|
|
Pêjna te,
ya ji sêvan heta bi sêvan,
her ku roj tê ber êvarê,
heyamek pencere
ji yasmînên
zû ye.
pêjna te,
ya ji tozê heta bi
tozê,
heyamek sêv
û delîveyek hembêz
hingûr e;
hingûra mişt
bîranînên
ji genim;
ji keska fereh û keserdar,
a navbera navê min û te;
ji vegirtina sînorên ebedê;
yên di xwîna me
de,
heta hetayê li
dar;
û mişt bîranînên
ji tozê, ku em
ji harbûniyan
dibirin harbûniya
û ji tazîkirina
çeman
dibirin tazîkirina
çeman.
pêjna te,
ya ji dûriyê heta
bi dûriyê,
heyamek sêv
û delîveyek hembêz
hingûr e;
hingûra ku ji
haştkirinê
diçû haştkirinê;
haştkirina
penceryên dûr;
destên dûr;
destmalkên
qewêtiyên dûr;
ax û avên dûr;
nimêjên dûr;
Xwedayên dûûûr;
û haştkirina
çavên bendewariya
dûr,
yên ku rengên xwe
li ser alên
hicrikên dûr,
ji bîr kirîn .
pêjna te,
ya ji westanê heta bi
westanê,
heyamek sêv
û delîveyek hembêz hingûr e;
hingûra ku ji gulên berbero
û wêdetir, diçû haştkirinê;
haştkirina bîra
ji destên bê sibeh,
dergehên bê xanî,
pencereyên bê
axaftin,
û bîra ji rêyên
bê basa karwanan
û bê gavên,
ku ji westanê û
wêdetir diçûn.
pêjna te,
ya ji dîlokan
heta bi dîlokan,
heyamek sêv
û delîveyek
hembêz hingûr e;
hingûra ji êşa,
ku li ser
çiçikên deşta mijê, razayî,
û ji dîlokên
destên
ku li ser gwêzikên
pembo
xwe ji bîr kirîn.
pêjna te,
heyamek sêv
û delîveyek hembêz
hingûr e;
hingûra mişt
kesera navê Xwedê,
silava ji hatina
tivîlkan
û şîrikê gulan.
pêjna te,
heyamek sêv
û delîveyek
hembêz hingûr e;
hingûra ji hatina
silava
memikên ji avê,
lêvên ji
erxewanekî zû
û gulberojên ji
navê bêrîkirinê.
pêjna te,
ya ji sêvan heta
bi sêvan,
her ku diçe êvarê,
heyamek sêv
û delîveyek hembêz
hingûr e,
bilez diçe ava
û dibe aliyê tikî
tenê,
li ber pencereya
dilbijokiya min
dilûse,
û bê pêşgotina
ji qefdên gulan û
helbestan,
asîtank bi
asîtank,
xanî bi xanî,
û lavlavk bi
lavlavk,
sêv û sêv, li
navê min,
yê ji çaxê navê te
ve,
mikur tê.
|
|