
Ji weşanên Dezgeha Sema ya Çandî û
Hûnerî, li Dubey, romana nivîskarê Kurd
Helîm Yûsiv, bi wergera nivîskar Fewaz
Ebdî, bi zimanê Erebî hate weşandin.
Romana ji 205 rûpelan pêk tê, berga wê
ji tabloya şêwekarê Norwecî, Idward
Munîyeh e, li çapxana Duhok, bi jimara
sipardina 2068 Pirtûkxana Bedirxan -
Wezareta Rewşenbîrî – Herêma Kurdistana
Iraqê, mafê cape wergirt û çap bû. Ev
berhem di bernameya çapê ya dezgeha Sema
ya 2008an de bû ku bê weşandin, lê
mixabin ji ber hin sedeman ew pîlan pêk
nehat, heta vê gavê û ji zincîre weşanên
dezgeha Sema jimara 27 an çap bû.
Ev romana duyemîn e ji berhemên Helîm
Yûsiv yên di warê Romannivîsînê de .
Hêjayî gotinêye ku romana yekê ya bi
navê, ‘Sobarto’ ku wergera wê ya erebî
hatibû kirin bû sebebê gelek nîqaşan di
nav nivîskarên Kurd û Ereban de û li ser
wê romanê pirtûkek e lêkolînî û rexneyî
ji aliyê nivîskar Mesûd Hesen ve, bi
erebî hate nivîsandin û çapkirin.
Romana, Tirsa Bê Diran, piştî 7 salan ji
belavkirina Sobarto bi şêweyekî cihêwaz
derdikeve . Ev roman, li Istanbolê li
weşanxana Avesta, di sala 2006an de çap
û belav bû ye. Di nav xwendevanên Bakurê
Kurdistanê, Ewrupa de deng da û wergêra
wê ya bi zimanê Turkî jî hate kirin û
her weha bi zimanê Kurdî, bi tîpên
Erebî, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên
Kurd/Duhok ve, di sala 2008an de hate
çapkirin û belavkirin.
Roman:
Bûyerên vê Romanê li Başûrê Rojavayê
Kurdistanê (Sûriyê) pêk tên.
Ev devera ku tirs, lê bûye qiral û dest
daniye ser her tiştî û her deverê.
Bûyerên wê heta bi Asiya Navîn û Ewrûpa
jî berfireh dibin.
Lehengên romanê, 3 kes in; Mûsa, Tûtino
û Kalo ku nivîskar van kesan di nava
rûdanên romanê de bi cih dike û her yekî
ji wan bi xwe çîrokek bi serê xwe ye,
tevî ku bi gelek taybetmendiyan wan tîne
cem hev. Cih û hevaltiya zaroktî, her
weha tirs û sawa ku xwe di dilê wan de
bi cih kiriye, tirsa ji her tiştî (pêkerên
Serok û wêneyên wî, têlên sînor, zilamên
bêhnê(asayiş), zagon û destûrên
desthilatdaran û hwd…) pêk tê. Û tiştê
ji wê xerbtir çandina tirsê di nava
xelkên wê deverê ya ku hiştiye bêhêz,
sertewandî û bi tirs bin, tevî ku bi
serhildanê jî rabûn(serhildana Qamişlo
ya 2004an) û hewldanên wan ku wê tirsê
bişkînin û hilweşînin, lê belê xwediyê
desthilatdariyê dimînin û zulma xwe
didomînin.
Roman, mirov derbasî gelek rê û sikakan
dike, carê dihêle bi serpêhatiyên wan
mirov bi wan kesan re bikene û carê jî
mirov diqehere û adiz dibe wexta dikevin
rewşên xerab de. Her weha roman, me bi
xwe re derbasî dîrokê dike, ew dîroka ku
bi serê gelê kurd de bobelateke û bi
xerabî hatiye nivîsîn. Mirov gelek tiştî
eşkere û diyar dibîne, ku nivîskar vê
rewşê ne wekî ya îroyîn dinirxîne û sûcê
dîrokê jî dibîne, nemaze wexta ku
lehengê romanê Mûsa yê ku ew bi xwe jî
Mamostê dîrokê ye, bi xudanê Peymana
Saykis û Bîko re diaxive ( Peyman
Saykis û Bîko di navbera Ingilîz û
Ferensa de di sala 1916an de pêk hat û
li gora wê ev sînorên îroyîn, di navbera
Kurdan de, hatine danîn). Ew axaftina di
navbera wan de dihêle ku Mûsa koçber
bibe û bireve ber bi Ewrupayê de, ta ku
tola xwe ji wan hilîne.
