|
Dîrok dibêje ku
tirk bi çavekî pir biçûk û bi şêweyeke nizim û
nijadperest li ereban dinerîn û ta niha gotina:
"arap carap" ji bîra ereban neçûye. Wetaya vê
gotinê ev e "ereb ê kotî". Li serdema Osmaniyan
jî, tirkan, ereban 400 salî, xistin bin
mêtingeriya xwe û polotîka pişaftin (heladin) li
ser wan pêk anîn. Di despêka sedsala bîstan de
Enwer Paşa ku yek ji giregirê "Îtîhadûtereqî" bû
û li Şamê karê xwe dikir, ew fermana dardekirina
bi dehan ronakbîr û nivîskar û siyasetmedarên
ereban yên wê demê dabû. Tirkiye, yekemîn
dewletên misulman sala 1949’an, xweseriya
Îsraîlê pejirand. Tirkiye bêtirîn dewleta
misulman xwedî têkiliyên stratejîk yên siyasî û
aborî û leşkerî û ewlekarî… bi Îsralê re ye. Lê
tevlî wisa jî, niha, tirkiye bûye delala ber
dilê ereban!.
Ji hatina AKP’ê ser deshilatiyê û nemaze van
du–sê salên dawî ve, Tirkiye û Erdogan û "islama
siyasî" a tirk bûye mijara pesn û şabaşa ereban.
Hinek ji ereban, ji bo ku "îslama siyasî" a xwe
rexne û pîsbikin, ji ber ku "îslama siyasî" a
ereban çek û xwînê bi kar aniye da xwe bigihîne
deshilatê ji ber vê, ereb diçin pesinê "îslama
siyasî" a nerm a tirkan didin. Gelê ereb dizanin
sextekariya lê ji çav nebarî û zikreşî û
nijadperestiya wan li hinberî kurdn, diçin pesnê
Tirkye û AKP’ê û qaşo "îslama nerm" didin û
Erdogan weke aştîxwaz û mîmarê pêşketina abûrî û
siyasî ê Tirkiyê didin nîşandan!.
Berpirsê bîroya kanala "El-cezîre" a li Enqerê,
Yûsif El-şerîf, ev sê car raporên xwe yên zindî
û yên tomarkirî li ser êrîşa Bêzelê, dide kenala
nûçeya "El-cezîre" a Qaterî. El-şerîf, di van
raporî xwe de, bi şêweyeke zelal, reklama AKP’ê
dike û PKK’ê weke bersûc û gunehbarê tundiyê
(şîdet) dertîne û diwaze cîhana ereb bi çavên
tirkan li bûyerên li tirkiyê rûdidin binerin.
El-şerîf ji bo ku xwe objaktîf û bê alî bide
nîşandan, carna rexneyên sivik li tirkiyê û
hikûmeta AKP’ê dike û kêmasî û şaştiyên dewletê
derbarê kurdan. Weke mînak, gelek caran El-şerîf
di raporên xwe de dibêje: " wargehên serhildêrên
PKK’ê li paş van çiyan ne. li bakurê Iraqê ne.
ji wir tên êrîşî Şemdînlî û Aktutunê dikin…
dikandar ji ber gefxwarinên hevalên PKK’ê ji
tirsan deriyên dikanê xwe digrin… PKK’ê û DTP’ê,
îşkenca li ser Ocelan ji xwe re dike bihane da
xwe ji bo hilbijatinên herêmî yên buhara bê
amadedike". Dema ragihandina tirk vê yekê bêje,
xem nine, dijmin e. lê kê bi ca El-şerîf çi
kiriye, heta gotinên tirkan dubare û sêbare û
dehbare bike…, di ragihandina ereb de bêje!
Yûsif El-şerîf, ji bilî ku berpirsê buroya
kanala "El-cezîre" ye, nûçegîhanê rojnama
El-hayat e jî. Ev ne cara yekemîne ku El-şerîf
ji qestî reklama tirkan û AKP’ê û Erdogan dike.
Di dagirkirina artêşa tirk a başûrê Kurdistanê
jî, El-şerîf wisa dikir. Xwediyê vê nivîsê (H.
OSÊ), di nivîske xwe de bi zimanê erebî di
rojnama El-hata de, rexneyên tund li El-şerîf
kir, lê xwiya dike yê rûmeta xwe ya rûjnamevan
firotibe Tirkan, dê ev rexne pozî wî neşewitîne.
Bi kurtî û eger mijar rojnamegerî be jî dema
ereb pesndarê tirkan bin, bi yek gotin li ser
kurdan biaxivin divê nijadpesertiya antî-kurd ji
bîra mirov neçe.
|