|
Çanda şêxayetiyê
Hoşeng Broka
*Rewşenbîr, ji xelkên normal û sade bihtir, bo
totalîtariyê, amade ne.
„çawa“ ez fam dikim, lê „çima“, ez fam nakim.
(nivîskarê Brîtanî Georg Orwell)
„Li Sêmêlê, êvareke helbestyane bo şêxê
helbestvanên tazegeriyê di helbesta Kurdî de,
Ehmedê Huseynî“
Bi vê sernivîsa provokatîv û problêmatîkiyane,
reklama êvarekê bo helbesta Kurdî, li koşeyekê
ji koşeyên Başûrê Kurdistanê, di
www.rojava.net
de, hatiye kirinê.
Wek problemeke timî û berdewam, di „rojava.net“
de, careke din têksta heman rêklamê bo heman
şeva helbestyane, ku di beşê Erebî de, cih
girtiye, cudayî têksta bi Kurdî, „propagandayê“
bi „dûzaneke girantir“ dike.
Helbestvanê şevê, ku „Ehmedê Huseynî“ ye, bi
Erebî wek „şêxê helbestvanên Kurd, yên
tazegeriyê, di helbesta Kurdî de“ ( http: //
www.rojava.net/ARABIC.htm ) , ne mîna bi
Kurdî, ku wek „şêxê helbesta Kurdî ya nûjen“(
http://www.rojava.net /), çûwîye
reklamkirinê.
Bê guman, mijar li ser asta vê „rêklama
problematîkiyane“, ne xwendina helbesta Ehmedê
Huseynî û ne jî helsengandina rola beşdarbûyîna
wê di tazekirina helbesta Kurdî (Kurmanciya
jorîn) de ye.
Herweha mijar ne gengeşekirina navê Ehmedê
Huseynî(wek proseseke takekesane) û ne jî
guftûgokirina rewayetî yan jî nerewayetiya
îndîvîduwêliya „şêxîtiya wî“ ye.
Nexêr.
Jixwe, berê jî wî dastan û dîwana „şêxîtiya xwe“,
li jêr navê „Dîwana şêx Ehmedê Huseynî“, di
berhemên xwe de (nimêjgeha xewnê), li belavkirin
û weşanê dayîye(Ehmed Huseynî: Dîwan, berhemên
giştî, weşanên Avesta, Stenbol, 2002, R.
385-399).
Di wê helbestê de, Huseynî, navê xwe mil bi mil,
wek „şêx Ehmedê Huseynî“, sipartiye „şêxê Sen´an“(R396-397).
Wek prosesekê, li ser asta azadiya takekesane,
her kes, bê guman, azad e, wek xwe, navan hêjayî
bejna xwe bibîne; wek xwe navan bibe helbest û
pirtûkên xwe; wek xwe navan ji kêfa xwe re
biçine; wek xwe, xwe di asoyên navan de biçîne;
û wek xwe jî li xwe û li wan navan, mikur were.
Helbet, Huseynî jî mîna her afrîdeyekî
helbestyane, di heman îndîvîduwêliyê de, azad e,
wek xwe, navê xwe mîna „şêxekî“ li bîra „nimêjgeha
xewnên xwe“ bîne.
„îndîvîduwêliyatî“ ji bo vê nivîsê, ne mijara
gengeşê, û „serhev- û binhevrakirinê“ ye.
Problematîkiya herî mezin, di reklamkirina vê
êvara helbestyane de, ku dikare li ser asta
xwendinê rû bide, „şêxayetîkirina“ têrmînolojiyê
ye: „şêxê helbestvanên tazegeriyê di helbesta
Kurdî de“.
„Şêxê helbestvanên Kurd“, wek têrm (Terminolojie),
di vê reklamkirin û „şêxayetîkirina“ helbesta
Kurdî de, problematîkiyeke epstîmolojî/ ma´rifî,
a mezin, di epstîmolojiya xwendinê de, peyda
dike.
