|
Bo 2-emîn „keskvegera“ şêxê nimêja
şehîd
Dibe ku li ser hindek astan, ew xwîna
nimêja şehîd, ku navê wê şêx maşûqê
Xeznewî ye, li ba hindek aliyên bi
Kurdî, ku îro jî li dar in, hîn jî pirs
be, yan jî „pirseke mezin“ be, lê ew
xwîn û ew nimêj, ku bûn şehîd, û ew
şehîd, ku bû navê şêx Maşûqê Xeznewî, ji
bo min, ji „pirsên mezin“ û wêdetir, ew
„bersiveke mezin“ e:
Ew xwîn, „bersiveke mezin“ e, ku şehîd
çû.
Ew nimêj „bersiveke mezin“ e, ku bi
Kurdî, û ji boyî Kurdî, û di Kurdî de,
çû kêlîkên bidarvekirinê.
Ew windabûn û ew gombûna pirr,
„bersiveke mezin“ e, ku bi Kurdî,
temîknameyeke şehîd, ji „Kurdên Xwedê“
re, li şûn dawîtirîn nimêja xwe, hişt.
Ew şêxê pirr, „bersiveke mezin“ bû, ku
bi Kurdî, doza Kurdên xwe, li Xwedê û
pirtûkên wî, vekir.
Ma ne ew şêx Maşûqê wê nimêja şehîd bû,
ku digot:
Li wir, Islam, ku têra Kurdên min nake,
ez, ne li wir im.
Li wir, zimanê Xwedê, ku têra Kurdiya
min nake, zimanê min nagere û ne li wir
e.
Li wir, agirên Xwedê, ku têra Newrozan û
buharên wan nakin, gavên min, ne li wir
in.
Li wir, salvegerên mirinên adarane, ku
têra jiyanê nakin, fatîheya destên min,
ne li wir e.
Li wir, „welatê tirsê“, ku têra
şehîdketina xwîna „Ferhad“, û xwîna
navên Kurdên wî nake, navê min, ne ji
wir e.
Û li wir, azadî, serxwebûn û wekheviya
ax û avên Xwedê, ku Kurdan hilnagire û
çiyayên wan haşt nake, berê nimêja min,
ne li wir e.
Yek ji taybetmendiyên herî bilind, yên
wê xwîna şehîd û bilind, ew bû, ku
bilindahiyê nimêjê, di Xwedayê bilind, û
asmanên wî, yên fereh û bilind de,
dixwend.
Lewre, Xwedê, bi qasî ku xwîna şêxê
şehîd diçû bilindahiya nimêja navê wî,
li wir bû, ku „wir“ mezin, fereh, û pirr
bû:
Şêxê nimêja şehîd, li wir bû, ku navê
Xwedê têra asmanê her kesî, dikir.
Nimêja şêxê şehîd, diçû „wir“, ku „wir“
têra berê Xwedayê her kesî, dikir.
Navê şêxê şehîd, perwesteyî wir dibû, ku
„wir“ têra sirûdên Xwedayê her kesî,
dikir.
Berî şêxê xwîna şehîd, gelek xwîn,
gelek nimêj û gelek şêxên wan hatin û
bûn şehîd û çûn, lê bi ya min, şêxê
nimêja şehîd, şêx Maşûqê Xeznewî, navê
nimêjeke din, navê xwîneke din, navê
şehîdbûneke din, û navê „ayeta“ ji pêjna
destên Xwedayekî din bû.
Ew navê nimêjeke din bû, ku rastûxo, li
ser zimanê pirtûkên Xwedê, eşkere, û bi
Kurdî, diçû navê Kurdistanê.
Ew navê nimêjeke din bû, ku „Kurdistana
nimêjê“, bi Kurdî, ferehtir, û mezintir,
li tevaya Kurdên wê, ji Misilmanan heta
bi Êzîdiyan, û ji herduyan heta bi
Fileh, Cihû, Şebek, Kakayî û Feyliyan,
parve dikir.
Ew navê nimêjeke din bû, ku bi Kurdî,
fereh, diçû navê ji heskirina Xwedê.
Ew navê nimêjeke din bû, ku destên wê bi
Kurdî, fereh, bangî asmanên Xwedê,
dikirin.
Xwîna nimêja şehîd, weha bi Kurdî, çû
navê Xwedê, lê wê ji bo min negot, rêya
Xwedê di gulên te de, tune ye.
Nimêja xwîna şehîd, weha navê Xwedê,
kurt û Kurmancî, hilda, lê wê Xwedayê
min, ku hindek ji wî av e, hindek ax e,
hindek ba ye, hindek agir, hindek kesk
e, hindek dar e, hinde gul e, hindek
azadî ye û hindek jin e, çewsaw,
piştguh, marjînal û boykot, nekir.
Xwîna nimêja şehîd, Xwedê, bi Kurdî,
weha li Kurdistanê gerand, lê wê ew di
Cubbe, şaşik û pirtûka xwe, ya tikî tenê
de, asê nekir.
Şêxê nimêja şehîd, doz li ba Xwedê û
pirtûkên wî, ji bo „Kurdistana Kurdan“,
vekir, lê wî, qet doza „Kurdistana
Xwedê“ nekir.
Ew Kurdistana şêxê xwîna şehîd, ev
Kurdistan e, ku em ne wek hev, li
asmanan e, lê bi hev re, li vir in.
Ew Kurdistana bi Kurdî şehîd, ev
Kurdistan e, ku em bi dîn yan jî bê dîn,
bi asman yan jî bê asman, wek hev, îro,
bi Kurdî, di bîranîna vê xwîna bi Kurdî
de, li vir in.
Ew Kurdistana cubbeya şehîd, ev
Kurdistan e, ku li wir bi qasî vir,
asman û dewletên asmanî, ji Xwedê û
nimêjên wî re ne, lê ev dunnya û
dewletên dunyayî milkên me, milkên
azadiya me, milkên qanûnên ji aqlên me
ne.
Dîn ji asmanan re ye.
Asman ji dînan re ye.
Zemîn, û ax û avên wê, ji me re ne.
Em, ji zemînê û ax û avên wê re ne.
Zemîn dewlet e.
Dewlet em tev in: çi reş, çi sipî; çi
jin, çi mêr; çi biçûk çi mezin; û çi bi
dîn, çi jî bê dîn...
Lewre, dîn nabe dewlet.
Lewre, dewlet nabe dîn.
Lewre, aqilê Xwedê li asmanan, dûrîdest,
difir e, û ji asmanan re, dimîne.
Lewre, aqilê me, berdest û bercest, li
ser erdê, dimeşe, û ji bo me, yên li
erdê, dimîne.
Lewre, pirr cubbe, pirr şaşik, pirr
nimêj û pirr şêxên wan, şehîd, firiyan
asmanan û li wir man.
Lewre jî, xwîna nimêja şehîd, ku navê wê
şêx Maşûqê Xeznewî ye, wek xwîneke li
ser erdê pirr, nimêjeke pirr, û
şehîdebûneke pirr, îro, li bîra van
kêlîkên me tê, li bîra barana vê
pencereyê û pecereya vê barana me tê, li
bîra Kurdên wê Kurdistanê û vê
Kurdistana me tê, û li bîra giriyê van
destên me, çi bi nimêj û çi jî bê nimêj,
tê.
Lewre, şêx Maşûq, nimêj e.
Lewre, nimêj, şehîd e.
Lewre, şehîd, pirr e.
Û lewre jî, pirr, Kurd e.
|