Dimîne, tirs û hey tirs, ew bi xwe bi
bandor e û dest datîne ser hemî Romanê û
dihêle ku Xwendevanê Romanê bi xwe jî wê
tirsê bijî.
Bi kurtayî, roman xweş e û divê mirov bi
baldarî bixwîne, ji ber mirov nikare
hemî rûdanan bi çend xêzikan bihûne û
kurt bike, dimîne xwendevan û xwendin û
şiroveya wan ên ji romanê re.
Ji ber dehsalên demdirêj yên derbasbûyî,
em ê her dem bêne
tewanbarkirin. Ev peyv weha diyar e ku
rast e. Em ê her dem êşa wan peyman û
komployên dîrokî ku bi serê gelê kurd
hatine û hiştine ku timî em bimînin
esîrên tirs û encamên wê. Romana Tirsa
Bê Diran, hêjayî xwendinê ye ku her li
ber serê xwendekarê xwe be, belkî bibe
pencereyek yan alavek bo zanîna cihê
tirsê û devêrên ku lê belav bûye, dibe
ku bibe riyek bo mirov xwe, ji wê tirsa
ku di hinavên me de çêdibe, ji dema
jidayikbûnê ta mirinê, rizgar bike.
Naveroka Romanê,
li ser bergê Romanê yê paşîn hatiye
çapkirin: “Eger rojekê kesek ji we, li
tirsê rast hat jê bipirsin bê li ku ji
dayik bûye. Wê ji we re bêje li wê
çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî,
Îran û Îraqê de bûye.”
Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzîkayî
nas bike û bizanibe çiye, bera berê xwe
bide wan sînoran, cihê ku tirs lê bûye û
lê pîr bûye. Ez li welatekî weha çêbûme
ku roj lê bi tirs hiltê, weha jî bi
tirsekê mezintir, diçe ava. Sibehan,
xelk bi tirs taştiya xwe dixwin, da ku
dest bir jiyana xwe ya rojane bikin. Ji
her tiştî ditirsin û diwestin...

Kurtejiyana Helîm Yûsiv :
Di sala 1967 an de, li Amûdê, Rojavayê
Kurdistanê (Sûryê) ji dayik bûye. Li
zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê
qedandiye û ji sala 2000î de li
Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî,
di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de
weşandine.
Heta niha berhemên wî bi zimanên; Kurdî,
Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin.
Bi giştî berhemên wî yên bi Kurdî ji
hêla weşanxaneya Avesta yê ve li
Stenbolê hatine çapkirin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in :
- 1 Mêrê Avis: Çîrok, di sala 1991ê de,
bi zimanê erebî, li Şamê û di sala
1997an bi kurdî, di sala 2004an de jî ji
aliyê Heidi Karge ve bi zimanê elmanî
hatiye çapkirin.
- 2 Jinên qatên bilind: Çîrok, di sala
1995an de, bi zimanê erebî, li Beyrûtê û
di sala 1998an de bi zimanê kurdî hatiye
çapkirin.
- 3 Mirî Ranazin: Çîrok, di sala 1996an,
bi zimanê kurdî û Turkî hatiye çapkirin.
- 4 Sobarto: Roman, di sala 1999an de,
bi kurdî, di sala 1999an de bi zimanê
Erebî, li Beyrûtê, di sala 2004an de, li
Hewlêr.
- 5 Memê Bê Zîn: Çîrok, di sala 2003an
de, bi zimanê kurdî hatiye çapkirin.
- 6 Tirsa Bê Diran: Roman, di sala
2006an de, bi zimanê Kurdî hatiye
çapkirin.
- 7 Gava Ku Masî Tî Dibin: Roman, di
sala 2008an de, bi zimanê kurdî hatiye
çapkirin.
Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine
wergirtin :Komara Dînan, Bidarvekirina
Pozekî,
Sol û Serî.
Ji 11.11.2000î ve heta niha, bernameyeke
wêjeyî, bi navê “Gava Sêyemîn”, heftane,
di MedyaTV, Mezopotamya TV û Roj TV de
amade û pêşkêş dike.
|