Ev problematîkiya pirralî, daku hin
problematîkiyan, li ser hin astên din, peyda
neke; daku berê xwendinê tenê li têkstê(ku li
vir „şêxayetîkirina helbesta Kurdî“ ye), lê ne
li dor û berên wê be; û daku xwendin tenê di
sîmayên problematîkiya wê têkstê de, lê ne di
sîmayên problematîkiyên xwediyên wê de, bimîne,
ez dê hewl bidim, ku çend kurte-pirs, çend
kurte-xal, çend kurte-perawêz û çend
kurte-amajeyan, li bîra helbest, helbestvanî û
helbestvanên bi Kurdî, bidim.
„Şêxê helbestvanan“:
totalîtarîzekirina helbestê
Yek ji sîmayên herî berz,
ku di cih de, dikare bala xwênerê vê têrmê(şêxê
helbestvanên tazegeriya bi Kurdî), bikişîne,
bargiraniya „totalîtariya“ wê ye.
Hatina „şêx“(ku li gora çanda asmanan, serok û
pêşîmamê rûhî ye) di pêşiya „tevaya helbestvanên
Kurd, yên tazeger“, û „tevaya tazegeriyê di
helbesta Kurdî“ de, tê wateya „totalîtarîzekirina“
tazegeriya Kurdî(li ser asta helbest û
helbestvanên wê) û herweha „pêşîmamkirina“ wê di
kesayetiya „ şêxê helbestvanên Kurd“ de(Ehmedê
Huseynî).
Hatina wişeya „şêx“(li ser asta vê têrmê) di
serê tazegeriya helbesta Kurdî û hemî
helbestvanên wê de, „bavîtiyeke rûhî“ a
totalîtêr, û „bi zorê“, di kesayetiya Huseynî
de, li dar dixe.
Pirsa li vir, ku xwe pêwîstî „xweçengkirinekê“
dike, ev e:
Aya raste Huseynî „şêxê tazegeriyê anku “bavê
rûhî“ yê helbest û helbestvanên Kurd e, yan ev
hewldaneke bi zorê ye, ber bi „totalîtarîzekirina“
helbesta Kurdî ve?
Gelo Huseynî wek rêyalîteyekê, di dîmena
tazegeriya helbesta Kurdî de, bi rastî, „şêxê“
wê ye, yan ev „têrm“ propagandayeke bi zorê ye,
bo hukumranîkirina helbestvanî û helbestvanên bi
Kurdî û herweha sipartina kilît û qefleyên wê bo
„şêxê helbestvanên Kurd Ehmedê Huseynî“???
Bi ya min, ev têrm wek proseseke termînolojiyane,
têrmeke totalîtêr e, çimkî xwendinê û xwenêrê wê,
bi zorê (bixwaze yan jî nexwaze) mecbûrî „nimêja“
duwalîzma „pêş-paş“, „berî-piştî“, „mezin-biçûk“,
„pirr-hindik“, „jor-jêr“, „şêx-mirîd“…..htd.,
dike.
Helbest û helbestvanî(çi wek nivîsandin, çi jî
wek xwendin), mîna her hunerekê, proseseke
takekesane ye.
Ew ji „hukmên hazir“, „fetweyên hazir“, „nimêjên
hazir“, „xwendinên hazir“ û „qebqebên hazir“ û
wêdetir e.
„Şêxê helbestvanan“:
yektaperestkirina(monotheistîzekirina) helbestê
Paş xwendina „şêxê
helbestvanên tazegeriya bi Kurdî“, her xwênerekî
ku helbesta Kurdî şopandibe, dê bikaribe pirseke
weha, li bîra helbesta Kurdî û helbestvanên wê,
yên tazger bîne:
Aya piştî „şêxê helbestvanan“ dê mirov çawa
bikaribe basa dîroka tazegeriyê di helbesta
Kurdî de, bike?
Gelo paş „şêxê helbest û helbestvanên Kurd:
Ehmedê Huseynî“, li ser asta tazegeriya bi Kurdî,
cihê „Ebdellah Goran 1904-1962“, helbestvanên „Rewangehê
1970“(Şêrgo Bêkes, Celal Mîrza Kerîm) û herweha
helbestvanên ku paşê beşdarî heman tazgeriya
helbesta bi Kurdî, bûne(wek Ebdellah Pêşew,
Letîf Helmet, Refîq Sabir, Ferhad Şakilî,
Bextyar Elî, Muhsin Qoçan, Celal Melekşah, Rojen
Barnas…htd.), dê li kuderê, yan jî li kîjan „tekyexaneyê“
be?
