
Rojbûna te
Ez ê gurzek Gulên êşê
Diyarî te bikim
Dako tu bizanibî
Birîn,birîn e
Û ez ji bo evîna te
Hemdem birîndar im.
Bizanibe ez mirim
Eger rojekê tu hatî û ez nedîtim
Bizanibe ko ez li wirim.
Eger tu hatî
wir jî û dîsa ez nedîtim
Bizanibe ko ez li cihekî dûrtirim.
Eger tu hatî wî cihê dûrtir jî
Û dîsa ez nedîtim
Xemgîn nebe,
Kulîlkek sor di dilê axê de biçîne
Û bizanibe ko ez mirim.
Husên M. Hebeş
|