Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

15 October 2008 20:10

 

 

 

 

Bêzelê, te çi kir û çi nekir…!?.

Hoşeng Osê

 

15.10.2008 rojava.net


Divê êrşa ser qereqola Bêzelê, ji aliyê ragihandin û nivîskar û rewşenbîrên kurdan, hîna kûr û fireh û zêdetir were vekolînkirin. Tevlî ku gerîllayên ARGK’ê, û pişre yên HPG’ê, êrîşê ji ya Bêzelê mestir û giranitr lidarxistin, lê ne wek ya Bêzelê, Tirkiyê û herêmê û cîhan hejandin. Ji ber çi?. Ji ber ku dema lidarxistna vê çalakiyê, pir taybet bû. Ev çalakî, hat weteya bersiva PKK’ê li ser hevpeymaniya navbera AKP û generalan ku tê binavkirin; hevpyamaniya Erdogan û Başbug. Ev çalakî, bersiv da gotinên Başbug ên li Amedê ku li wira gotibû: "PKK’ê li ber hemana tinebûnêye". Ev çalakî, teqezkirina têkçûna dagirkirina artêşa tirk a başûrê Kurdistanê roja 20’ê meha sibata 2008’an û têkçûna Biyukanit - Erdogan a li herêma Zapê ye. Ev çalakî, teqezkir ku hevpeymaniya Tirkiye, DYA , Îsarîl, Îran, Sûriye, Iraq û hin hêzên başûrê Kurdistanê li ser tevgera azadiya kurd, bi pêşangiya PKK’ê, ev hevpemanî têkçû.

Êrîşa Bêzelê, Tirkiyeyê ji kokê de hejand û hikûmeta AKP’ê û generalên artêşa Tirk tazî kir. Ev çalakî, hişte gelek nivîskar û qunciknivîsên rojnamên tirkan yê netewperest jî êdî bêjin: şer û kurştin û xwîn û bombe…, ne çaresriye; divê em dev ji van metod û rêbazan berdin. Çalakiya Bêzelê, hişte dengê aştîxwaz û demokratxwazan li Tirkiyeyê bilindtir bibe. Nago ev çalakî, hemû bazar û hesabên kirêt li ser PKK’ê û hemû gotinên li ser lawazbûn û têkçûna PKK’ê vala derxist û masê li ser plangêran ve qulipand.

Hinek kesên tewtewe û Bekoewan ku dixwazin xwe li ber dilê serkirdatiya Başûrê Kurdistanê şêrîn bikin, qaşo ew jî "nivîskarin", dixwazin çalakiya Bêzelê biçûk bikin û bi çend hevokên gemarî vê çalakiyê vala derixin. Lê ev çalakî ji wan û bavê wan jî mestir e. Ev çavnebar û zikreşên derewşor ku kîna wan a li hinberî PKK’ê ji ya tirkan jî mestir û kûrtir e, dibêjin: Çalakiya Bêzelê, dê bihane bide tirkan da tezkere nûbikin û başûr dagirbikin. Tu dibê qey tirk li benda çalakiyê HPG’ê ne da berê xwe bidin başûr! Tu dibê qey 9 baregehên leşkerî ên tirkan û zêdetirî 3000 leşkerên tirk li Başû nîn in? Tu dibê qey ev ne saleke û firokên tirk Başûr bombebaran nakin?

Ger tirk derbasî Başûr bibin, dê xizmeteke dîrokî ji kurdan re bikin. Dê Başûr û Bakur nemîne. Dê doza kurd li Bakur û Başûr dê kurdê Iraqê têxe îmtîhanê ya dê ligel doza gelê kurd bi giştî bin yan dê ligel berjewndiyên xwe yên herêmî û partiyê bin. Tevlî herêma tampon ku pê kurdan tehdît dikin ji xêra mala xwedê re tirk wê tamponê çêkin, da ku 380 kîlometra sînorên Tirkiye û Iraqê li wan bibe dojeh. Wê çaxê, em zirt û fortên tirkan bibînin. Ji bilî ku Bakur û bajarên tirkan dê bibe agir û pêt li ser serê bazirganvanên şer ên tirk. Gotjna dawî ev e: Tirko, me te li jor jî dît û me te li jêr jî dît. Îca, ji bilî çareseriyek aştiyane tu rê li pêşiya te nemaye.

 

ji azadiyawelat.com

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1