„Şêxayetîkirina“ helbesta Kurdî û herweha
helandina tazegeriyeke sihê, tev hemî helbest û
helbestvanên wê, bi vî şêweyê reha û absolutane,
di pirtûka „şêxekî“ wê de, bi qasî ku têrma
raborî(şêxê helbestvanên Kurd) dibêje, tê wateya
yekalîkirin, yekxwedakirin û yeknimêjkirina
helbesta Kurdî, ya ku bi xwe ji wisa pirrtir,
mezintir û ferehtir e.
„Şêx“, ku li ser asta vê têrmînolojiyê, wişeyeke
dogmatîkiyane ye, li şûna ku berê helbestê û
helbestvanan, bi Kurdî bide „polytheist-îzekirin“
û pirrkirinê, ew berê wan dide „„monotheist-îzekirin“
û hindikkirinê.
„şêxê helbestvanan“:
tapokirina helbestê
Di „çanda asmanan“ de,
navên giran, ji bo kehîkirina xelkên bawermend
di „govên Xwedê“ de, roleke mezin, leyistine (û
hîn jî dileyizin).
Lewre, li seranserî dîroka Xwedê, di hemî çap û
kopiyên xwe de, navên ku li ber wêneyên wî
hatine çêkirinê(wek „siha Xwedê“, „şûrê Xwedê/şûrê
dîn“, „papayê mezin“, „hebrê mezin“, „bavê mezin“,
„diya mezin“, „Kurê Xwedê, yê mezin“, „haxamê
mezin“, „pîrê agirê mezin“, „şêxê mezin“, „zanyarê
mezin“, „şêxê dîn“, „şêxê terîqetê“, „şêxê şêxan“,
„şêxê axaftinê“, „şêxê fetweyan“…htd.), tim ji
bo totalîtarîzekirina „çanda Xwedê“ û herweha
rewakirina hukumraniya wê, li ser erdê, ji hêla
„desthilatdarên Xwedê“ ve, hatine bikaranînê.
Îro roj, di pareke mezin ji ragihandina vê
serdema global de jî, heman „nexweşketina bi
navên Xwedayî“, li ser gelek astan û bi gelek
şêwaz û cureyan, berdewam e.
Di ragihandina bi Kurdî de jî(mîna tevaya
zirneyên ragihandinê di rojhilata şêx de), mirov
ji her tiştî bihtir, dikare pêrgî „navên di siha
Xwedê“ de, were.
Mebesta ji van navan jî, di serencama dawî de,
her yek e:
Bi darê zorê, xweferzkirin, dagîrkirin,
marjînalkirin û terorkirina yên din, û herweha
azadîgemkirin, dîrokkuştin û rastîbidarvekirin
e.
Bê guman, helbesta Huseynî, ya ku li vir, ne
ciyê xwendin û helsengandina ye, tiştekî wisa,
bi zorê, ne dîrekt dibêje û ne jî dîrekt bi
xwênerê xwe dide gotinê.
Lê têrma „şêxê tazegeriyê li seranserî helbest,
helbestvanî û helbestvanên wê, yên bi Kurdî“, bê
guman, cihêwazî wê helbestê, tam tiştekî din
dibêje, herwekî çawa ku dixwaze heman tiştî, bi
xwênerên bi Kurdî jî, bide gotinê.
„Şêxê helbestvanên Kurd, yên tazeger“, wek
têrmeke ne rêyalîst, ne zanistî û ne li cihê xwe,
bi hizir û boçûna min, hewldaneke propagandayî
ye, ji bo tapokirina tazegeriya helbesta bi
Kurdî, li jêr navê Ehmedê Huseynî, ku berî
wî(wek li jor hatiye destnîşankirinê), pirr
ezmûne û navên din(çi ji nifşê wî, çi jî ji
nifşên berî wî), yên çalak hene, ku beşdarî
dîmena heman tazekirina heman helbesta bi kurdî,
bûne.
Ew hewldaneke ragihandina bi Kurdî ye, ji bo „biocaxkirina“
Huseynî û ferzkirina wî li ser helbesta Kurdî,
wek „şêxê helbestvanan“.
