|
1
Kelecana şêwekar, weke çûkek ji ber ba û
baranê bipirpite bû.
Li aliyê çepê, daristanek, ji ber
qolincên zayînê, digrî.
Li aliyê rastê, kalemêreke zer bi jineke
şîn re radizê.
Li paş xwe ne dinerî...
Bê çawa ba, diranên xwe qîç kirin e...
Û du kûçikên kef bi devên wan ketine,
dirên.
Xayinek kêra xwe tûj dike û çavên xwe
berdaye dara gûzê.
Şêwekar, pişta xwe da tabloya xwe.
Kefa sawêrên xwe di mijê da... û çû.
2
Dema dengê yara wî li guhê wî dide...
Dilê wî, weke dilê hechecîkekî, disincî
û lêdide.
Siya xwe di gewriya mirinê de çand û di
oxira razên wateyan de çû.
3
Siwareke ji sînga xwe ve birîndar, ji
ser pişta hespa xwe peya bû.
Desmala xwe a bi xwîn li gerdena hespê
pêçand.
Destê xwe li qûna hespê xist û wê şand
dastana Siyamend û Xecê.
Gustîlka yara xwe xiste bin zimanê
kevokekê...
Dara hejîrê hembêz kir û di xew de çû.
4
Hîna çar demsalên peyvan ji zayîna vî
çemî re mabûn.
Hîna sê welatên boz ji zayîna vê xewnê
re mabûn.
Hîna du dojeh, ji dawiya vê janê re
mabûn...
Û hîna nuh xur bi memik û gewdê wê
ketibû...
Surek bayê hênik, li xeyalê xist û wê ji
çixara wê, ji fincana qehwa wê, ji
lîstik û teşqeleyên wê... bir û çû.
5
Her ku li wêneyên alboma xwe dinerî...
Çênedibû şûna wêneyan neguhêze.
Çênedibû wêneyekê dernexîne û ne çirîne.
Çênedibû negirî.
Çênedibû xwe nekuje.
Birûksêl
25/1/2011
Jêder: kovara W. Hijmar: 39
|