|
|
|
|
 |
Yê "Reş" Berê Wî Li Koşka Spî ye
Hoşeng Osê
shengo76@hotmail.com |
|
29.10.2008 rojava.net |
|
Di pêvajoya
amadekariyên hilbijartinên serokomariya li
Amrîkayê, atmosfera li DYA’yê dide nîşandan ku
namzetê partiya demokrat; Barak Obama, dê
serkeve. Derdora 182 rojname û kovarên Amerîkî,
ji nav wan "Washîngton Post" û "Newyork Tîmes"
piştgiriya Obama dikin. Tenê 50 rojname û kovar,
piştgiriya namzetê partiya komarger Jon Makîn
dikin. Heya berî çend rojan, hemû ankêtên der
barê hilbijartinan digotin ku Obama bi 12 xalan
li pêşiya Makîn e. lê ankêtên dawî dibêjin ku
Makîn dikarîbû farqa navbera xwe û Obama kêm
bike û bigihîne 5 xalan (noqta). Bi kurtî, ger
rewş bi vî rengî berdewam bike, yekemîn car di
dîroka DYA’yê de, kesek ku bi nijada xwe ji
Afrîkayê ye dê bibe serokomar.
Heta salên 1990’î jî hîn pêlên nijadperstî di
navbera mirovên reş û spî yên amerîkî de pir
xurt bû. Mirovên spî yê ewropî, tim hemwelatiyên
amerîkî yên reş ku bi eslê xwe afrîkî ne, û
rojek ji rojan kole bûn, pir kêm didîtin. Lê
niha, wer dixuyê, ku DYA hewl dide ku dîroka xwe
ya reş a nijadperest li paş xwe bihêle. Wer
dixuyê ku Obama, yekemîn amerîkiyê "reş" e ku dê
bibe serokê Koşka Spî a DYA’yê.
Piraniya şîroveyên der barê pêşketinan de
dibêjin Obama li ser Makîn e, vê yekê
vedigerînin guhdarkirina Obama bi mijarên aborî
û ev krîza aborî ya cîhanî ku ji DYA’yê dest pê
kir. Ji bilî ku Obama dixwaze têkiliyan bi Îran
û Sûriyeyê re çêke. Girêdayî vê yekê,
polîtîkayên rêvebirina Georg W Bush, ku 8 salan
berdewam kir, ev polîtîkayên şer û tundî ku
ziyaneke mezin gîhand DYA’yê evê jî hêz da
partiya demokrat û namzetê wê Barak Obama. Lê
hin şîrove hene, hin xalên din zêde dikin ku
hiştiye Obama li pêşiya Makîn be. Û dibînin ku
hilbijartina Makîn ji Sarah Palîn re da bibe
namzeta komargeran bo cîgiriya serokomariyê, ev
şaştiya herî mezin a Makîn bû, ku hişt Obama bi
pêş bikeve.
Rast e, ku Condeelîza Rice, ne yekemîn jina
Amerkî bû, dibû wezîra karê derve, lê ew yekemîn
miroveke ku bi nijada xwe ya Afrîkî, digihêje vê
peyweriyê. Heger erdlerzeke siyasî ji nişkave,
di van çend rojên li pêşiya me, li DYA’yê
çênebe, ev tê weteya ku DYA xwe amade dike ku
neviyê koleyek ji xwe re bike serokomar. Ev yek,
helbet, derseke mezin û dîrokî ye ji bo hemû kes
û sîstem û rejîmên nijadperest li cîhanê, û bi
taybet, li Rojhilata Navîn. Lê wer xuya dike ku
nijadperestên Rojhilata Navîn, ne dizanin dersên
dîrokî bixwînin, û ne jî ji van dersan fam
dikin. Dibe ku ew hêviyên mezin ên dibînin ku dê
Barak Obama ê "reş" karibe rûyê DYA’yê di cîhanê
de spî bike, ne di cih de bin. Lê tenê gihîştina
Obama ya Koşka Spî, rûyê nijadperestên Rojhilata
Navîn, dê reştir bike.
Jêder: Azadiya Welat
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye! |
|
|
|
|
|