Ew hewldanake dogmatîzma bi Kurdî ye, ji bo „bimirîdkirina“
„şêxê helbestvanan“, daku di serencamê de,
helbesta bi Kurdî, hindiktir bibe.
Ew hewldaneke „bi mal û milkkirina“ bi Kurdî ye,
ji bo tapokirina tevaya tazegeriyê di helbesta
Kurdî de, û herweha ji bo tapokirina tavaya
helbestvanî û helbestvanên wê, li jêr navê „şêxê“
wan, yê tikî tenê „şêx Ehmedê Huseynî“.
„Şêxê helbestvanan:
ziyankirina helbestê
Helbest, wek derbirîneke
takekesane, ku bi boçûna min, ne naneke ku mirov
wê bixwe yan bide xwarinê, û ne jî dogma ye, ku
mirov jê re nimêj bike, yan wê bide nimêjkirinê,
ji „têrmînolojiyên bi zorê“ û wêdetir e.
Helbest, afrîdeyekî bala, hunereke bala,
azadiyeke bala, derbirîneke bala, xweşikbûneke
bala, hezkirineke bala, dilovaniyeke bala, êşeke
bala, giriyekî bala, şîn û şahiyeke bala, ………û
mirin û jiyaneke bala ye.
Li ser asta çêkirina helbestê, bê goman Ehmedê
Huseynî, bi qasî ku heta aneha berhemên wî,
nîşan dane (Dîwan/Berhemên giştî: weşanxaneya
Avesta, Stenbol, 2002 & Bajarê dirinde: weşanên
Belkî, Diyarbakir, 2003), xwe wek ezmûneyeke
helbestyane, di dîmena helbesta Kurdî, ya
tezeger de, pêk anîye.
Huseynî, di mijara tazekirina helbesta
Kurdî(Kurmanciya jorîn) de, navekî hêjayî
destnîşankirin, xwendin, analîzekirin û
rexnekirinê ye.
Lewre, eger Huseynî şêyaye li ser asta
beşdarbûnê di tazekirina helbesta Kurdî de,
qezenciyekê bo helbesta xwe bi taybetî û bo
helbesta Kurdî bi giştî, bi dest bixe, ew tam
berûvajî wê, dikare li ser asta „propaganda
beloq“ li jêr „şêxê helbestvanên Kurd“, zirarê
hem li helbesta xwe, û hem jî li helbesta Kurdî
bike.
Amajeyeke dawî
Paş reklamkirina li jêr „şêxê
helbest û helbestvanên tazegeriya bi Kurdî“, bi
rojekê, ev nivîs ji weşanê re amade bû.
Lê ragihandina „rojhilata şêx“ bi giştî, û ya
Kurdî bi taybetî, em hînî sebrê û xweragirtinê,
li Xwedêgiravî, „şaşxweîfadekirin“ „şaştêgihiştin“,
„şaşdîtin“, „şaşwergerandin“, „şaşhevfamkirin“,
û herweha em hînî pêwîstiya berbiçavkirina „barûdoxên“
wê, yên „hestyarane“, kirine.
Lewre, min jî bi qasî çend rojan sebir kir,
çimkî texmîneke wisa hebû, ku dê „Huseynî“ bixwe,
berî her kesî, vê „şêxîtiya propagandane“ li ser
helbesta bi Kurdî, ku ya wî jî, bê guman, hindek
ji wê ye, qebûl neke.
Piştî çend rojan ji rûniştina navê Huseynî wek „şêxê
helbestvanan di tazekirina helbesta Kurdî“ de,
di www.rojava.net de, ku çu daxwiyanî, yan jî
hewldanên neqebûlkirin û herweha nêtên rakirina
wê „şêxîtiyê“ ji ser serê helbestvanên Kurd, ji
hêla Huseynî ve, derneçûn, wisa ji layê min
ve(mîna her xwênerekî) diyar bû, ku „reklama
şêxê helbestê“ rast e û ne „şaşiyeke teknîkî“ ye,
lewre hemî behane firyan û sedemeke beraqil êdî
nema, ku nehêle ev nivîs here weşanê.
hoshengbroka@hotmail.com
|